Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cudahiyê di navbera du peyamên newrozî de

14:42 - 9 Nîsan 2013

Şehab Xalidî

Newroz ku wek kevneşopiyekê kevnar di nav tewaya xelkê Kurdistan, Îran û herêmê de bi awayên curbicur birêve diçe, êdî niha bi sedema nemana sînoran li jêr sîbera geşekirina teknolojiyê, û wan hemû kanalên curbicur ên ragehandin û înternetê êdî ji bo gellek ji xelkê cîhanê jî rêûresmek naskirî ye. hemû salê di destpêka newrozê de gellek ji kesayetiyên siyasî û rêberên welatên herêmê daxwaza jiyanek pirr ji xweşî, û serkevtin û aştiyê ji bo neteweya xwe û gelên herêm û cîhanê dikin.

Her di vê çarçoveyê de ye ku rêberê rejîma Komara Îslamiya Îranê û serkomarê Îranê jî hemû salê peyamekê bi vê boneyê diweşînin.
Xamineyî rêberê rejîmê di peyama xwe ya îsal de, dîsan cuda ji henek basên mesebî, beşek ji sedema xirapiya rewşa aboriya welat vegerande ser tehrîmên “dujmin”. Ew tehrîmên ku serdemekê ji dîtingeha wan ve ji kexezên diriyayî zêdetir tu tişt nebûn, niha êdî ew bixwe ji zimanê xwe ve bas dikin ku aboriya Îranê tevlîhev kirine. Herçend ew, “dujmin” bi sedemê vê rewşa pirr karesatbar ya aborî dizanin, lê xelkê welatê me êdî dizanin ku sedema sepandina wan tehrîman jî serhişkiya karbidestên rejîmê û siyasetên wan yên tevdanîkarane ne.

Ji aliyek din ve navbirî dibêje ku li “koma nîzam” û “koma xelk”ê me, di sala borî de, ber bi pêşve hereket kirine. Bê guman ew jî rast e. Hereketa nîzamê di warê îdamkirina hemwelatiyan û kuştina kolberên Kurd ber bi pêşve bûye, û xelkê me jî di warê rewşa pirr karesatbar ya giranî, bêkarî û hejariyê, hereket baş û ber bi pêşve hebûne!.

Herweha li peyamên pêşîn ên Xamineyî de navbirî zêdetir rewşa aborî û siyasî ya welat şirove dikir, lê evsal navbirî zêdetir pêşbîniya sala 1392’an wek salekê kiriye ku bi hemaseya siyasî û hemaseya aborî, û berdewam kirina pirojeyên aborî ên sala borî, barê giraniyê li ser milê xelkê, wê rabe û bêhnek rehet wê vedin, ku diyarîkirina vê destewajeyê di ciyê destewajeyên mesebî de, nîşana tirsa wan ji astê nerizayetiyaxelkê welat di warê aborî de ye, ku jiyan ji xelkê welat reş kirine.

Lê Ehmedînijad berevajiyê Xamineyî, pirsa giring li cem wî, pirsa hilbijartinê bûye, û navbirî ragehandiye ku biryarderên dawiyê di hilbijartina serkomariyê de xelk in. Ew peyama wî jî ji aliyekê ve dikare nîşaneya geşekirina bê qas ya şerê deshilatê di navbera bandên curbicur ên rejîmê, û hewildana girûpên dijbere Ehmedînijad bona derxistina deshilata serkomariyê ji destê hevalbendiya Ehmedînijad ya bi qewlê dijberên Ehmedînijad “girûpa Înhirafî” de be.

Bê guman ew hilbijartin hem di warê şerê di navbera bandên rejîmê de, û hem jî di warê tirsa rejîmê ji serhildana nerizayetiyan ku dikare rejîmê hisabî bêxe tengaviyê de giringiya xwe heye. Lê xala herî balkêş ya di vê peyama Ehmedînijad de pêdagirî kirin li ser dengê xelkê ye ku eva jî îdiayek taze nine, û tewaya xelkê welat vê rastiyê bi taybet piştî hilbijartina sala 1388’an baş dizanin ku dengê xelkê çiqas bo karbidestên nîzamê giring e, û Ehmedînijad çiqas bawerî bi dengê xelkê hebûye û heye.

Pêdagirîkirina navbirî li ser cihgirkirina dadpereweriya cîhanî di vê peyamê de nîşan dide ku wî di wan çend salên serkomariya xwe de dadperweriyek li Îranê de cihgir kiriye ku êdî xelkî welatê me, wê bo heta heta berê vê dara dadperweriya Ehmedînijad bixon, lewra niha welatên din ên cîhanê jî hewcehî bi dadperweriya Ehmedînijad hene!!
Basnekirina bi hûrî li ser rewşa aborî jî, ji aliyê Ehmedînijad ve dikare weha bê şirovekirin ku ew deshilatê bi hemû band û girûp û aliyên xwe ve di kirîza aborî de berpirsyar bizane, ne tenê kabîneya xwe, lewra jî xwe li vê basa giring nedaye.

Bêguman di wan 34 salan de karbidestên vê rejîmê welatê me gehandine qonaxek ji paşvemana aborî, siyasî, çandî û ...hwd ku ne xelkê welatê me, bi wan peyaman ne tenê dilxweş nabin, belkû ew peyam, bo wan tê wateya destpêkirina salek nû ji giranî, gendelî, îtiyad û hejarî û gellek belayên din. Lewra êdî bi hêviya nemana vê deshilatê kar û xebata xwe di sala nû de dest pê dikin, ne bi hêviya peyamên Xamineyî û Ehmedînijad, jiber ku bexteweriya wan tenê û tenê di nemana vê deshilatê û cihgirbûna deshilatek demokratîk û xelkî de ye.