Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeh Femandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi hilkefta roja Pêşmergê kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belv kir

18:03 - 16 Kanûna pêşîn 2020

Dezgeh Femandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi hilkefta 26`ê Semawezê roja Pêşmergê Kurdistanê peyamek belav kir. Di beşeke vê peyamê de hatiye: “Em wek Hêza Pêşmergê Kurdistanê, bi tekezkirin li sre rola dîrokî a xwe, em wisa dizanin ku digel amadebûna meydanî û çekdarî, dibe em bi awayê amade jî gotarê bidin”.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevnîştimanên rêzdar!

Xelkê têkoşer û pêşmergeperwer ên Kurdistanê!

Pêşmergên qehriman!

26`ê Sermaweza we pîroz be

Roja 26`ê Sermawezê, boneyeke pîroz û nîşaneyeke hertimî ye bo tev ew xortên têkoşer û bi bîr û bawerên gelê me ku bi navê pîroz ê pêşmergê Kurdistanê ve amadeyê meydana xebat û berevanî ne. Ew têkoşeranane ku bîr û hizar pêşketinxwazaneya wan li rastaya bidestveanîna mafên netewayetî de ye û nifiş li pey nifiş canê xwe bo rêya azadî û serbestiya nîştiman gorî kirine.

Roja Pêşmergê Kurdistanê nîşaneya hêzeke hertimî ye ku bi hişyarî û bawer ve çeperên xebat û têkoşan û berevanî avedan kirine. Ew hêze di nav civatgeha Kurdistanê de diherike û  îradeya hertimî û xwasta azadîxwazî dike da ku bi awayekî micid bibe bereyê piştevanî ji rizgariya netewa xwe.

Ji aliyek din ve, nîşaneyek e bo hevxebatiya tev qatên civatgeha Kurdistanê ku rêka serbestî hildibjêrin û li çepera pêşmergayetî û bi hev re girêdana hêz û şiyana xwe, asoya rohn a nîştimanê diyarî dikin. Bi vê yekê dijwar e ku em bikarin refa gel û pêşmerge li hev cuda bikin û ya ku pir eşkere ye eva ye ku xebata nifiş bi nifiş û dever bi deverê Kurdistanê ye ku wateya hevxebatî û hevçarenivîsî digihîne û serkevtin û destkevtan bi dest ve tîne.

Her wek tê zanîn navê bilind û pîroz yê Pêşmerge dîrokeke kevnar heye û binavkirina wî navê dizavire bo serdemê Komara Millî-Demokratîk a Kurdistanê û wek mîrateke Pêşewayê Kurdan û rêberê Partiya Demokrat, Pêşewa Qazî Mihemed bo niha maye.

Cihê vebîranînê ye ku ev nave wek nîşaneyekî netewî ji aliyê Partiyên din ên Kurdistanê ve jî rêz lê hatiye girtin û hêzên xwe bi Hêza Pêşmergê Kurdistanê nas kirine.

Li 26`ê Sermaweza sala 1324`an a Rojî, piştî vê ku şoreşgeran û azadîxwazên Kurd li bajarê Mihabadê, êrîş kirine ser dawî binkeya leşkerî ya rejîma Paşayetî di wî bajarî de, wek nîşane û şûnwarê zilim û serkut û dagîrkerî dihate nasîn, şitla avakirina Spaheke Millî didanê û bi wan kesanê ku endamê wê Spahê dibin wek taybetmendiyekî şoreşgerane û jixwederbasbûyî, navê pêşmerge dadinêne ser wan.

