Pêka dawî raporên belavbûyî, kedkarên pîşeya zêr a kangeha Zerşûran a bajarê Tîkabê, kombûna xwe ya nerizayetiyê li hember givaşên dijwar ên kar û jiyanê, li roja Dûşemî 15ê Kanûna pêşîn berdewam kirin.
Roja pêştir jî kedkarên şirketa Kişt û Sen`et li parêzgeha Xûzistanê, 10emîn roja kombûna xwe ya nerizayetiyê berdewam kirin û malnişînkiriyên pîşeya rijiya kevir li bajarê Kirmanê û malnişînkiriyên saziya dabînkirina civakî li bajarên Kirmaşan, Şûş û Têhranê, kombûnên berfireh ên nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa hejmareke zêde ji perestarên nexweşxane bajarê Mînûdeştê ser bi parêzgeha Gulistanê û personelê pîştevanî û tendirustiya zanîngeha Ehwazê, li derheq sozên çewt, zêdekarî, mandîbûna zêde û nedana hiqûqan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa kedkarên jikarderxistî yên şirketa transformator Kûşken ya bajarê Zencanê, xwazyarên karpêdan a wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê li bajarê Têhranê û kedkar û karmendên pîşeya neftê ya meydanên gaziya Azadigan kombûnên berfireh ên nerzayetiyê lidar xistine.
Li bajarê Îsfehanê de jî kombûneke berfireh a malnişînkiriyên pîşeya pola hate lidarxistin û li Ehwazê de xwediyê nanvaxaneyan bi sedema pirsgirêka ard û nan û xercê wan û kedkarên şirketa “Çoden Xûsif”ê li derheq nebûna ewlehiya canî li dema karikinê, de kombûnên berfireh ênnerizayetiyê lidar xistine.