Kerîm Perwîzî
Dema ku li nav peyvdanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û her kultûreke din de li pey peyv an kompeyvekê dikevî ku, kiryarên Komara Îslamî pê pênase bikî, dibînî li ti çand û kultûrekê de nikarî tiştekî hemkofê kiryarên dizî yên desthilatdarên Wilayeta Feqîh bibînî.
Dema ku ajelên dirinde birçî dibin, her dema ku nêçîra xwe dibînin demûdest êrîşî ser dikin û eger bi wan bê girtin an hêza wan pê bişkê, hilvedidirînin û dixwen da ku têr bibin. Êdî ji vê zêdetr êrîş nakin li ser ajeleke din, çimkî têr in! Li şerê di navbera mirovan de jî çi tak, çi tayîfe, eşîre û heta netewe, împratorî, evqas êrîşî li ser yektir kirine û yekitr kuştine heta ku yek ji wan li ser yê din serkevtiye. Êrîşên bi vî şêwazî, kompeyva êrîşkirina wek “Berber” bo bikar anîne, yan li navçeya Mizopotamiya, Zagiros û deşta di navbera Zagros û Efxanistanê de, ji wan eşîretan re ku weke tayîfa Daryûş mejûlê geriyan û kuştinan bûne, ji wan re gotine “Harî” yan girûpek ku berdewam dimeşin û êrîş dikin.
Lê Komara Îslamî rûyê tev dirinde û Hariyan spî kiriye! Li dirindebûn û encamdana tawanan de modelek din afirandiye ku kesên din gelek bi kêmî agehdarê bûne û li cîhanê de mînakên gelek kêm hene ku mifah jê vergirtibe.
Desthilata nemirovane ya Wilayeta Feqîh li hundir de gelek tirsnok e, ji ber tirisnokbûna xwe penahê ji her cure xwînmijînê re dibe da ku xwe biparêze. Bona vê xweparastinê jî, penah biriye bo barimtegiritin û êrîşkirina nerasterast li dijî kesan da ku hesta mirovbûn û soziya wan birîndar bike û ji vê rê ve, wan teslîm bike.
fedînekirin û bêheyabûna wê gihîştiye astekê ku xelkê bêtawan binçav dike û li rêkkevtina navneteweyî û herwisa di danûstandinan de weke xaleke lihevkirinê bikar tîne da ku dorpêç li ser vêde neçin, ev wan barimteyên Rojavayî azad nake!
Li hundirê Kurdistanê de jî, nikare bi serkutkirin û tundtîjiyê li hemberî lehengên meydanên azadîxwaziyê de ser bikeve, dest diavêje bi gazîkirina malbatên wan û gefan ji wan dixwe û ji wan re dibêje zarokên xwe li nav refên xebatê derxînin! Ji vê dirindetir jî, bav, dêv, bira û xwişkên wan cangoriyên çeperên xebatê gazî dike û wan destbiser dike û herwisa bi hincetên nebicî wan li girtîgehan de xwedî dike û di dema îşkencekirinê de wan azar dide, tenê bona vê ku îradeya polayîn ya xebatkaran bi çok bîne.
Ev modela dirindebûnê ku di asta herî bêşermî û bêheyayî de bi rê ve dibe, ne tenê ku di nav ajelan de ti mînakek wuha tune ye, belkî li nav şerê Berberiyan û êrîşên Har ên Daryûşê Hexamenişî de jî, hemkofê wê nehatiye dîtin, û her bi vê sedemê ye jî, kultûra kompeyva mirovahiyê dema ku mêzeyî wan kiryarên desthilatdarên Tehranê dike, ecîbgirtî dibe.