Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Siyasî bi hilkefta 75emîn salvegera avabûna PDKÎ

12:17 - 10 Tebax 2020

Hevnîştimaniyêm rêzdar

Hemû xelkê xebatgêr û xweragir ên Kurdistanê

Hogirên demokrasî û mafê netewayetî

Malbatên serbilind ên şehîdan

Hepsiyên xweragir ên siyasî

Kadir û pêşmergên cangorî, endam û alîgirên dilsoj ên PDKÎ

Hizba têkoşer û hezkirî ya hemû xelkê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê 25ê Gelawêja îsal a 1399 a Rojî (2020 a Zayînî) 75 saliya tijî ji serweriya xwe derbas dike û “Yubîla Elmasî” li pêsîra xwe dide.

Bi vê hilkeftê em pîrozbahiyê li hemû azadîxwazan bigiştî û hemû xelkê Kurdistan, malbatên şehîdan, hepsiyên xweragir ên siyasî, kadir û pêşmerge û endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi taybetî dikin, û em serê xwe li hember canê paqij ên şehîdan ditewînin ku di heyama wan 75 salan de û li meşa berevanî li maf û azadiyên Kurd û Rojhilatê Kurdistanê de cenê xwe goriyê netewa xwe kirine, herwisa em spas û pêzanînê arasteyê hemû ew kes û kesane dikin ku di her beşeke wê xebata 75 sale de îcar bo her demek jî bûbe dikin.

Mêzekirin li derbasbûya hizbê û balkişandinek li dîroka xebat û xweragiriya PDKÎ di wan 75 salan de derdixe ku di wê heyamê de çi rêyeke dijwar û pir hevraz û nişîv biriye, çi serweriyek tomar kiriye, çi serkevtin û destketek bi dest ve aniye, çi helwetên netirsane û dirust û heqîqetbînî bûye, çendîn birînên bi êş hilgirtiye û bi çok de nehatiye, hemû evane îro piştî 75 sal nîşandana bejn û balê Partiya Demokrat û Demokratan e.

Partiya Demokrat wek hewceyîyeke dîrokî û di heman demê de minasib û digel serdem, li 25ê Gelawêja sala 1324 a Rojî û li ser bingeha Rêkxistina Komeleya “Jêkaf”, wek rêkxistineke berfirehkerî a bîr û hesta netewayetî û bi destê “Qazî Mihemed” hate avakirin.

Avabûna Partiya Demokrat tenê jidayîkbûna asayî nebû, belkî destpêka hatina gorê ya Partiyeke moderin, bawermend bi demokrasî bi bernameyeke rohn a siyasî bû ku di 8 bendan de hatibû formolekirin û naveroka demokratîkiya hizbê nîşan dida û çend esil li “ûlewiyeta” têkoşîna xwe de danîbû ku nîşanderê hewceyiya yekgirtî û hevxebatî digel part û aliyên siyasî yên Îran û netewên Îranê bûn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê 160 roj piştî avabûnê bi lêkdaneweyeke dirust û bi helsengandina keş û hewaya siyasî li Îran û Kurdistanê piştî şerê duyemîn yê cîhanê karî desthelateke siyasî û kiyaneke modern a Kurdî li şêweya Komarî li 2ê Rêbendana sala 1324an a Rojî de bi serokayetiya Pêşewayê nemir Qazî Mihemed ava bike û di kombûneke berfireh li bjaraê Mihabadê de hem Komar û hem jî bernameya kar û têkoşîna Komara Kurdistanê rabigihîne. Bi vî awayî Komara Kurdistanê wekî berhema avabûna Partiya Demokrat a Kurdistanê li beşeke Kurdistana Îranê de xwe dirxist. Avakirina Komara Kurdistanê şanaziyeke dîrokî bû bo Partiya Demokrat a Kurdistanê li beşeke berçav ji maf û azadiyan û mafê netewayetî ya Kurdî ji zorbarî ve bi dest ve anî. Heta Kurdan ji beşên din jî wekî destketeke cihê hêviyê mêze dikirin û hejmarek ji wan ji birêvebirina kar û erkên wê de beşdar bûn.

