Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulkerîm Celalî: Daxwazê ji kirêgirtiyên rejîmê dikim ku cardin vegerin nava gelê xwe de, û desta ji vî karê qirêj bikişînin.

14:43 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Marif Remezanî kurê Îbrahîm, sala 1341\'an, li Gundê Evîheng a ser bi dewera Jaweroya Merîwanê, di malbatek mamnawendî de hatiye dinê.
Marif her di despêka zarokatiya xwe de seba nebûna qutabxanê, ji xwendinê bê pardibe û tevlî malbata xwe dest diavêje karê cotyarî û şiwaniya pezê xwe.
Marifê xebatkar derheq nasîn û têkiliya xwe bi dinyaya siyaset û Kurdatiyê re weha bi Agiriyê re axivî; Sala 1357\'an, dema ku Îran ber bi alozî û serhildana şoreşê ve diçû û hêdî hêdî xelkê dest bi xwe nîşandanan dikir, min û hindek ji xelkê gundê xwe biryar da ku em pasgaya Jandarmêriyê li gundê xwe de bigirin. Me ew binke girt û heyamê çend mehan çend kes ji xelkê gundê me ku yek ji wan ez bûm, weke şora, me nobedarî û birêvebirina karûbarê civakî yê gundê xwe bi destve girt. Em ser bi tu partî û aliyekê nebûn. Piştî çend mehan Çirîkên Fedayî hatine gundê me. Xelkê gundê me bigiştî xwe xistin bereya Çirîkên Fedayî. Di sala 1358\'an de, ez bi awayek fermî bûm pêşmergê Çirîkan. Sala1358\'an, dema ku şoreş bi serket, Çirîkan got ku Komara Îslamî rejîmek dije Empiryalîste û em nabe li dijî vê rejîmê şer bikin.
Lewma cudabûn û veqetiyan di nav wan de çê bû û bi awayek nefermî aşbetala xwe ragehandin. Wî çaxî me Komele bi tu awayekê qebûl nebû, lewma min û 14 hevalên xwe, mebiryar da ku em tevlî refên PDKÎ bin û me bo cara yêkem xwe bi Lika Şehîdên Jawero ya ser bi Hêza Zirêbar li Gundê Ewîhengê danasand in. Likê jî em şandin Komîte Şaristana Sinê li Gundê Tewrîwerê, ewan jî seba şarezayiya min di karê teşkîlatî, ez cardin şandim Komîte Şaristana Merîwanê û bi awayek fermî bûm pêşmergê PDKÎ.
Ew xebatkarê mêhvanê Agiriyê li dor jiyana xwe ya hevpar dibêje ku; Sala 1371\'an, li Qislanê di gel Saniye Qadir Zade min jiyana hevbeş pêk anî û berhema jiyana me jî keç û kurek e.
weş ya jiyana xwe tîne ziman û dibêje; Kongireya 8’ê, dema ku em ji dorpêça Helebçê derbas bûn û ber bi Qendîlê ve çûn. Wî çaxî Rêberatiya Şoreşgêr ji partiyê veqetiya bûn û hindek ji wan di nava refên kadr û pêşmerge de xwe weşarti bûn û karşikênî dikirin. Pêşmerge ji karê wan pir aciz bûn. Di salona Yekîtiya Lawan de civînek bi peşmergan re pêkanîn li dor, şêwaza riftar digel cemaeta veqetiyayî. Civîn ji aliyê Dr . Sadiq Şerefkendî ve hat birêvebirin.

Wêdemê min bo cara yekem ji nêzîk ve rêberê xwe dît. Pirxweş bû û min karî ku li xizmeta rêberê xwe de hindek gotinan bêjim.

Lê li dor roja herî nexweş a jiyana xwe, weke piraniya pêşmergên din ên PDKÎ dibêje ku; Roja cejna Qurbanê,em li Gundê Mazîbin a ser bi Bajarê Merîwanê Bûn.
Ehmed Padiganî û gelek ji endamên teşkîlata navxwe jî mêhwanên me bûn. Min hertim radyoya xwe hebû. Wê rojê bernameyên RDKÎ weke rojên din birêve nediçûn û gelek sirûdên şoreşgêrî belav dikirin. Min bi heval û mêhwanan re got ku ez pir nîgeranim û hêvîdarim ku tu tiştek neqewimî be. Piştî çend xulekan Ehmed Şêrbegî nûçeya şehîdkirina Kak Dr. Qasimlo belav kir. Roja cejna me bû roja şîn û giryanê. Eve roja herî nexweş a jiyana min e ku tu caran nahê ji bîrkirin.
Marif Remezanî dibêje; Piştî pitir ji 30 salan min tu çavnihêrî ji PDKÎ nine û bi tenê hêviyek min heye, ev jî ew e ku ez partiya xwe bi serkevtî di Kurdistanê de bibînim, da xwîna şehîdên me bi xisar neçe.
Di daviyê de Marifê pêşmerge rû li xelkê Kurdistanê di ke û dibêje; Xelkîno! xortino! Refên PDKÎ pir bikin, helmetek nû bixin kar. Dunya, bixasmanî herêma rojhelata navîn di guhertinê deye, hewil bidin da bahoza guhertinê Kurdistanê jî bigire, lewma refên partiyê çi weke pêşmerge, çi weke endamê teşkîlata navxwe pir bikin

Ebdulkerîm Celalî kurê Mihemed Salih, sala 1329¬\'an, li Bajarê Nosûdê, di malbatek mamnawendî de hatiye dinê. Her li bajarê Nosûdê diçe mektebê û qonaxa despêkî û nawendî bi daw îtîne. Piştî wergirtina medreka sîklê dest ji xwendinê dikêşe û dest diavêje karûbarên malbata xwe.
Ebdulkerîmê pêşmerge di sala 1349\'an de, diçe leşkeriyê û di Payîza sala 1351\'an de leşkeriyê bi dawî tîne û cardin vedigere mala xwe. Navbirî piştî midehekê weke karmend li Muxabirata bajarê Nosûdê tê damezirandin û hewdem bi şêweya mûteferiqe cardin dest bi xwendinê dike. Piştî sêsalan seba wergirtina medreka dîplomê ber bi Bajarê Kirmaşanê ve diçe û li wir medreka dîploma xwe werdigre.

Ebdulkerîm derheq nasîna PDKÎ weha bi Agiriyê re diaxive; “Berî serhildana şoreşa gelên Îranê, birayê min yêmezin bi nave Sebrî çû û tevlî refên pêşmergên PDK Îraqê bû”.

Piştî midehekê bala Mekteba Siyasî ji PDK Îraqê veqetiya û Sebriyê birayê min jî digel wan ket. Piştî midehekê li derdoraTewêlê cardin Sebrî li nav Yekitiya Nîştimanî rewiya û vegeriya nav PDK Îraqê de. Ev pêşmergatiya Sebriyê birayê min, bi min re bû hêcetek ku ez berdewam seredana birayê xwe bikim û ji nêzîk ve partiyên siyasî ên Kurd nasbikim û digel şoreş û tevgera nîştimanî ya Kurdan nasyar bibim û têkilî mesela netewî bibim.

Ebdulkerîmê pêşmerge dibêje ku; sala 1357\'an, dema ku şoreşa gelên Îranê dest pêkir, gelek ji xelkê Bajarê Nosûdê tevlî refên pêşmergên PDKÎ bûn ku min nasdikirin. Dema rejîma paşatiyê herifî û Komara Îslamî hat serkar, min weke endam midehê şeş mehan xizmet bi PDKÎ kir, pişt re komîteya partiyê li bajarê me hat avakirin û şehîd Hekîm Rizayî weke berpirsê komîtê hat diyarîkirin. Lewma di sala 1359\'an de, bi awayek fermî xwe bi komîteya PDKÎ li Bajarê Nosûdê nasand û ez bûm pêşmerge.

Navbirî li dor jiyana xwe ya hevpar weha bi Agiriyê re dipeyve; sala 1347\'an, dema ku temenê min 18 sal bû, min digel Qedrî Reûfî jiyana hevbeş avakir û niha jî berhema jiyana me du kur û sê keçin.

Navbirî bîreweriya herîxweş a jiyana xwe weha tine ziman; sala 1367\'an, Hêza Şaho, Melbenda du, û beşek ji Melbenda yek a Kurdistanê, di dema ku axa Îranê bi cih dihêlan û ber bi başûr ve dihatin, li derdora Helebçê, ketin navbera şerêher du dewletên Îran û Îraqê de. Em nêzîk bi 700 kes bûn bi jin û zarokan ve. Du şev û rojan em di bin agirê şer de man. Tu kes bi hêviya rizgarbûn ji vê rewşê nebû. Lê piştî darêtina bernameyek rêkûpêk ji aliyê fermande û serkirdatiya partiyê, ev hêza 700 kesî bi silamet û bê zirarên canî derbas bû. Eva roja herî xwe a jiyana min e.

Lê roja herî nexweş a jiyana min ev e ku sala 1368\'an, ez tevlî şehîd Mensûr Fetahî ku berpirsê melbendê û Mela Ehmed berpirsê Komîte Şaristanê bû, li devera Merîwanê bûn. Kak Mensûr Fetahî em gazî kirin û bi mere got ku, Dr. Qasimlo hatiye şehîdkirin û piştre RDKÎ jî nûçeya vê belav kir, eva roja herî nexweş a jiyana min e.

Ebdulkerîmê xebatkar dibêje ku; Tu çavnihêriyên min ji PDKÎ nine. Şeş kes ji malbata min şehîdên PDKÎ ne. Ez bi xwe jî pitir ji 30 salan e ku di nava partiyê de xebatê dikim. Bi tenê ez dixwazim ku partiya min yêkrêziya xwe biparêze. Ez bi veqetiyana hevalên berê ji partiyê pir aciz bûm. Ez hevî dikim ku ev diyalog û civînên her du aliyan bigehin encamek baş. Di daviyê de daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku yekrêziya xwe biparêzin û jialiyê rejîmê ve nehên xapandin. Herweha daxwazê ji wan kesan dikim ku di xizmeta Komara Îslamî de ne cardin vegerin nava gelê xwe de û desta ji vê karê qirêj bikişîn in.