Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dema çavtirsandinê nemaye, rabûn ji Newroza Kurdistanê diyar dibe

15:04 - 9 Nîsan 2013

Xobî Emînî

Newroza îsal bi guhertin û bûyerên ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimin û hemû parçeyên Kurdistanê jî di nav de, mizgîniya biharek xweş û ronî dide netewa kurd.
Me dît ku li Bakûrê Kurdistanê dengê aştî û azadiyê li Newroza Amedê bilind bû û Newroz û sersal bi peyama aştiyane û hewildan bona çareseriya demokratîk a birêz Ocalan roniyek taybet xist nav dilê hemû aştîxwazên cîhanê û Kurdistaniyan bi taybet.

Ji aliyekî din li Rojhilatê Kurdistanê, ligel ku ev 34 sal in siyaseteke tund a qirkirinê û pêkanîna xof û tirsê di nav gelê kurd de ji aliyê karbidestên Komara Îslamî ya Îranê ve tê meşandin, da ku gelê azadîxwaz û demokrasîxwaz ê kurd ji maf û xwestekên rewa û demokratîk ên xwe paşde bide, lê heta niha siyaseta çavtirsandina xelkê bi kuştin, girtin, geflêxwarin û tundiyê bi awayekê bersiv dabû. Lê germ rêveçûna şahiyên Newroza îsal li pirraniya bajarên Rojhiatê Kurdistanê, nîşana rabûn û hişyariyeke neteweyî û mafxwazane yeku zêdeyî 30 salan e hatiye fetisandin.

Desthilatdarên rejîma tarîperest a Komara Îslamî heta bi Newroz û dîlana kurdî jî hessas in û şabûn û govenda hevwelatiyan weke tirs û xof dibînin bo ser desthilata xwe ya lerzok û sist. Newroz di nav çand û jiyana civakî a gelê me, sembola yekgirtin û tebahî û azadiyê ye.
Loma me dît, ji bona ku şahiyên Newrozê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi girseyî neyên pîrozkirin, hêzên tarîperest ên Komara Îslamî li Kurdistanê tedbîrên xurt ên leşkerî û ewlekariyê girtin pêşiya xwe. Lê îsal ji hemû salên berê baştir Newroz li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Sedem jî ev e ku stratejiya çavtirsandina xelkê kurd li Kurdistan êdî bê bandor maye û pirraniya xelkê bi awayên sivîl nerazîbûna xwe li hemberî siyasetên serkut û qirkirin û xof û wehşet pêkanîn di nav civakê de şermezar dikin.
Şahiyên Newroza îsal li Rojhilatê Kurdistanê xof xistiye nav dilê karbidestên Komara Îslamî û rojev wisa dide xuyakirin ku salên pêşiya me azadiya gelê kurd misoger dibe û dawiya desthilata rejîma Xomeynî weke dîktatorên din ên herêmê dibe.

Peyamek din a Newroza îsal li Rojhilatê Kurdistanê ev bû ku herçiqas veşartî yan nîv veşartî jî be, lê rabûnek derketiye holê û êdî gelê kurd li Îranê ji nasnameya xwe xwedî derdikeve û teslîmî siyaseta çavtirsandina Komara Îslamî nabe ku ev 30 sal zêdetir e li dijî gelê kurd dimeşîne.