Ji taybetmendiyên ber çav ên Partiya Demokrat berdewamî û domkirina xebatê di her rewşekî de ye, em dibînin ku piştî herifîna Komarê jidarvekirina Pêşewa û hejamrek ji berpirsên bilind ên hizbê û Komarê û hepskirina hin rêberên hizbê û karbidestên Komarê û avarebûna komek ji têkoşerên wê, hizb ji têkoşan û çalakî razandin nesekînand. Hebûna sedan têkoşerên wê hizbê di girtîgehên rejîma Şah de û bêserûberkirina wê bi qewlê rejîma Paşayetî dûrgeha aram a Îranê, bi sedema rêkxistina bereyên çekdarî ji aliyê hizbê ve li salên 46 – 47an de belgên îsbatkirî yên wê rastiyê ye.

Hûr û heqîqetbînîna siyasî û lêkdaneke dirust û neçûne jêr fişara keş û hewaya zal lê nerast bi ser jîngeha siyasî ya Îranê de, taybetmendiyek din a Partiya Demokrat bû.

Dema ku şoreşa gelên Îranê dest pê kir û Partiya Demokrat bi teybetî di Kurdistanê de dewreke bandordarî têde hebû piştî serketina wê şoreşê, Xomêynî xwest ku di refrandomekê de nîzama paşeroja Îranê diyarî bike, ragihand ku hewceye xelk di navbera rejîma Paşayetî û Komara Îslamî “ne yek peyv zêde û ne yek peyv kêm” de yekek ji wan bipejirîne. Wê demê mixabin piraniya xelk û hêzên Îranî bi awayek ber çav ji çep û Îslamiyan û heta kesayetiyên Sêkolarî, bê vê ku beravirdekê li ser wan bikin an jî naveroka Komara Îslamî ya Xomêynî agehdar bin di heman demê de rejîma Paşayetî hatibû retkirin û deng bi sîstema cihê pesenda Xomêynî dan, Lê Partiya Demokrat û xelkê Kurdistanê bi du sedeman di refrandomê de amade nebûn.

Yekem: Eva ku refrandoma wan bi şêweyeke demokratîkî nedizanîn, çimkî bi mifahwergirtineke xirab ji nerizayetiya xelkê li hember rejîma Paşayetî û nezivirîn bo wê sîstemê ji rûyê neçarî ve deng dan bi Komara Îslamî.

Duyem: Partiya Demokrat û xelkê Kurdistanê bi dûr ji keş û hewaya zal û nerast, tenê bi danîna berhev ya xwe alxahînbûn ku li rejîmeke îdolojiyeke olî û mezhebî de ne demokrasî cihê wî dibe ne mefê netewayetî ya gelên Îranê bi dest ve tê, belkî îflaskirin û cudahîdan û dûrxistin dibe siyaset û kiryara wê rejîmê, ew helweteya wê demê ya Partiya Demokrat ji aliyê hin aliyên Îranî ve rastî rexna hat û tohmet lê kirin. Lê niha her ew hêz û aliyane û heta piraniya xelkê Îranê îtraf bi nerîna dirus û helwesta heqîqî bînîn ya wê demê ya Partiya Demokrat dikin û ew şanaziye bo Partiya Demokrat û netewa Kurd maye ku ji destpêkê ve deng bi hatina ser kar a rejîma Komara Îslamî ya Îranê neda.

Rêçkeşikestineke din a Partiya Demokrat berevajî keş û hewaya zal bi ser hizb û aliyên çep li pêwendî digel sosyalîzm û dîktatoriya polorîtariya de eve bû ku Dr. Qasimlo armanca paşeroja hizbê ji sosyalîzm ve diguhere bi sosyalîzma demokratîk ku hem cudahiya nerînên hizbê li vê derheq digel hêzên çep derxe, ku hem jî ji vê çavkanî girtibe ku nabe hizbek bo demokrasî xebatê bike lê armanca paşeroja wê curek ji dîktatorî be, ew biryara hizbê û ev nerîna Dr. Qasimlo ku xirabtirîn demokrasî ji baştirîn dîktatoriyê pê baştir bû, bi tundî rastî gefên parek ji çepan hat, lê niha pareke berçav her ji wan hêzan ew rêye girtine ber xwe.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komara Îslamî ya Îranê