Her di wê rojê de alaya Kurdistanê jî bo yekemîn car di wî bajarî de hate bilindkirin. Piştre sala 1363an li pilênoma duyem ya Komîteya Navendî, hilbijêrdeya Kongereya Şeşem a Partiya Demokrat, bo bilindragirtina yad û bîrewerî û şanaziyên Hêza Pêşmerge, roja 26`ê Sermawezê wek roja Pêşmergê Kurdistanê diyarî û pejirandin. Ew biryare ger guherinkariyeke li pênase û dîroka pir ji şanaziya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, lê hilgirê peyamake çendrehendî ye ku di wir de emê îşare bi çend xalên girîng bikin:

Yekem: Binavkirina hêza şoreşgerî ya Kurd bi Hêza Pêşmerge ku pêk hatiye ji hezaran hezar takê bi bîrûbawer û jixwederbasbûyî ku bi çeka dest û hizra vekirî û hişyariya tewaw, tevlî çepera xebat û berevanîkirinê dibin, bilindnirxandina dîroka pir ji serwerî û şanaziya wê hêzê ye li serdemê Komara Kurdistanê û berdewambûna wan ji xebatê heta digihe qonaxa dîroka serhildana çekdarî ya salên 46-47`î ya Rojî, paşê bûyerên piştî şoreşa gelên Îranê û xweragiriya Kurdistanê li hember deshilata kevneperestî ya Komara Îslamî. Em vê yekê jî vebîr bînin ger Kurdistan bi çepera azadî û berxwedaniyê tê naskirin, dizavire bo piştevanî û zîrekayetî û cangorîkirina hêza bihêz a Pêşmergê Kurdistanê li çeperên berevanî û lihemberderketin li dijî hêzên dagîrker.

Deyem: Binavkina rojek wiha dibe li pencireya berjwendî û asayişa netewî bê mêzekirin. Bi kurtî neteweyek ku bi dûr ji tehsîbeke kûr û berjwendî û hizra berteng, wênaya hêzeke nîştimanî û tokme û yekgirtî bike, di rastî de li berjwendiya netewiya xwe nêzîk dibe, hêzek ku li herdu qonaxên xebat bo azadî û rizgarî, rola yekalîker heye û bo bidestveanîna destkevit û serkevtina xebatê dike û em dikarin bi danîna ber hev heta di hevkêşeyên siyasî de jî dewera xwe ya resteqîne bilîzin.

Sêyem: Navdêkirina hêza çekdar û şoreşger a Kurd bi Hêza Pêşmerge, dîdgahek ber bi paşeroj û rojên bê yên xebata me ye. Gumanek li wê yekê de nîne ku yekxistin û rêkxistina hêzeke yekgirtî û neteweyî, pencereyek ji hêvî û hêz rû bi Rojhilatê ve vedike û îradeyekî qahîm a siyasî û netewî li pey xwe tîne û di xebateke yekgirtîtir de me nêzî hev dike.

Çarem: Ji hemûyan girîngtir, navdêrkirina şoreşger û xebatkarên Kurd bi navê “Pêşmergê Kurdistan”ê, hizir û bala mirov ber bi pirsyareke hestiyar û stratejîk ve radikêşe, ev jî pirsa ax û serweriya Kurdistanê ye ku pêşmerge xwe wekî parêzerê wê dizane û jê berpirsiyar e. Bi watayek din, ji dîdgeha netewî ve, mêzeyê pirsa serweriyê dike û di hember dagîrkeran de xwediyê kiryar û gotara netewî ye. Lewma axa Kurdistanê bi çepera berxwedan û şanaziya xwe dizane. Aliyê din yê wê gotara netewî, bawerî bi pirensîpên neguher yên azadî, demokrasî û bihayên serdemiyane ye. “Hêza Pêşmergê Kurdistan” wekî hêzeke azadixwaz, parêzer û bi pirensîp tê binavkirin ku li çepera dijî teror û dijî zilim û tarîtiyê de cih girtiye. Lewma bi erkê xwe dizane ku li hemberê çavkaniyên wan diyardeyan derkeve.

Tevî îşareya bi dîroka wî ku di destpêkê de hate baskirin, her roj, roja “Pêşmergê Kurdistan”ê ye; Herçiqas ku baskirin ji şanaziyên pêşmerge bo me hemûyan şanazî ye, lê bo baskirin û bi bîranîna wê şanaziyê dibe em li ser rewşa îro û mêzekirinek bî derbasbûyê re bal bikêşin. Zimanê baskirina canfîdayî û jixwederbasbûn û xwegorîkirina pêşmerge cem çiyayên serkêş ên Kurdistanê ye. Cem girtîgeh û îşkencegehan e, cem kêmendaman e, cem dayîkên şehîdan e, cem malbatên serbilind yên têkoşerên dûr ji welat e, cem hundirê helbestan e, cem wêjeya berevaniyê ye, cem axabanûyan e, cem qehremanên bê navûdeng yên welat e, cem tirba şehîdan e û…hwd. Di rastiyê de, her demek dema pêşmerge ye.

