Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma îslamiya Îranê xelkê talan dike

16:24 - 15 Kanûna pêşîn 2025

Serokê Sendîkaya Birinc li girtevîdyoyekê de dide zanîn ku rêjîma Îranê bi Dolarê 28 hezar Tûmenî, her tonek birinc li derdora 230 Dolaran dikire û bi vê pêkê, her kîlo birinc heta ku tê nav sînorê Îranê, nirxa vê 7 hezar Tumen e, lê li bazaran de bi zêdetir ji 220 hezar Tumenî difroşe ku derdora 30 qat zêdetir ji nirxa rastîn a vî birincî ye.

Navbirî nirxa Birinc a li heyva Xezlwerê de berçav girtiye û piştî bilindbûna nirxa hewcehiyan li dawiya heyva Sermawezê nirxa birinc jî gelek bilindtir bûye.

Bi wî awayî, rêjîma Îranê xelkê talan dike û xuya nîne ku dahata ji vê talankirinê li çi cihekê de jî tê xerckirin.

Bilindbûna nirxa hewcehiyan zêdetir pitira herî zêde ya xelkê Îranê ku li jêr hîla hejariyê de ne xistiye nav astengiyan û bi taybet ev rewş bo dehikên hejartir, hêj gelek dijwartir bûye.