Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa peyama birêz Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ derheq 25`ê Gelawêjê

11:58 - 18 Tebax 2018

Deqa peyama birêz Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ derheq 25`ê Gelawêjê

Hevnîştimaniyên me, û Kurdistaniyên xweragir!

25`ê Gelawêja hemû salekê, tîne bîra me, ku di vê rojê de, tevgera rizgarîxwaza Kurd li Rojhilata Kurdistanê, bûye xwediyê hizbekê ku eva heyama 73 salan e, bêrawestiyan bo Kurd û Kurdistanê xebatê dike.   

Hizba Demokrat, ev hizb e ku ji destpêka avakirinê ve weke partiya girûpek yan jî pêkhateyeke destnîşankirî danekete qada xebata Rojhilat. Ev partî tenê milkê endam û alîgirên xwe nine, belkî bûye milkê hemû rojhilatiyan.

Di rewşeke weha de, hewce ye ku em awirekê bidin vê pirsê, ku çima 25`ê Gelawêjê wekî roja avakirina PDKÎ ew qas girîng e? Herwisa ew girîngî ji kuderê ve çavkanî digre?

Berî ku ev partî were avakirin û piştevan û bingeha sereke a Komara Kurdistanê be, encama guhertineke bingehîn di danasîna Kurdbûn û Kurdistanîbûnê de ye.

 Ev guhertin jî vedigere bo wê demê ku civaka Kurdî biryarê distîne, ku cuda ji Kurdbûnê, tevlî cîhaneke din bibe.”

Eva ku îrorojê wekî tevgereke rizgarîxwaziya kurd nas dikin, tevgerek e, ku paş rûxana deshilata Erdelaniyan, rêbertiya pirsa Kurd bi dest ve digre. Bi gotineke din, paş Erdelaniyan, û vegeşîna bîra bingehdanîna dewlet-netewe ya Îranî, Kurd li Rojhilat biryar daye ku rewta berengarî û berxwedana xwe li form û şêwazeke nû de, organîze bike. Ji niha şûnda Rojhilata kurdistanê dibe kangeh û qada serhildana tevgera Kurdî.

Yekem pêngava serhildana Kurd li Rojhilat, bi yekîtiya bizava Şêx Ubeydullahê Nehrî û hevalbendiya Hemze axayê Mengur dest pê dike. Ew serhildan piştre tê veguhastin bo Simkoyê Şikak. Li encama serhildana Nehrî û Hemze axa û Simko, Kurd li Rojhilata kurdistanê bi berxwedan, û rabûnê adet dike.

Êdî ji niha şûn de, berengariya dagîrker dibe buhayek, lê bona vê ku civakek riya rizgariya xwe bigehîne encamê, tenê bi berengarbûnê nabe, belku hewcehî bi tevger û rêkxistinekê heye, da ku hemû civakê tevlî vê pirsê bike.

Hêzgirtina bîr û deshilata pawanxwaziyê ji aliyê dagîrker ve wisa dike, ku civaka Kurdî bîr ji bizaveke kulturî û siyasî bike, da ku ji vê riyê ve peyv û watayên dagîrkariyê bêwate bike. Di vê rawestgehê de ye, ku “J-K” serî hildide. Girûpek bi hişmendiya tevgerî ve, ku armanca wan bingehdanîn bo berxwedanê bûye, di nava cewher û eqliyeta civakê de. Ya ku “J-K”ê kir, rêkxistina van peyv û wateyan bû, ku Kurd hewcehî pê bû, di rewta cardin bingehdanîna nasnameya xwe de.

 Lewra “J-K”ê karî pirsa Kurd li Rojhilat veguhêze qonaxeke din. Hewlên J-K karî ku derseke din bi pirsa Kurdbûnê ve zêde bike. Lê hewcehiyeke bingehîtir di civaka Kurdî de mabû, ku dibû bête cî, ew jî guherîn û cihgirkirina cureyeke din ji rêkxistina di civaka Kurdî de bû. Jiber ku rêkxistinên din, nerîtî (sunetî) bûn, û nedikarîn li gora demê, nûnertiya civakê bikin, û di heman de mê de manîfistkirina pirsa Kurd jî hewcehî bi saziyekê hebû, da ku ji vê riyê ve bibe zimanhal û berdevkê berjewendiyên civaka Kurdî.

Di vir de ye ku PDKÎ ji dayîk dibe, da ku civaka Kurdî û pirsa Kurd bigihîje qonaxeke geşekirî. Bi vê wateyêku ruha berengariyê di civaka Kurdî saz bibû, eqliyeta bûna bi bizavekê serî hildabû, pirsa Kurd ji rekxistina nerîtî derbaz bibû, û di dawiyê de pêgeh û cihek heye ku wekî dengê piraktîk a Kurd dikare rola berdevkî û nûnertiya Kurd bi dest ve bigre.