Rejîma dîktatorî û xwediyê îdolojiyeke paşketî û dijî mirovan ya Komara Îslamî ya Îranê gelek zû li hember helwestên heqîqetbînî yên Partiya Demokrat dijekiryar nîşan da û rejîm digel vê ku dizanî Partiya Demokrat xwediyê çi pêkeheke bihêz e, û berbijêrên wê ku tenê ji hilbijartina azad ya destpêka serketina şoreşê de di piraniya bajarên Kurdistanê piraniya dengên wan bo meclîsa şêwraya misoger kiriye, û Dr. Qasimlo li parêzgeha Urmiyê wek nûner bo Meclisa Xubregan hatiye hilbijartin, bi vê halê jî Partiya Demokrat bi Hizbeke hilûşiyayî ragihand û pêşî ji nûnerên hatinî hilbijartin ên netewa Kurd bo meclîsa şêwraya û Xubergan girt.

Bi vê jî ranewesta û li 28ê Gelawêja sala 1358an a Rojî de fitwaya cîhadî li dijî xelkê Kurdistanê derkir û ji vir ve şereke naberanberî û zalimane û bê rehmane bi ser hizb û xelkê Kurdistanê de sepand û ji hemû aliyekê ve û bi hemû hêz û îmkanatên şer ve êrîş kire ser Kurd û Kurdistanê.

Helwesta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li hember wê biryara dujminkarane ya rejîmê çi bû?

Partiya Demokrat û hêzên siyasî yên Kurd û xelkê Kurdistanê tenê du rê pêşiya wan bûn, yan li hember zordarî û mafên binpêkirî ya rejîmê serê xwe bitewînin ku ew yeke digel taybetmendiyên hizbê û netewa Kurd yek nedigirt, yan jî hewce bû li hember her êrîş û gefek û pîlanekê de xweragir bin, û xebatê bi hemû awayekî bidomînin ku eve hilbijarteya hêjayiya Kurd û Demokrat bû. Ee siyaseta rejîmê ya şerê binavûdeng a Sine, Pawe û Neqede, kavilkariya dehan gund û komkujiya xelkê bêberevan li pey xwe ve anî, lê bi sedema xweragiriya Hêza Pêşmerge û xelkê Kurdistanê, piştî 3 mehan, Xomêynî neçar ma bû ku şer bisekinîne û biryara civînê bide ku ev jî bo xwe amadekirin û rêkxistina hêzên xwe bû.

Meşa xebat û têkoşana 75 saleya hizbê û xortên netewa Kurd bê rûndik û xwîn û bê xerc derbas nebûye, hezaran têkoşerên Demokrat canê xwe goriyê domkirina xebatê û gihîştin bi armancên Kurd kiriye ku di nav wan de rêberên me Pêşewayê nemir Qazî mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî û dehan endmên rêberayetî û fermande û hezaran kadir û pêşmerge û endamên kêrhatî yên hizbê têne dîtin, herwisa hezaran xelkê bêberevanî yên Kurdistanê bi destê hêzên serkutkar yên rejîmê şehîd an jî kêmendam bûne, yan di girtîgehan de rastî azar û îşkence hatine, bi dehan car binke û bargehên hizbê topbaran, xomparebaran û mûşekbaran kirine, lê cihê şanaziyê ye ku hemû ev birînên êşdar ne ku serê xwe netewandine, belkî ji rêya xebat heta gihîştin bi maf û azadiyên xwe sortir û pêdagirtir bûne. Xuya ye bergiriya qehrimanane ya pêşmerge û xelkê Kurdistanê tenê ji bergiriya çekdarî de berteng nebûye, xebata bajar û hereket û xwenîşandanên xelkê di wan heyaman de bi taybetî rabûna bajarên wê li salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û komek boneyên dinê de, aliyeke girîng a din ya wê xebatê bû.

