Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di du salên derbasbûyî de 100 miliyard Dolar dahat li Îranê çûye derê

15:57 - 22 Şibat 2021

Serokê Oda Bazirganiya Tehranê gotiye, di heyama du salên derbasbûyî de 100 miliyard Dolar dahat li Îranê çûye derê ku parek ji wê pareyê bo kirîna avahiyan di welatên cîran de bûye.

“Mesûd Xansarî” Serokê Oda Bazirganiya Tehranê bas ji çûna derê ya beşeke zêde ji pere di Îranê kiriye, lê bi hûrî bas ji wan amarane nekiriye û gotiye ku beşeke ji wan pereyan bo kirîna avahiyan di welatên cîran de hatiye bikaranîn.

Di wê raporê de welatên “Tirkiye, Îmarat û Gurcistan” wekî welatên bi nav kiriye ku cihên rakêşerana dahata xelkê Îranê ye.

Di raporekê de ku Navenda Lêkolînên meclîsa rejîma Îranê ku Cozerdana sala 1397an belav kiribû, hatibû gotin ku zêdetir ji 59 miliyard Dolar dahat di heyama salên 1395 û 1396an di Îranê de çûye derê.

 

Bi hisabkirina wê amarê, dikarîn bêjin ku pêka danînaberhev a du navendên fermî di heyama 4 salên derbasbûyî de, nêzî 160 miliyard Dolar dahat li Îranê çûye derê.

Di rapora meclisê de “nexuyabûna rewşa siyasî û aborî, astengbûna çalakiyên aborî, zîska zêde a sermayedaran û çûn bo derveyê welat, çend sedemên din çûna derê ya dahatê li Îranê datne zanîn”.