Tevî bilindbûna nirxa çareseriyên pizîşkî û bêhêvitiya xelkê Îranê û nebûna piştevaniya rejîma Îranê ji xelkê hejar, %60 a kedkaran nehatine bîmekirin.
Navenda Lêkolîn a Meclîsa Îranê îtiraf kiriye ku %60 kedkaran di Îranê de bîme tinînin û ew trajêdî ye; kedkarên ku di kangehan de kar dikin an dî karên metirsîdar wekî kargehên berhemanîna madên kîmiya de mijûkê kar in, di dema kar de rastî seqetbûn û xisarên bêveger dibin ku çareserkirina wan xercekî gelek zêde heye.
Bi sedema hejariyê xelk neçar mane di her rewşekê de kar bikin, daxwazên kedkaran ji aliyê berpirsan ve nayêne berçavgirtin û xwenîşandanên nerizayetî yên wan jî bi piranî bê encam mane û tevî cîbecînebûna daxwazên wan, rastî îşkence, girtîgeh û ji karderxistinê jî dibin.
Pêka madeya 1 a yasaya kar tev xwediyên kargehan û navendên kar, erkdar in ku kedkarên mijûl bi kar li kargeh û damezraveyên berhemanîn, pîşeyî, xizmetkarî û werzêriyê de berçav bigrin û pêka madeya 148 a kar û yasaên saziya dabînkirina civakî, kedkaran bîme bikin.
Pêka yasayên kar ên rejîma Îranê, tev kedkar û karmendên ku di Îranê de mijûlê kar in û mûçe an heqdestê verdigrin, ji roja destpêkirina karê wan dibe bêne bîmekirin.