Partiya Demokrat a kurdistana Îranê bi wan hemû taybetmendiyên ku bi kurtî îşare pê hate kirin ti dem îdîa nekiriye ku bê şaşî bûye, lê girîng eve ye ku ti şaşiyeke wisa nekiriye ku xwe nekaribe qerebû bike.

Niha piştî 75 sal xebat û têkoşan, eva ku PDKÎ pê nas dike, siyaseta dirust û heqîqetbîn, cangoriya têkoşerên Demokrat li bilindtirîn asta xwe de û piştevaniya hertimî ya xelkê Kurdistanê li hizba hezkirî ya xwe Hizba Demokrat e.

Hemû xelkê xweragir ên Kurdistanê, têkoşerên cangorî ên Demokrat;

Piştî 75 sal temenê hizba me, xebata me ya niha dijî dîktatoriya rejîma Komara Îslamî ya Îranê her berdewam e, rejîmek ku bi îdolojiya paremayî û kevneperestane ve dijî hemû daxwazên demokratî û netewayetiya me disekîne, ne bawerî bi demokrasî heye ne bi mafê neteweyan di Îranê de, ne mafê mirov bi girîng dinase, belkî bi diyardeyeke Rojavayî nas dike, li dijî mafê yeksaniya jin û mêr e, hemû daxwazeke azadîxwazane û mirovî bi serkut bersiv dide.

Lê ew rejîme har û bê hewsare li encama kiryarên xwe yên nedirust û necî û midaxilekirin di nav karûbarê welatan de rewşeke dijwar bo xwe pêk aniye, û ji wê aliyê jî xelkê Îranê rastî jiyaneke naewleh û derbaskirineke dijwar hatine, di sata cîhanê de ketiye dijayetiya komek welatan ku ti dijayetiyek digel gelên Îranê nînin, ew rejîme terorîzma xwe wek beşeke cudanekirî ji siyasetên xwe dom dike û wekî maka terorîzmê hatiye naskirin ku biryara dîrokî ya dezgeha qezayî ya welatê Almanê, piştî terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî, belgeya berçav ya terorîzm û riswayiya wê rejîmê ye, bo berfirehkirina bawerên wê yên paremayî dest ji ser çend welatên deverê de girtiye û dahata xelkê Îranê dike xercê deste û girûpên terorîstan di wan welatane de.

Tev ew rewşaneyên ku rejîm rastî hatiye û tê ketiye, derfeta xebatê li dijî Komara Îslamî ya Îranê berfirehtir dike. Lewma em bi amadeyiyeke zêdetir û qahîmtir xebata xwe ya rewa dom dikin. Rasana Rojhilatê yanî xebata Çiya û Bajar ku dengvedaneke berçav hebûye, wekî biryareke girîng a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê berfirehtir û bi hev re girêdartir dikin, ev hindeyê ku rejîm dujminan bo xwe diafiîne, em jî  çend beranberê wê bo peydakirin û parastina pêwendî digel dostên xwe têdikoşin. Bi alxahînî ve hevxebatiya me, zamina gihîştin bi armancên me ye, biryara kongereya 16an bo pêngavavêtineke micid ber bi yekgirtin ve û bihêzkirina refên Partiya Demokrat, pêkhatina Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û kongereya neteweyên Îrana fedral di vê çarçêveyê de em mêze dikin.

Carek din 75 saliya avabûna hizbê li hemû xelkê Kurdistan û evîndarên Demokrat pîroz be. Silav ji canê paqij ê Pêşewayê nemir Qazî Mihemed avakerê Partiya Demokrat.

Silav ji Partiya Demokrat avakerê Komara Kurdistanê û domkerê rêbaza rêberan û şehîdan.

Silav ji canê paqij ê tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.

Em emegdariya xwe pêşkêşê malbatên serbilind ên şehîdan dikin.

Rêz û pêzanîna me pêşkêş bi têkoşeranê Partiya Demokrta a Kurdistana Îranê, domkerê rêbaza Pêşewayê nemir Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî.

Neman bo Komara Îslamî ya Îranê, serketin bo xebata Hizbê û netewa me

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

Gelawêja 1399 a Rojî

Tebaxa 2020 a Zayînî