Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dema bi kurdî stranan dibêjim hêstiran di çavên wan de dibînim

21:02 - 27 Tebax 2013

Hevpeyvîn: Arî Resûl

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja îsraîlî ya bi esil ji Rojhilatê Kurdistanê, Hedasa Yeşurun, ku li bajarê Xolon li Îsraîlê dijî û bi Aramî û Kurdî stranan dibêje, di yekem hevpeyvîna xwe ligel Rûdawê de behsa ahengên Newrozê li Îsraîlê dike û dibêje sedema ku ew  stranan bi kurdî dibêje ew e ku ziman û muzîka kurdî li Îsraîlê biparêze. Hedasa Yeşurun herwiha pirr dixwaze ku serdana Kurdistanê jî bike: “Da ku vegerim ser reh û kokên muzîka xwe.”
 

Pirs: Tê gotin tu dixwazî ku piştî meha Remezanê serdana Kurdistanê bikî û konsertan li wir saz bikî?

Bersiv: Gellek kesan daxwaz li min kirin ku serdana Kurdistanê bikim û konsertan saz bikim. Gellek kes dipirsin kengî serdana Kurdistanê dikî. Ez pirr kêfxweş im bi vê yekê û pirr dixwazim serdana Kurdistanê bikim. Lê divêt daxwazname ji aliyê hikûmetê yan saziyekê ve bê pêşkêşkirin. Lewma serdana min girêdayî wî kesî ye ku daxwaznameyê ji min re bişîne. Xewna min e ku serdana Kurdistanê bikim. 

Ji bo karê hunerî min serdana gellek deveran kiriye, wek Viyana, Almanya û Tirkiyê. Lê mixabin heta niha min serdana Kurdistanê nekiriye. Ji bo cara yekê li Almanyayê konsertek hat sazkirin, da ku tê de beşdar bibim, lê wiha rast hat ku dema wê ket roja şemiyê, ez jî pêbend im bi ola xwe. Lewma beşdar nebûm.

Pirs: Îsraîliyên bi esil ji Kurdistanê, pêwendiyên wan ligel Kurdên parçeyên Kurdistanê çawa ne?

Bersiv: Ew Kurdên ku li Îsraîlê ne, pêwendiyên wan li gel Kurdên seranserê cîhanê hene, nemaze Kurdên Îraq û Ewropayê. 

Pirs: Tu hest bi çi dikî gava tu bi kurdî stranan dibêjî?

Bersiv: Stran û helbest giringtirîn beşên çandê ne ku stranbêjan bi şêwazên curbicur pêşkêş kirine. Min di stranên xwe de ronahî avêtiye ser çanda aramî û kurdî û şeydaya van çandan im. Lê bi zimanên Erebî, Farisî, Tirkî û Îbrî jî stranan dibêjim. Ez wek erkekî xwe dibînim ku vê kultûrê biparêzim, da ku neyê jibîrkirin. Gava ez bi kurdî yan Aramî stranan dibêjim, pirr dilxweş dibim, ji ber ku dizanim bi rêya stranên xwe Kurdan kêfxweş dikim. Dema bi kurdî stranan dibêjim, hêstiran di çavên wan de dibînim. Piştî salên dijwar, niha dibînim ew dilxweş in.  

Pirs: Tu dikarî bi kurdî biaxivî?

Bersiv: Na.

Pirs: Êdî tu çawa bi kurdî stranan dibêjî?

Bersiv: Ez nikarim bi kurdî bipeyvim, lê gava straneke kurdî dibêjim, pêşî wateya gotinên wê bi tevahî fêm dikim, da ku zanibim stran li ser çi ye.

Pirs: Agahiyên te li ser Kurdistanê hene?

Bersiv: Dizanim Kurd neteweyeke bê welat in û heta niha serxwebûna xwe wernegirtine. Herwiha dizanim ku Kurdan di serdema Saddam de zehmetiyeke mezin kişandin.
Pirs: Tu li stranên kîjan hunermendên kurd guhdar dikî? Pêwendiyên te ligel hunermendên kurd hene?

Bersiv: Hunermendên jêhatî yên Kurdan pirr in. Niha mijûl im ku stranên Hesen Zîrek, Tahir Tofîq û Zekeriya ezber dikim. Pêwendiyên min ên rasterast ligel stranbêjên kurd nînin, lê guhdariya stranên wan dikim. Lê pêwendiyeke min a baş ligel hunermend Murad Kawa heye. Ji dengê Çopî pirr hez dikim û bi stîla wê pirraniya stranên xwe dibêjim. Strana wê ya herî xweş jî li ba min “Siya çemane“ ye.

Pirs: Çi hevbeşiyeke kultûrî di navbera Kurdan û Îsraîliyan de heye, ku wiha li hunermendeke cihû bike ku bi kurdî stranan bêje? 

Bersiv: Gellek tiştên hevbeş di navbera Kurdistan û Îsraîlê de hene. Li Îsraîlê hejmareke zêde ya Kurdan heye û berê jî hejmareke zêde ya Cihûyan li Kurdistanê hebû. Bav û dayîka min jî li Kurdistanê bûn. Ez bi zimanên din jî stranan dibêjim, lê gava bi kurdî dibêjim sedema wê ew e ku dixwazim ziman û muzîka kurdî li Îsraîlê biparêzim. Tevî ku ti mamosteyek nîne ku min fêrî kurdî bike, lê berdewam im li ser fêrbûna stranên kurdî.  

Pirs: Hejmara kesên ku xwe wek Kurd dibînin û li Îsraîlê dijîn, çend e û bi giştî rewşa wan çawa ye?

Bersiv: Dora 120 hezar Kurd li Îsraîlê hene. Em li Îsraîlê ahenga Newrozê digerînin û di wê rojê de derdikevin seyranê. Herwiha em dersên fêrbûna şahiya kurdî dixwînin. Em bi hev re ahengan digerînin. Xwarinên kurdî amade dikin. Heta niha me amûrên muzîkê yên kurdî wek dahol û zirnayê parastine. Lê hemû Kurdên vir bi zimanê kurdî nizanin, nemaze nifşê nû, lewma bi zimanê Îbrî dipeyvin.