Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destêwerdana siyaseta sitratejîk a rejîma Îranê

14:05 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Efşar Ceferî
Daxuyaniya nerazîbûnê ya welatên Erebî yên Konseya Hevkariya Kendavê li dijî destêwerdanên rejîma Îranê di nav kar û barên welatên vê herêmê de, rojev germ kir. Welatên han nerazîbûnek xurt ji tevgerên destêwerdanên eşkere yên Îranê di nav kar û barên welatên derdora Kendavê de girtin û xwestin ku rejîma Îranê dest ji wan kiryarên xwe berde.

Destêwerdanên rejîma Îranê di nav karûbarên dewletên navçeya Rojhilata Navîn de, li dijî hemû pirensîp û konvansiyonên navneteweyî ne ku serweriya welatekê binpê dikin. Ev tevgera Îranê ne li ser daxwaza berpirs û rêberên wan welatan tên encamdan, belkî hemû di çarçoveya îdeolojîk a rejîmê de û bo alozkirina rewşa navxwe ya wan welatan hatiye darêtin.
Ev helwêsta dewletên Kendavê belkî vê siyaseta Komara Îslamî eşkere bikin, lê ev ne tiştek nû ye.

Bingeha siyseta destwerdana Komara Îslamî ya Îranê di nav kar û barên welatên deverê de vedigere bo destpêka bidestve girtina desthilatê ji aliyê vê rejîmê ve. Xumeynî wê demê biryar da ku bi hemû awayên mumkin “Şoreşa Îslamî” ku têza wî ya nû di cîhanê de bû, bo welatên din bişînin.

Bi taybet di wan welatên herêmê de ku îdeolojiya wan ligel rejîma Îranê cuda bû. Ji ber vê yekê ku bingeha rejîma olî ya Îranê li ser ola “Şîî” a 12 Îmamî hatiye avakirin, Xumeynî û rayedarên din ên Komara Îslamî xwestin bi rêya sazî û rêxistinên leşkerî û olî îdeolojiya “Şoreşa Îslamî” li hemû welatên herêmê belav bikin.

Taktîkên karbidestên Komara Îslamî bona meşandina siyasetên xwe yên destwerdanê, bikaranîna pirsên olî û îmkanên aborî û mesrefkirina pereyên xeyalî bû.

Piştevanî ji grupên terorîstî û tundajo li herêmê û dayina çek û pereyên zêde bi van komên ajawegêr di çendîn salên borî de bû sedem ku çend car heta Rêxistina Netweyên Yekbûyî û welatên mezin ên cîhanê van kiryarên rejîma Îranê şermezar bikin û hişyariyê bidin rejîma Îranê. Nimûneyên destwerdana rejîma Îranê di nav kar û barên welatên din pirr berçav û zêde ne, lê yên herî berçav, bikaranîna Hizbulahê li Başûrê Lubnanê li dijî Îsraîlê û alîkarî bi hinek grupên din re li navçeyên Felestînê, sazkirina Sipaha Quds û belavkirina vê hêzê li çendîn welatên deverê, çêkirina grupên radîkal ên Şîî li Yemen, Erebistana Seûdî, Behreyn û çend welatên din ên Erebî bona pêkanîna şoreş û nerazîbûnan, piştgiriya eşkere ji rejîma Bees a Sûriyê bi hemû awayekê, xurtkirin û piştevanî ji partî û grupên çekdar ên Şîî li Iraqê û Afganistanê.

Rojhilata Navîn çendîn sal e ku ligel şer û pevçûnên mezin re rûbirû ye. Yek ji sedemên bingehîn bon vê yekê destwerdan û rolê pirr xerab ê rejîma Îranê ye ku şerê xwe ligel Amerîka û Îsraîlê li ser axa welatên din dimeşîne. Lewma heta rejîma Îranê hebe û destwerdanê di nav kar û barên welatên din de bike, aştî û xweş nakeve herêmê û her car li deverekê dê fitne û alozî û nakokiyan pêk bîne.

Destwerdana Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê gihîşte astekê ku bi eşkere hemû hewlan dide vê rejîma hevpeymanê xwe li ser desthilatê rabigire. Di rewşekê de ku xelkê azadîxwaz ê Sûriyê ji dîktatoriyê bêzar bûye û berxwedana xelkê bo azadiyê dom dike, hezaran mirovên sivîl hatine kuştin, komkujî û cinayetên rejîma Sûriyê berdewam e û dehan hezar hevwelatiyên sivîl jî aware û derbider bûne. Pirr car dema li welatek cîhanê bûyerek biçûk diqewime, rejîma Îranê hawara xwe bilind dike, lê li hember kuştina sedan kesan rojane li Sûriyê bi destê rejîma Esed a hevpeymanê xwe kerr bûye û daxwaza kuştina zêde a xelkê nerazî jî dike. Hezaran çekdarên xwe ên Sipaha Pasdaran şandine Sûriyê daku xelkê qir bikin û hevpeymanê xwe li ser desthilatê biparêzin.

Destwerdan li kar û barên hundirê welatan û şandina “Şoreşa Îslamî” bo welatên din siyasetek strateejîk ya rejîma Îslamiya Îranê ye. Pêwîste ku Neteweyên Yekgirtî pêşiya wan kiryarên rejîma Îranê bigre û welatên herêmê ciddîtir li hember van liv û tevgerên rejîma Îranê li ser serweriya welatên xwe derkevin.