Ziyaehmed Tekel, Wezîrê Derve yê hikûmeta Taliban li Efxanistanê, gazîkirin û daxwaza wezareta derve ya rêjîmê bo beşdarîkirin li kombûna li derheq Efxanistanê red kir û ragihand: “Me bi rêya saziyên deverî û mikanîzmên dualî bi berdewam pêwendî digel hemû welatên deverê heye”.
Herwisa navbirî ragihand ku gazîkirina bi Têhranê red kirine û got: “Ti berpirsekî me li vê kombûnê de beşdar nabe”.
Pêştir jî Wezîr Derve yê Lubnanê gazîkirina rêjîma Îranê bo bajarê Têhranê red kiribû û nerasterast nerazîbûna xwe ji destêverdanên rêjîma Îranê li karûbarên navxweyî yên Lubnanê dabû xuya.
Rêjîma Îranê bi pêka siyasetên xwe yên şerxwazane û çêkirina fitneyan, hewla destêverdan li karûbarê welatan bi taybet welatên Rojhilata Navîn û zêdetir welatên cîran de dide û heta niha Felestîn, Îsraîl, Lubna û Sûriyê jî daye kawilkirin û hejmareke zêde ji xelkê wan welatan daye kuştin û li hewlên xwe jî berdewame lê piştî şikestên serşorane êdî şiyana xwe heta asteke gelek zêde ji dest daye û pitira wan welatan êdî amade nînin li hember hewlên kawilker ên rêjîmê bê bertek bimînin.