Bi hatina Hizba Demokrat, pirsa Kurd reng û rûyeke din bi xwe ve digre. Reng û rûyek ku hilgirê rabûn û Rasana civaka Kurdî bûye. Di vê Rasanê de, gotar, stratejî û taktîkên cuda kar li ser hatiye kirin. 

Hizba Demokrat jî, ji bo bidestxistina mafên neteweya Kurd ji şêwazên cuda mifah standiye. Lê hin tiştên mayînde li cem vê partiyê hene ku ti caran nayên guhertin û ew jî, maf, nasname, xak, welat, wekhevî û kerameta Kurd û Kurdistaniyan e.”

Di van salên dawiyê de, gotar û stratejiyeke nû ji aliyê PDKÎ ve hate ragehandin, ku bi Rasana Rojhilat hatiye naskirin. Rasanek ku çavkaniyê digre ji mîrata Kurdbûn li Rojhilat û guherînkariyên civaka Kurdî.

Di Rasana vê serdemê de, çiya û bajar du kokên serekî ne, ku nûnertiya derbazbûyî û niha dikin. Derbazbûyî wekî mîratekê ji rabûnê, ew mîratê ku ji şoreşên pêş Komarê ve dest pê kiriye, û gihîştiye qehremanên Qereseqel û Kosalanê, û heya niha jî her dom heye. Di heman demê de mîratek ku bizavek bi navê “J-K” afirandiye, û bûye hêvinê xebatekê bi navê xebata bajar. Ew xebata ku newroza camaneyan (axabaniyan, cemedaniyan), hemaseya Kirmaşanê, şahiya alayan, û pêşwaziya germ ya xelkê ji pêşmergeyan, nûnertiay wê dike.    

Hicrî di derbarê “Rasan”a Rojhilat de jî da xuyakirin ku: “Di “Rasan”a Rojhilat de, PDKÎ di ser dîrokê re derbas nabe, belkî dîrok û niha, weke tewawkerê hev dibîne. Ji ber ku felsefeya hebûna PDKÎ, tewawkarî ye. Wateya vê jî ev e ku bi hatina PDKÎ, xebata rizgarîxwazî a Kurdan karî derbasî serdemeke modern bibe û “Rasan”ê jî weke serdemek dibîne, ku me derbasî qonaxeke din bike.”

Bi heman awayî jî Rasana Rojhilat wekî serdemekê dibîne, bona derbazbûna bo qonaxeke din. Qonaxek ku Îraniyan jî zendê xwe jê re hildane.

Guherînkarî jî di vê meha dawiyê de, di Îranê de zêde bûne, û wisa xuya dike ku paş çar dehikan ji deshilatdariya Komara Îslamî, ew sîstem ji hemû aliyan ve rastî şikest hatiye. Bingehên serekî yên gotarên saxte û tezwîr ên rejîma Îranê, li cem xelkê êdî nahêne guhdarîkirin. Di heman demê de, kêşeyên aborî, civakî û kulturî pêsîra hemû beşên Komara Îslamî girtine.

Bi awayekî ku kesên herî nêzîk ên rejîmê jî, rewşê wekî metirsiyeke mezin li ser Komara Îslamî dizanin. Mînaka herî berçav ya wan jî, Xatemî serkomarê pêşîn e, ku daxwaza yekgirtin û pêkvesazanê dikir, bona vê ku pêşiya herifîna Komara Îslamî bigre. Eva ku li ser şeqamên Îrana îrorojê de heye, nabe tenê di pirsa aborî de bihê kurtkirin, belku pirs û daxwaza sereke ya xelkê siyasî ye, ew yek jî di diruşman de ku rasterast Wilayeta Feqîh dikin armanc, xwe nîşan dide.

Ya ku ji hemiyan re eyan e, ew e ku Îran nikare wekî Îrana pêşîn be, û dibe Îraneke din bê avakirin. Îranek ku wehma dîrokî, îdolojiya ayînî û neayînî, deshilatdariya taqm, girûp, û neteweyeke diyarîkirî dawî pê bê. Heman stratejî ku PDKÎ xebatê jê re dike. Bo PDKÎ tenê Îranekê dikare wata hebe, ku Îraneke din be, ne dubarekirina ya ku hebûye, û ya ku dixwazin. Ew yek jî nagihîje encamê, hekî diyalog û stratejiya hevpar li ser bingeha mafên neteweyên bindest, û garantîkirina ewlehiya nasnameya neteweyî ya wan pêk nehê.

Xelkê xweragir û xebatkar ê Kurdistanê!

PDKÎ serbilind e bi vê ku her ji rojên destpêka damezirandina xwe ve heya niha, ku 73 sal bi ser temenê wê re derbaz dibin, bo nasnameya neteweyî û demokrasî û azadiyê xebat kiriye, û di pêxemê de qurbanî daye, ew armancên ku serdemekê ji aliyê hinek aliyên fikrî ve, wekî paşvemayî û hizra tayifegeriyê dihatin dîtin, lê niha gellek ji wan aliyan, bi salan e ku ba dane, û xwe wekî alahilgirê van hizr û buhayan dihesibînin, ku PDKÎ li ser hatiye avakirin, eva jî ew rastiya ye, ku ew hizba me gellek zêdetir ji wan, ji hewcehiyên xelkê Kurdistanê têgihîştiye, hewcehiyek ku xwe li serveyî xak û netewe de dibîne, ku hertim armanca dijmin bûye, bona vê ku van bihayên bilind kêmbuha bike, û xaka wê dagir bike, û bîra neteweyî li xwe de bihelîne, û ji vê biyavê ve, ji tu cinayetekê destê xwe neparastiye. Lê di hemberî Komara Îslamî û ên ku pêş wê jî , di vê pîlana xwe de serkevtî nebûn, û Kurdê Rojhilat bi palpiştiya PDKÎ gellek hişyarane berbûne canê dijmin, û ne tenê her di nava gelê serdest û şovenîzma Îranî de neheliyan, belku hizra neteweyî, mafxwazî, û azadiya nîştimana wan, li jêr serkut û pîlanên zêdetir de xemiliye, û hêz wergirtiye, û niha jî ji her demî çalaktir, bi palpiştiya hizba xwe bo gihîştina bi armancên xwe xebatê dike.

Sê salan berî niha li quntara çiyayê bilind û befrîn ên Kurdistanê, peyama newroza Rasanê, me gehande guhên xelk têhniyê azadiyê li Rojhilat, û me mizgîniya xebateke nû  ya rabûnê da, û lawên kurdistanê jî ew peyam bi dil û can wergirtin, û deste-deste rû kirin binkeyên PDKÎ, û kincê pîroz ê pêşmergatiyê li xwe kirin, û bûne çiya bo piştevaniya bajar, û bajar jî himbêza xwe bo wan vekir, û ew li himbêza xwe ya pirr ji coş a Rasanê de vehewandin, niha êdî çiya û bajar, hevdu hembêz kirine, û bûne hêzeke wisa ku zirava dijmin qetandine. Niha çiya û bajar bibawer in ku nîştimaneke din ava bikin, û dîrokê ser ji nû binivîsin.

Bajarên min ên xweştivî, û bê miraz ên Kurdistana min, hûn deryayeke bê binî ne, ku şîpelên we, dujmin dibe`ecînin, û serkeftin jî dibe para we. Masiyên çiya hembêz bikin. Ew di nav şîpelên we de ne, lewre divê hûn hêzê bidin wan û hêzê ji wan bistînin. Bila şîpelên we hertim biherikin, hêviya we bilind bin û neyên têkbirin.

 Dem hatiye ku êdî tif û le`inetê bikin li nanê serşoriyê, û vegerin hembêza gel û nîştiman. Êdî xulametiya dujmin bes e. Tu emeg û wefaya vê rejîmê ji bo bawermend û hevalên xwe jî nîne. Pêşerojeke geş bidin fikra xwe, ku di vê pêşerojê de, temenê reş ê vê rejîmê bi dawî tê, û hûn dimînin bi vî xelkî re, ku hûn bûne sedema bêrêziya rejîmê bi wan, û malên wan hatine dagirkirin û talankirin, û xweştiviyên wan hatine kuştin yan girtin. Êdî dem hatiye ku karekî encam bidin da ku di wan rojan de bikarin li çavên vî xelkê tepisandî binêrin, û bi wan re bijîn. Lewre divê vê derfetê ji dest nedin.

Bila em hemû pêkve Kurdistanê bikin nîştimana azadî û demokrasiyê, û bila nivşa pêşerojê, dûr bin ji van hemû kêşeyên derûnî û bêpariyê, û hûn û ew jî hêjayî jiyaneke serbilindane ya serdema xwe ne.

 Di dawiyê de silavan dişînim bo riha pak ya hemû şehîdên 73 sal xebata PDKÎ.

25`ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ li hemû malbatên şehîdên serbilind ên hizbê, kadr û pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê pîroz dikim.  

Pîroz be li pêşmergeyên bajar, û hemû azadîxwaz û welatparêzên welatê min.