Occo Mahabad
Rojhilat bi dengbêj û hunermendên xwe cihekî dewlemend e. Dengbêjên Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund, mal bi mal digerin dilê civatê bi klamên xwe xweş dikin. Di dewra Feodal de dengbêjên Kurd zêdetirîn di qesr û qonaxên mîr, beg û axayan de marîfeta hunera xwe nîşanî civatê didan. Bi pêşveçûna pergala kapîtal di roja me de rewşa dengbêjan û dengbêjiyê gellekî guheriye, şêwe û şikleke nû bi xwe ve girtiye. Îro rojê dengbêjên herêmê zêdetirîn di malên dewlemendan an jî niştecihên lê jiyayî de deng ê xwe belav dikin li ser guhdarên xwe. Divê em ji bîr nekin ku dengbêj neynika civatê ne û di wêjeya devkî de xwedî cihekî girîng in. Pirr çîrok, destan û serpêhatiyên dîrokî bi deng û keda wan hatine roja me.
Li Rojhilatê Kurdistanê, pêşengiya çanda dengbêjiyê bêhtirîn herêmên Makû, Mahabad, Xoy û Urmiyê kirine. Dengbêjên Rojhilatê kurdistanê her çiqas di serdemê deshilatdariya rejîma Îslamiya Îranê de astengî, zor û zordariyên mezin dîtibin jî heta îro rojê xebatên xwe bê navber domandine.
Dengbêj Brahîmê Newrozî an jî bi nasnavê xwe yê herêmî ku bi Xalê Birê tê naskirin, li gundê Conî ku girêdayî Urmiyê hatiye dinê. Derbarê sala jidayikbûna wî de mixabin tu agahiyek tune. Newrozî ji êla Şikakî ye. Ev êl ji Gola Urmiyê heta Şemdînan, Miks û Behdînanê belav bûne û bi cih bûne. Bi devoka Şikakî diaxivin. Şikakan zêdetir bi serok û rêberê Kurd Simkoyê Şikak ve tên naskirin. Simko bixwe jî ji eşîra Ewdoyî û ji Êla Şikakan e.
Bajarê Urmiyê dehemîn bajarê mezin yê Îranê ye. Nifûsa wî bajarî xweşik gihîştiye nêzîkî 2 mîlyon kesî. Urmiyê bi gol û hilberîna xwêyê, bi jiyana xwezayî û dilgermiya mirovên xwe navdar e. Gola Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê gola herî mezin e. Urmiyê di sala 1760’an de demek di bin serdestiya Kerîm Zend de dimîne. Kerîm Zend serokê dewleta Zend ya Kurd bû. Ji bilî Kurdan di heremê de Ermen, Siryan û Azerî niştecih bûne.
Di sala 1969’an de li radyoya Urmiyê, Tehran û Kirmanşanê bi zaravayê Kurmancî her hefteyê nîv saetê carinan jî du saetan dest bi weşanê dikir. Bi damezrandina Radyoya Urmiyê Xalê Birê jî dest bi xebatên xwe yên hûnerî dike. Li radyoyê bi Îran Xanim, Hamid Yusifî, Mistafa Elîzade re klam û stranên curbicur distrî. Bi saya van camêrên hunerhez dengê Kurdan belav dibe hemû herêmê. Di radyoyê de stran û klamên her deverê Kurdistanê bi fermî dihate strandin û îcrakirin.
Brahîmê Newrozî jî mîna Îran Xanimê di bin bandora ekola dengbêjiya Serhedê de maye. Hûn klamên Newrozî guhdar bikin hûnê bibêjin qey ew dengbêjê Agirî an jî Wanê ye. Cure, terz, vegotin û lihevanîna klamên gotî mîna Serhedê ne.
Newrozî ne bi tenê dengbêjek bû belkî ew şoreşger û şervan jî bû. Di navbera salên 1979ê heta 1993an de di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de pêşmerge bû. Ji bo azadî û mafên Kurdan bi salan bi dil û can dixebitî. Newrozî jî wekî her Kurdekî di bin zext û zordariya rejîma Îranê de jiyaye. Di sala 1985an de ji ber sedemên siyasî neçar dimîne warê xwe bi cih bihêle û biçe Stenbolê. Lê sîxûrên Îranê pey wî bûn. Di êrîşeke nexêr de bi giranî birîndar dibe. Nêzîkî sê mehan li nexweşxanyeke Stenbolê tedawî dibe. Demeke dirêj ji ber birîndarbûna xwe nikare xebatên xwe yên dengbêjî û siyasî bidomîne.
Newrozî li Stenbolê çar kasetên sitranan tomar dike. Gotinên klam û stranên ku xwendine piranî her bi xwe danîne. Balkêş e ku li ser bajarê Stenbolê jî klamek gotiye. Eşkere ye derd û kulên wî bajarî jêre giran hatiye. Di klamên gotî de, dema mirov guhdarî dike, bêhna welat û eşqa axa Kurdistanê dikeve hundirê mirov.
Di sala 1993an de dewleta Îranê efûyê dide Newrozî û wê demê ew jî vedigere Rojhilatê Kurdistanê nava kesûkar û malbata xwe.
Gellek dengbêjên me mixabin heya îro rojê jî, bi belengazî û destkurtî jiyan dikin ku xalê Birê jî yêk ji wan bû. Hinek dengbêjên me nikarin tu karî jî bikin. Ez carinan xwe bi xwe dipirsim gelo Kurd çiqas neteweperst in gelo çiqas li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin gelo çiqas Kurd in?
Birahîmê Newrozî heya dawiya jiyana xwe nêzîkî hezar klam û stran gotine 600 heb ji wan bixwe nivîsandine û tomar kirine. Di arşîva radyoya Urmiyê ya Beşa Kurdî de 300 heb klamên wî hatine weşandin. Newrozî behtirîn bi klamên xwe yên Delal, Îrane xweş Îrane, Mîrê Zirav, Bedewê, Lê Lê Zeriyê, Eşqa Dilan, Keçika Canê û Hevalo tê naskirin.
Birahîmê Newrozî (Xalê Birê) di sala 2001î de li gundê Coniyê jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê dost û xizm û kesûkaran ve di nava girseyeke mezin de li gundê xwe tê binaxkirin.
We li vê dinyayê çi kiribe ev kirinên we ji civatê re dimîne. Dengbêj dimire şopa wî dimîne. Îro şopa Xalê Birê di jiyan û bîra me ya civakî de cih girtiye. Divê em qîmeta dengbêjên xwe bizanibin. Kî ne çawa jiyane çi derd û elem kişandine, çi afirandine çi kirine? em bizanibin. Ya herî cihê tirsê ew e ku ciwanên me yên nugihîştî dengbêjên xwe nas nekin û lê xwedî dernekevin.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine