Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dujminê veşartî

14:52 - 9 Nîsan 2013

Fatih Salihî

Rêkxirawa Neteweyên Yekbûyî, roja 4’ê Nîsana hemû salekê wek roja cîhaniya xebata dijî mînên erdî, û jêhelbirina zanyariyên giştî ên xelkê li ser tehlûkeyan û rewşa qurbaniyên mînên erdî binav kiriye. Armanc ji diyarîkirina rojek weha nîşandana pêşkevtina li warê hildana mînên bin erdê de, û biyavên tirsnak ên mînên bi cih mayî ye.
Îran yek ji wan welatan e ku her sal, rêjeyek zêde ji xelkên wê dibne qurbaniyê mînên erdî. Bi awayek navincî hemû salê bi taybetî li parêzgehên Kurdî ên Kurdistan, Kirmaşan, Urmiye û Îlamê nêzî 200 kesî têde dibne qurbaniyê wan mînên bin erdê de, û zêdetir ji sê milyon hiktar ji erdên wan parêzgehan bi mînan hatiye dagirtin. Bi awayekê ku li gorî gotina berpirsyarên hikumetî bo hilgirtina mînan li her hiktareke wan ciyan de hewcehî bi sê milyard tûmenî heye, û heke hersal ew kar bigîje encamê, heya 40 salên din hêla bi tewahî mîn nahên rakirin.

Helbet heya niha jî serjimêriyek serrast ji mînên erdî, wate vê dujminê veşartî ji aliyê rejîma Komara Îslamiya Îranê ve bi kom û komilkên navdewletî û heta bi bîrûraya giştî a navxwe a welat jî nehatiye ragehandin.

Jiber ku heya niha lêkolîneke hûr û durust li ser qurbaniyên mînê birêve neçûye û ew serjimêriyên li ber dest nikarin durust bin, lewra heke lêkolîneke durus wek vê lêkolînê ku li welatê Nipal de birêve çû, li Îranê de negîje encamê gelek zehmet e ku bê gotin ku ew amarên ku Îran bi awayek ne fermî bilav dike, çiqas rast û durust bin.

Lêkolînên meydanî ku ji hêla rêkxirawên ne hikumî ve birêve çûne, nîşan didin ku nêzî 16 milyon mînên bi cihmayî û jikarnexistî, li herêmên sînorî ên Îranê de hêla mane, ku beşek herî zêde li nav xaka parêzgehên Kurdî de ne, û bi awayê navincî li her rojekê de 2 heta 2.2 kes dibne qurbaniyê mînên bicihmayî ji şerê di navbera Îran û Îraqê.

Hêjayî basê ye ku Komara Îslamiya Îranê heya niha jî konvansyona Otawa îmze nekiriye. Ew Konvansyon rêgiriyê ji endamên xwe dike ku çekên weha berhem bînin ku êş û azarên dirêjheyam bi cih dihêlin, bi taybet mînên dijî takekesî. Ew yek jî tê wateya pêbendnebûna Îranê bi yasayên navneteweyî.

Mixabin karbidestên rejîma Îranê her niha jî piştî 25 salan ku li ser şerê Îran û Îraqê re derbas dibe, hêla bi awayek micid hewil nedane ku herêmên sînorî ji mînên bin erdê de paqij bikin, û gelek caran bi hêcetên curbicur bi dehan qadên nû yên mînan ava kirine, û bixwe jî hokar û sedemê sereke yên qurbanîbûna xelkê wan herêman in, lewra heta dema ku Komara Îslamiya Îranê li ser kar û kiryarên xwe berdewam be, û xerîteya qadêm mînan eşkere neke, û pêngavên hewce bo paqijkirina wan herêma hilnegre, bêguman ew dujminê veşartî wate mîn, wê herroj xelkê herêmê bike qurbanî, û cihên paqijkirî ji qadên mînan nahê xuyakirin.

Li dawiyê de serbarê mehkûmkirina Komara Îslamiya Îranê li warê çandina mînan û hewilnedan bo bê bandorkirina mînan li parêzgehên Kurdî de, û pabendnebûna bi komîsyona Otawa, dibe ew rastiya bihê eşkere kirin ku herçend PDKÎ xwediyê hikumet û dewletê nine, lê bi sedema vê ku partiyeke mirovtewer û mirovdost e, bi awayek ji awayan konvansiyona Otawa wajo kiriye, û pêbend e ku li tu rewşekê de ne mînan berhem bîne, û ne jî ji vê dujminê bi tehlûke mifahê wergire, ku ew jî vedigere ser binema û pirensîpên modern ên PDKÎ, ku berdewam pêbendbûna xwe bi konvansyonên cîhanî bi kar û kiryarên usulî ên xwe selimandiye.