Kerîm Perwîzî
Welatek yan neteweyek ku dikeve bin destê deshilateke din de, di destpêka vê bindestiyê de hewleke yekcar zêde û xwîneke zaf dide heya ku vê bindestbûnê qebûl neke, û rê nede ku deshilateke sepandî bi sanahî li her derê belav bibe, û ne tenê deshilateke leşkerî belkû hêza siyasî û civakî jî bi ser vê neteweyê de bisepîne.
Neteweya Kurd jî çi li dewrana hikûmeta paşatiya Pehlewî de û çi jî piştî hatina ser kar a rejîma Xomêynî, xwîn û xebateke zêde daye heya ku rê bi sepandina giştgîr ya deshilata stemkar a navendî nede.
Ya ku di derbazbûyî de rû daye, nîşan dide ku dîrok hilgirê rûpelên tomarkirî ên xebata neteweya Kurd e. Hewl û tekoşîn û xebata neteweya Kurd ew bû ku hekî rejîma stemkar a Tehranê di warê hêza leşkerî de bihêztir e, û bi çek û teqemeniyên berfireh ên rejîma pêşîn û herweha ew teqemeniyên ku cihên din dane wan, wan kariye ku Spah û hêza dagîrker a xwe di Kurdistanê de bisepînin, lê rê nedin hejmoniya rejîmê.
Rejîma Îslamiya Îranê tenê timayiya (temaha) wê ya leşkerî tunebûye. Herçend ku temaha leşkerî û êrîşa leşkerî, destpêka dasepandina deshilatê ye, lê rejîma zal hewl daye ku encama êrîşa leşkerî bike helandina îradeya Kurdistanê.
Di heyama çil salên borî de piştî biryara cehada Xomêynî li dijî Kurdistanê û Kurdan, heya niha jî vê rejîmê bi siyaset û pîlanên cur bi cur hewl daye ku çi ji riya emniyetî û çi jî ji riya êrîşa çandî û jînosayda lawan û şerê tiryakê û wêrankirina aboriyê û şeqkirina civaka Kurdistanê û …hwd û bi dehan û sedan riyên din bikare serkevtuina dawî bi ser Kurdistanê de ragehîne. Bo rejîma Komara Îslamî xaleke guhertinê û “heysiyetî” bûye ku bikarin îradeya xweragiriyê di Kurdistanê de têk bişkînin. Heta ew kêmasî û kêşeyên civakî û siyasî û aborî jî ku di nava Kurdistanê de hene, bi sedan hember zeq kirine, da ku derûna neteweya Kurd têk bişkîne.
Lê neteweya Kurd û xortên vî gelî ji riyên cur bi cur ve ya ku ji dest wan hat kirine, da ku bi hejmoniya Komara Îslamî bilîzin û henekên xwe pê bikin.
Ji mana xortên fîdakar ên gel ve, li ser çiyayên serkêş ên Kurdistanê ve bigre heya ku pêşkêşkirina rûpelekê bi zimanê Kurdî bi cemedaniyê ve bi takên civakê, ew riyên berfireh bûn ku neteweya Kurd gote vê rejîmê “Na”.
Serkevtina leşkerî serkevtineke rastîn û dawî nine, her wekî ku neteweya Kurd selimandiye ku top û tank û mûşek û dezgehên serkurtkar nikare îradeya “na”gotinê ji wan bistîne.