Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyardeyek ku temen û regezan nas nake

21:34 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Arif Vêlzî

26’ê Hezîrana her sal weke roja cîhaniya xebat li dijî madeyên hişber hatiye diyarîkirin. Rojek ku li encama konferansek navnetewî derheq gef û metirsiyên madeyê hişber li asta cîhanê bi giştî li sala 1987an de li Bajarê Viyenê, derket rojevê û biryarnameyek pêre hat pesend kirin ku ji bona kuntrol, kêm û jinavbirina madeyên hişber li cîhanê de divê ji 35 hêlan ve gavên piraktîkî weke; nirxandina rêjeya bikaranîna madeyên hişber, rola ragehandinan di vegerandina muitadan bo nava civakê, nehiştina zewiyên berhemanîn û çandina narkotîkê, jinavbirina bandên bazirganî û tiranzîta madeyên hişber û ... bên avêtin.

Bêguman madeyên hişber diyardeyek giştgîr û cîhanî ye û li civakekê bo civakek din rêjeya bikaranîna wê diguhere, lê desthilatên hakim li welatan de dikarin li kuntirol û jinavbirina vê diyardeyê de rola xwe bilîzin. Civaka Îranê jî weke civakên din ên cîhanê ji vê diyardeya metirsîdar bêpar nemaye. Mixabin piştî hatine serkara desthilata reş a Komara Îslamî diyardeya han jî weke siyasetek darêtî û alavek serkut û asmîlasiyonê bi awayek sîstematîk li dijî gelên Îranê hat peyrew kirin û di encam de em dibînin ku vê diyardeyê bi awayek berçav û karesatbar beşek ji civaka Îranê dagirtiye û jiyana xelkê xistiye bin bandora xwe.

Li Îranê xincî siyaseta fermî a desthilatê, gelek sedemên din jî hene ku bûne alîkar û hayder ji bo tûşbûyîna bi vê belayê, weke: Hejarî, bêkarî, hilkevta cuxrafiyayî a Îranê û sînorê hevbeş ê wê bi çavkaniya sereke a madeyên hişber (Efxanistan) re ku bûye sedem weke deriyê herî mezin yê tiranzîta madeyên hişber bo welatên Ewropa bê nasîn.

Lê sedema sereke a ku xelkê Îranê xistiya nav dawika îtiyadê, ev e ku sîstema desthilatdar bi nêrînek siyasî û bi awayek sîstimatîk li dijî xelkê wê pilana qirêj birêve dibe. Çûnkî rejîmek totalîter û dîktator li ser kare ku tu girîngiyê nade nirx û buhayên mkirovî û bona parastina xwe amade ye dest bide her karek nemirovî.

Lê îrade û hêza xelkê tu car li hember van siyaset û kompiloyan de nesekiniye û ji her riyê û bi her awayek ku îmkana wan hebe nerazîbûna xwe nîşan dane û li dijî vê siyasetê sekinîne. Lewra rejîm jî xincî riyên din ên serkutê weke girtin, kuştin, îşkence, îdam û şikandinê ve, vê metod a herî karîger bo jinavbirin û fetisandina dengên nerazî û guhertinxwaz di Îranê de bikar tîne ku xwe li belavkirina madeyên hişber di nav civakê de dibîne. Ku mixabin li vê riya serkutê de biser ketiye û kariye hejmarek berbiçav ji tex û qatên cur bi curên civakê bengdar bike, wate êdî bengdarî li Îranê de regez, temen û tebeqê nas nake, ji ber ku niha bi hêsanî li ser şeqam û li her dera Îranê ew made bi nirxek erzan dest dikewin.

Berhema van siyasetên dijî mirovî ên Komara Îslamî derheq xelkê Îranê bûye sedema wê ku diyardeya malwêranker a bengdariyê bi taybetî li nav texa ciwanan de civaka Îranê dabigre û li gor amaran heya niha zêdeyî 4 milyon mûitad di Îranê de hene û di rewşek pir xerab de dijîn. Rewşek ku ger weha bidome, dê li pêşerojek nêzîk de civaka Îranê biçokde bîne.