
Di yekeya 100 a Aromatîk ya petrokîmiya “Benderî Xumêynî” a parêzgeha Xuzistanê de teqîn û agirpêketin qewimî û pêka gotinên rejîmê ti zirareke canî nebûye.
Roja Înê, 23ê Çirriya Pêşîn, Berpirsê Pişka “Êminî ya Saziya Devera Taybet a Aboriya Petrokîmî”yê, “Mêhrzad Xêybî” ragihand: “Hezên hawarhatin û emeliyatî yên şirketa Bender Xumêynî di rewşa temirandina wî agirî de ne û agir hatiye kontrolkirin û heta niha ti zirareke canî tinebûye”.
Wî berpirsê rejîmê derheq heger û sedemên wê teqîn û agirpêketinê de ti zaniyareke zêdetir neda.
Di wê havînê de, 10 yekeyên din yên pîşeyî rastî teqîn û agirpêketinan hatibûn ku piraniya wan teqînan, hêj bi serastî rohn nebûne ku bi ti awa û sedemekê teqiyane.
Di wan heyamên derbasbûyî de 4 Vizegehên rejîma Îranê di bajarên “Îsfehan, Ehwaz, Tewrêz û Şîraz”ê de rastî teqîn û agirpêketinên berfireh bibûn.
Herwisa çendîn karxaneyên rejîmê wekî “Almînyoma Lamerd, karxaneya Gemîsazî ya Bûşehr û petrokîmiya Karûn û petrokîmiya Tundgûyan” jî rastî wan teqîn û agirpêketinan hatibûn.
Rejîma Îranê hewlên micid dide ku wan teqîn û agirpêketinan asayî bide xuya lê hejmarek ji ragihandinên Îsraîlî bas ji êrîş li ser hindek ji wan cihan kirine.