Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û beşek ji bajarên geşenekiriyên Îranê de pirsgirêka kêmiya pizîşkan, bi taybet kêmiya pizîşkên bispor heye. Di Îranê de %88 a pizîşkên bispor li bajarê Tehranê û bajarên din ên mezin ku %50 a heşîmeta Îranê li xwe digrin de ne û bo %50 din a xelkê Îranê bi tenê %12 pizîşkên bispor hatine terxankirin.
Pêka yasayên rejîma Îranê, divê %30 pizîşkên bispor piştî vergirtina birvanameya bisporiya xwe bo heyamê 8 salan di deverên geşenekirî de mijûlê kar bibin, lê pêka gotinên “Rêkxirava Pizîşkî”, nedadperwerî di şêwaza cîbicîkirina wan yasayan de hene.
Pêka rapora “Encumena Bilind a Çanda rejîma Îranê”, di deverên geşenekirî de bo her 100 hezar kes, 38 pizîşkên bispor hene ku gelek kêmtir ji nêvinciya welataên pêşkevtî ye.
Di wê derheqê de binav nûnerê xelkê “Birûcêrd”ê li parêzgeha “Luristan”ê li meclîsa rejîmê di hevpeyvînek digel malperek a ser bi rejîma Îranê gotibû: “Em di beşa jinan de digel kêmiya pizîşkên bispor ên bêhişkirinê yên odeyên niştegeriyê de rûberû bûne û herwisa bispiorê nexweşihên îltihabat û bisporê zarokan gelek kêm hene.
Kêmiya pizîşk û xizmetkariyên pizîşkiyê gelek caran nerizayetiya xelkê li pey xwe anîne. Wek mînaka dawiyê, li roja Şemî 27ê Sermawezê de beşek ji welatiyan li nexweşxaneya “Sîna” ya bajarê “kamêran”ê ser bi bajarê Sineyê, li derheq kêmbûna pizîşkan di wî bajarê de xwenîşandana nerizayetiyê lidar xistibûn.
Pêka amarên “Rêkxirava Pizîşkên Îranê”, salane 899 piz,şkên bispor ji wî welatî derdikevin û nêzî %80 a derçûyên zanîngehên pizişkiyê yên bispor jî bo baştirkirina rewşa jiyana xwe rû bi bajarên mezin dikin.
Aboriya îflaskirî ya rejîma Îranê girîngtirîn sedema koûberbûna pizîşkên bispor bo derveyî Îranê ye.
Herwisa nebûna xizmetkariyan di parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, swedema bingehîn a çûna pizîşkan ji wan dewerane bo bajarên mezin ên wekî Tehran û Îsfeghanê û …hwd ne.