Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîrok dersa lêfêrbûnê ye

16:19 - 21 Şibat 2022

Nûredîn Sofîzade

Di jiyan û xebata nava her gel û kom û civatgehekê de, bûyerên girîng çê dibin û bi derbasbûna zeman ev bûyer wekî bûyerên dîrokî têne hesibandin û ger encama wê bûyerê bi qazancê wê netewe û civatgehê bibe, bêguman ev netewe cehdê dike di pêşerojê de jî, wan kiryaran ku bûne sedemê çêbûna wê bûyerê bi awayekî baştir û erênî bikar bînin da ku bikarin ezmûn û serkevtinên xwe dewlemendtir bikin; mirov dikare bêje kiryarekî baş e di derbasbûyî de, dikare bibe ders da ku ev netewe yan civatgeh, pêşeroja xwe pê wê xala erênî ya dîrokî dewlemendtir bike.

Ji aliyekî dinê jî, ger di dîroka derbasbûyî de kar û kiryarekî nerênî û şaş hatibe encamdanê ku bibe sedemê xisargihandin bi hitbar û jiyan û xebata wê netewê û civatgehê, bêguman divê dîsan wê bûyera nerênî ya xwe bikine dersek baş da ku di pêşerojê de careke din ev bûyer û şaşî neyêne dubarekirin û hertim divê li ber çavan be û bibe ders.

Gelek kes hene ku li ser wê bawerê ne ku bûyerên dîrokî çi erênî yan nerênî bin, divê bêne piştguhxistin û jibîrkirin, lê di rastî de ewa nerîn û baweriyekî şaş e û her kes û netewe û civatgehek ger bixwaze pêşerojeke serfirazane û serkevtiyan û bi bê şaşî hebe, bêguman divê ezmûn û bûyerên erênî û nerênî yên xwe hertim bîne bîra xwe û wekî dersekê bike çavkaniya lêfêrbûnê, da ku xal û bûyerên erênî bo çêkirina pêşeroja xwe bihêz bikin, û xal û bûyerên şaş û nerênî carek dinê dubare nekin ku dîsan bibe sedemê xisargihandin bi xwe û civatgeha ku ev tê da dijî.

Di dîroka netewa me de jî bêguman gelek bûyerên baş û xirab çê bûne ku renge sebebkarê sereke yê çêbûna wan bûyerên dîrokî em her bixwe bin, bi taybetî ger em mêzeyê dîroka dûr û dirêj a xebata siyasiya gelê xwe bikin ku bona rizgariya Kurd û Kurdistanê bi rê ve çûye, dehan û sedan bûyerên girîng ên dîrokî çêbûne ku piranî bi sedem û ji aliyê me xwe ve çêbûne û qewimîne.

Dema ku em dibêjin wan bûyerên dîrokî, divê bo me û çêkirina pêşerojeke baş bibine ders û cihê lêfêrbûnê, ewa ku hewce ye û erkê me ye ku li ser wan bûyeran hertim wan xalanên jêrîn ji bîr nekin.

1 - Bi çavê rexne bera xwe bidinê.

2 – Xalên erênî û nerênî yên wan bûyeran nas bikin û ji hev cuda bikin.

3 – Cehdê bikin xalên erênî bona çêkirina pêşerojê bihêz bikin û hevdem xalên nerênî lawaz bikin heya asta jinavbirinê.

4 – Em divê berpirsayetiya rola xwe li ser çêbûna wan bûyerên erênî yan nerênî qebûl bikin.

5 – Ger bi sedema berpirsayetiya me û çêbûna bûyerekê ku xisar gihandibe civatgehê û yan derbe li tevgêrê dabe, divê em bi dilekî vekirî û zêdebarê qebûlkirina wê berpirsayetiya xwe, daxwaza lêborînê jî bikin.

6 – Ger bi sedema me ve bûyerek çê bibe ku erênî be û bibe hegera serkevtinê, bêguma divê em şanaziyê bi xwe bikin ku bibe handerek bo çêkirina pêşerojeke baş, li ser hemen kar û pêbendiya bi pirensîpên erêniyên xwe bimînin û di encamdana karê baş de berdewam bin.

Ku wisa ye bi berçavgirtina wan 6 xalên serve, em dikarin bêjin me derbasbûyiya xwe îcar çi baş yan xirab, bo xwe kiriye ders.

Di nava tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de û li dîroka pir ji evraz û nişîve wê xebatê de jî, gelek bûyer çê bûne ku wekî dîroka derbasbûyî hinek ji wan bûyeran erênî û hinek jî nerênî bûne.

Wekî şaşiyên taktîkî, şaşî di diyarîkirina hêla siyasî, şaşî di peywendiya digel aliyên dinê wekî hizb û girûp û heta dewletan, berçavgirtina berjewendiya girûpî û piştguhxistina berjewendiya giştî, dûrkevtin ji wan hêl û pirensîpên ku tu li ser hatî çêkirin, jibîrkirina armanca sereke ya xebatê, şaşiya stratêjîk û dûrkevtin ji wan dirûşman ku karîbûn xelkê li dora te kom bikin.

Belê ew şaşiyên serve ku îşare pê hatine kirin, renge ji aliyê gelek hêz û aliyên siyasî û tevgerên şorişvanî yên Kurdistanê ve li her çar perçên Kurdistanê hatibine kirin ku bêguman zerer û xisar gihandine doza Kurd û bûye sedemê dilsarî û dûrkevtina xelkê ji wan part û aliyan.

Ger ev şaşî bi sedema bê ezimûnî û ne zanabûnê ve hatibine kirin, bêguman dikarin bo wan aliyan bibine ders da ku bi xwe ve biçin û wan şaşiyan dubare nekin û berpirsayetiya xisragihandin bi sedema şaşiya xwe bi doza Kurd jî, divê qebûl bikin, ku ew qebû kirina vejîn û zindîbûn û xweçêkirin û pêşkevtin û bidestveanîna baweriya gel e.

Lê berevajî dikare pêgeha wê part û aliyê lawaztir bike û hemî kes bizane ku ev ne şaşî bûne, belkî bi zanebûn li cehda xisargihandin bi doza Kurd e û hebûna hêz û aliyekî wisa tenê bi zerera doza Kurd e û bi qazancê dujminan e û mana wê tu xizmetekê nake.

Ewa ye ku em dikarin bêjin bûyerên dîrokî û şaşiyên di nava xebatê de dikarin bo me bibine ders û em jê fêr bin da ku carek din şaşiyan nekin.

Dîroka derbasbûyî dikare bibe neynûka pêşerojeke baş.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine