Di yekemîn roja êrîşê de aliyên cur bi cur li derheq ew êrîşê bertek nîşandan.
Pêka gotinên “Roî Şarûn” Nûçegihanê Leşkerî yê Îsraîlê di kanala televîziyona 11 a Îsraîlê de, “Amerîka û Birîtaniya”yê çiraya kesik dane Îsraîlê ku bersiveke micid bide rejîma Îranê û sê bijarde danîne ber destê Îsraîlê.
Ev jî ev in:
“1- Qeraxavên Îranê bike bi armanc
2- Belemên leşkerî yên Îranê bike bi armanc
3- Ev belemên ku roja Înê ku balafirên bê pîlot li ser bûne bikin bi armanc”.
Herwisa Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê “Dominic Raab” gotiye, “Em piştrast in ku ev êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye encamdan û ev karê rejîma Îranê mebestdar û xeyreyasayî bûye”
Navbirî bi lezgîn ji Îranê dixwaze ku ew kiryarên ku aştî û ewlehiya navnetewî dixe metirsiyê rabigire û rejîma Îranê bi sedema kuştina 2 kesan di wê êrîşê de şermezar dike.
Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett”, jî car din bertek nîşan da û got: “Ev êrîşe ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye encamdan û eva di halekê de ye ku rejîma Îranê dixwaze bêje ev êrîşa ku hatiye kirin û 2 kes hatine kuştin karê me nebûye, lê Îsraîlê belge hene ku îsbat bike ev êrîşe karê rejîma Îranê bûye”.
Eva yekemîn êrîş nîne ku di navbera rejîma Îranê û Îsraîlê de hatiye kirin, lê ev êrîşa vê carê kêyseke dîplomasî ye, çimkî ev neftkêşe ya welatê “Japon”ê ye û barê wê jî ya Îsraîlê nebû û di qiraxavên Îsraîlê de nebû û tenê beşeke wê neftkêşê ya kesek Îsraîlê bû, û Îsraîl dikare ji rêyên navnetewî û civaka cîhanî û şêwreya ewlehiyê ve givaşeke zêde bixe ser rejîma Îranê.