Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 10 salên derbasbûyî de 1590 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

12:06 - 2 Kanûna Paşîn 2022

Navenda Amariya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê li derheq kuştin û birîndarkirina kolberan di Rojhilatê Kurdistanê de raporek belav kiriye û di vê rapora xwe de bi rohnî bas ji rêjeya kuştin, birîndarkirin û çawahiya kuştina û birîndarkirina kolberan di heyama 10 salên derbasbûyî de wate sala 2012an heta 2021an kiriye.

Amara kuştî û birîndarkirina kolberan pêka salan wiha ye:

Sala 2012an: 44 kuştî 29 birîndar/ gelemper 73 kolber

Sala 2013an: 38 kuştî 54 birîndar/ gelemper 92 kolber

Sala 2014an:34 kuştî 55 birîndar/ gelemper 89 kolber

Sala 2015an: 42 kuştî 30 birîndar/ gelemper 72 kolber

Sala 2016an: 51 kuştî 71 birîndar/ gelemper 122 kolber

Sala 2017an: 67 kuştî 153 birîndar/ gelemper 220 kolber

Sala 2018an: 70 kuştî 158 birîndar/ gelemper 228 kolber

Sala 2019an: 70 kuştî 180 birîndar/ gelemper 250 kolber

Sala 2020an: 53 kuştî 183 birîndar/ gelemper 236 kolber

Sala 2021an: 46kuştî 162 birîndar/ gelemper 208 kolber

Bi gelemper di wan 10 salan de 1590 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Herwisa di nava wan kolberên ku hatine kuştin 29 zarok jî hene ku temenê wan di bin 18 saliyê de bûne.

Çend jic sedî ev kolberane hatine kuştin û birîndarkirin:

Ji %76 ev kolberane bi teqeya rasteraset a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin

Ketin ji bilindahiyan ve Ji %7

Bi renî, sir û seqem Ji %6

Teqîna mînê ji %5

Herwisa  ji %6 bi sedemên wekî: Teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê, ketina nava çem, qutbûna benda maziya pişta wan, bûyerên hatûçûnê, celtelêdan bi sedema giranbûna barê wan û…hwd canê xwe ji dest dane.

Nebaşbûna rewşa jiyana xelkê di Îranê de bi taybet di Rojhilatê Kurdistanê de bûye sedema vê yekê ku welatî neçar bin bo peydakirina hewcehiyên jiyana xwe rû li ew karê pirr metirsîdar bikin û rejîma Îranê jî bi awayekî hovane li hember wan derdikeve.

Herwisa di nava wan kesên ku kolberiyê dikin, dehan kes hene ku xwediyê bawirnameyên bilindin û derçûyên zanîngehan in, lê bi sedema siyasetên sîstematîk yên Îranê bêkar in û kolberiyê dikin.