Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zarokek û 2 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê binçav kirin

16:23 - 15 Kanûna pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, roja Yekşemî 14ê Kanûna Pêşîn, “Sirac Elyasî”, temen 16 salî yê xelkê gundê “Asinawê” ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve bi awayekî xoserane û neyasayî, ji aliyê hêzên îtilaaat rêjîmê ve hatiye binçavkirin.

Herwisa “Şaho Îbrahîmî xelkê gundê Alkawê û Şefî`i Ehmedî xelkê gundê Balagîr”ê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bi awayekî tundûtîj, hatine binçavkirin.

Hêzên îtilaat rêjêmê li dema binçavkirina neyasayî û xoseraneya wan welatiyên Kurd de reftarek hovane û tundûtî hebûne.

Herwisa li vê rojê de “Omîd Baqirî” xelkê bajarê “Şabat”ê, wênegir û çalakvanê medenî, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve li bajarê Pawê, hatiye girtin.

Heta belavbûna vê nûçê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.