Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê heq nayê fetisîn

12:28 - 23 Kanûna pêşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Wêneyek dîrokî ye, sê nifş li pey yek; Yek bapîr e ku pişta wî li wêneyê ye, evê din zarokek e û li ser axa gorekê di nav hizir de ye. Kesê sêyem di bin axê de ye û li dilê nîştiman de cih girtiye. Bavê şehîd digel kurê şehîd “Elî Qurbanî” li ser tirba pîroz a şehîdê ezîz yê xwe rûniştine û her yek ji wan dîtingehek bo jiyanê heye, yekê derbas kiriye û yê din bi vê bûyerê tête vejîn.

Dema xwe desthilatdarên serkutkar ku nedixwastin dengê heqbêj bibîhîzin, Mensûr Helac bidar vekirin; ev bi tawana vê ku digot “Êna El-heq” îdam kirin. Wan wisa dizanîn ku sêdaredan rêya çareseriyê ye bo nebîhîstin û reşkirinê, çimkî tirs û jinavçûn tev wataya jiyana wan dagîr kiribû û tenê û tenê tamkirineke asayî ji xwenê li cem wan girîng bû, lewma wan wisa dizanî ku bi sêdaredanê ew dê xelkê bitirsînin û pê vê yekê “heq”ê dikujin.

Fermandarên ku “Mensûr Helac” dar vekirin, mirin û bi serşûrî ve ji nav çûn û navê wan bo heta hetayî wek kabûsê di dîrokê û hikayetan de tê gotin. Navê Mensûr Helacî jî bi ser dara serbestî ye û banga “Ene El-heq” çirke bi çirke di guhê azadîxwazan û heqbêjan de dibêje û dengvedana dengê mafxwaziya şoreşvanan heta hetayî diçe guhê nifş li pey nifş de.

Piştî sedan salan, li ser heman korsiya serberedayî û zilimker, tarîkbîrên Cemaranê rûniştin û fermana bidarvekirinê didin. Ew wisa dizanin ku ger kurê şehîd Elî îdam bikin, êdî karê wan tevav e û dengê heqbêjî tê birîn.

Wan wisa dizanî ku kuştina şehîd Elî û şehîdên din, neteweya Kurd û Kurdistanê bêdeng û sertewîner dikin û bo serkutkararên Tehranê serê wan tê tewandin, lê kurên şehîdan û xorên gel pêgihîştin û Heyder hate meydanê da ku dengê heq bêje. Vê carê tarîkbîrên Cemaranê û kopalbidestên wan wisa dizanîn ku tenê karek maye û ew jî kurê şehîd îdam bikin da ku tovê serbilind û mafxwazî di Kurdistanê de ji nav bibin.

Roja Yekşemî 28`ê Sermaweza 1400`an a Rojî, fermana mirina wî dan, lê bixwe bi dana wê fermanê be`ecî bûn! Her lewma di tarîtiya şevê de û bi dizî ve Heyderê kurê şehîd û xortê nîştiman û rêvîngê Qasimloyê nemir şehîd kirin û her bi dizî ve termê wî kirine nav axê, çimkî li dengê şehîd Heyder ditirsiyan.

Lê wekî hertimî nedizanîn ku heq nayê îdamkirin, belkî bi êrîşkirin bo ser heqîqet dibine sedemê zêdetir û berfirehbûna dengê heqîqet û heqbêjî, û her heman rojê xelkê Kamêranê li ber mala şehîd Heyder kom bûn û hawar kirin şehîd nemir e wekî çiya, wekî bajar, wekî vejîna xebatê û wekî serhildana nifşa xebatkarên netirs û wekî vizeya Rasanê.