Em wekî hêza “Pêşmergê Kurdistan”ê, bi tekezîkirin li ser rola dîrokiya xwe, em wa hizir dikin ku hevdem digel amadebûna meydanî û çekdarî, dibe amadebûna gotariya me jî hebe û bi hewcehiyeke dîrokî dizanin ku erkê xebatê li ser milê pêşmerge hevdem digel seheke berfirehtir û bi gurtir cem tev qatên civaka Kurdistanê û xebatkarên din yên Kurdistanê be. Her wekî çawa deqa xebata çendrehendî ya “Rasana Rojhilat”ê pêdegirî li ser dike, paşeroja tevgera Netewî-Demokratik a Kurdistanê girêdayê bihêzbûna Rojhilateke bihêz e ku yek ji wan pêkhatin û amadebûna hêzeke Kurdistanî ye bi dîdgeheke netewî ye.

Gotara “Rasan” bi pêdegirîkirin li ser rola pêşmerge, avakirin û perwerdekirina hêzekî wiha qahîm bi erka netewî ya aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dizane û di wê pêxemê de jî, hêza “Pêşmergê Kurdistan”ê bi armanca parastina berjewendiyên netewî, bi perwerdekirineke modern û hêmaya taybet bi xwe hate gorê û roj bi roj bihêztir û berfirehtir dibe. Ciwanên têniyê azadî û jiyana serbilindane bi tevlîbûn bi refên hêza “Pêşmergên Kurdistan”ê, tevî domandina rêbaza şehîdan doza serbestî û rizgariya Kurdistanê nû dikin û xwe bi parêzerê ax û serweriya gel û nîştimanê dizanin.

Em li çiyayên serkêş ên Kurdistanê û ji çeperên avedan ên xebatê ve radigehînin ku em wekî Hêza Pêşmergê Kurdistanê, herdem di meydana xebat û berevaniyê de ne û bona cîbicîkirina erkên bi me hatinî spartin em amade ne.

Serkuta sîstematîk a rejîma Îranê zêdetir ji berê azadîxwaz û gelên di bin zilmê de kirine armanca xwe û darayî û samana wî welatî li pêxema wê sîstema serkutkar û heta li derveyê welat jî xerc dike. Li rewşeke wiha, girîngîdan bi fakterên navxweyî û hêza gel, hewcehiyekî dîrokî ye û hewce ye bi her awayekî be bibe serhildaneke seranserî li dijî vê rejîmê bê gorê. Di demekê de xercê canê gelên jêr zilmê heta ku dem derbas dibe bi sedema wê rejîmê zêdetir dibe, renge dana nirx bo serhildan û rûbirûbûn bona herifandina wê rejîmê kêmtir be, bi taybet hekî bala xwe bi dana nirx û xisar û kavilkariyên wê rejîmê bidin ku di heyamê 42 salên derbasbûyî de bo wî welatî bi cî hiştiye.

Di wê pêxemê de, Hêza Pêşmergê Kurdistanê, xwe bi piştevanê her core serhildan û lihemberderketinek dizane ku bingeh û kokên deshilata rejîma Îranê bike armanc.

Serketin bo xebata mafxwazane ya netewên zilimlikiriyên Îranê bo avakirina sîstemekî demokratik û federal

Slav li hêza bihêz ya Pêşmergê Kurdistanê û qehremanên li nav çepera xebatê

Rêz û hurmet bo malbatên serbilnd ên şehîdan û girtiyên siyasî

Biherife rejîma kevneperest a Komara Îslamî

Slav li îradeya Rojhilata pêşmergeperwer

Serbikeve Rasana Rojhilatê

Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistan

Kawe Behramî

16`ê Kanûna Pêşîn a 2020`an

26`ê Sermawez a 1399`an a Rojî