Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijminê derekî, nê`imeteke Xwedayî

17:00 - 7 Nîsan 2019

Kerîm Perwîzî

Ji bo hikûmetên ser heya binî gendelkar ên wekî rejîma Wilayeta Feqîhî, dijminê derekî wekî hewcehiyeke haşahilnegir e ku rejîm dikare sedemekê bibîne ji bo mana xwe û veşartina gendelkariyên xwe. Di vê demê de ku di şerê di navbera Îran û Îraqê de Xomeynî ragehand ku şer nê`meteke Xwedayî ye, hindek kes li ser vê baweriyê bûn ku vê rejîmê baweriyeke zêde bi cîhana din heye, û mijûlî belavkirina mergdostiyê ye, û bi navê buhiştê mijûl e ku "Elwan" dibe "Elrêda"! Lê wateya rastîn ya vê hevoka Xomeynî di cihekî din de bû. Rejîma Wilayeta Feqîhî, ew rejîm e ku di nava kirîzan de dijî, û bi kirîz û tevdanîkariyan vedigeşe, û ew hinda ku agir di herêmê de geş dibe, rejîm jî zêdetir dikare bi destêwerdan û xwêtêxizandinê, bîr û hizra şerxwaziyê di herêmê de vegeşîne. Ji aliyekî din ve, rejîma dîktator a wekî Wilayeta Feqîhî li ber gendelî û talanên bêqas ên berpirsên xwe nikare serwet û samana welat bo asûdeyiya jiyana xelkê dabinê, û aboriya welat berew herifîna yekcarî dibe. Her di wê demê de, wan cure rejîma hewcehiya wan bi vê heye ku tirseke hertimî bixin nava dilê xelkê de, ku dijmin û neyarên Îranê û Îraniyan, eva di nava pîlanan de ne ku Îranê qet-qet bikin, û malên xelkê welat wêran bikin!.  Her wekî rejîma paşatiyê digot, ku bi nemana paşa, Îran dibe Îranistan. Rejîma Wilayeta Feqîh jî dibêje ku bi nemana vê rejîmê, Îran dibe hezar qet! Di rewşeke weha de ye ku rejîma serberedayî û gendel a Wilayeta Feqîhî hewceiya wê bi dijmineke weha heye ku dijmineke derekî hebe, û ger dijmin jî nebe, dijminan ji xwe re berçav bigre, da ku hewcehiyên xwe pê bi dest bixe! Di mînaka herî nû de, rejîma dest li ser dest û talanker a Îranê, di hemberî lehiyê de bêçare ma, û çi ji desta nahê, û bona veşartina xemsariyên xwe û kêmasiyên xwe, û nezankariyên xwe, û gendeliyên xwe, hêcetan li Amerîkayê digre, ku dorpêçên Amerîkayê nahêle ku ew hawara qurbandiyên lehiyê de herin! Ew îdia dikin ku dorpêçên Amerîkayê bêbuha ne, û bi hêsanî dikarin wan dorpêçan dewr lêdin, lê di demên weha de dibêjin ku li ber dorpêçan nikarin, kesekî lehîlêdayî jî derbaz bikin! Ya rastî ew  e ku ew rejîm li ber gendelî û vegeşandina terorîzmê, serweta welat bi tewahî heder daye, û bi salan e ku hemû bajarsazî û sedsazî û avedankirinek di qorixa Spahê û bandên mafyayî ên nava rejîmê de ye, û serbarê vê yekê jî tu îmkanatek bo rewşên neasayî ku karesatên xwezayî rû didin nedaniye. Di vê demê de ku lehiyeke mezin hatiye, nezanî û neşiyaniya rejîmê  bi tewahî eşkere bûye, û bona veşartina şikest û abrûyê xwe, hawara xwe dibin ber hêcetên bê bingeh, bona vê ku Amerîkayê bi tawanbar bidin zanîn!

Rast di rewşeke weha de ye ku rejîma Îslamî a Îranê diselimîne, ku berdewam hewcehî bi dijminekê heye, û di vê demê de Xamineyî ret dike, ku dijminteraşî xirab e!

Barana zêde ya çend rojan ku dikare lehiyeke mezin çê bike, û belayek mezin jê çê be, diselimîne ku ew rejîm gellek bê bingeh û lerzoktir ji vê ye ku nîşan dide, û tenê pêleke bihêz dikare koşk û telarên wê ser hev de biherifîne.