Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî ew nasname ye!

18:02 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kerîm Perwîzî

Dr. Qasimlo rêberê tevgereke netewî û demokratîk bû ku dehan salan li dijî her du desthilatên paşatî û Wîlayeta Feqîh xebat kir. Wê tevgerê ji serhildanê heya rabûna ser piyan, ajarvedan û pişt re jî heya mezinbûn û berfirehbûnê, herwisa dema veqetiyan û şikestan û di dema paşvekişîn û pêşketinan de gelek ezmûn bi dest xwe ve anîn ku pareke zêde ji wan destkeftan di dema Pêşewayê nemir de hatibûn bi destxistin. Lê berdewamkirina vê rêbazê, vejandin, berhevkirina dubare a rêbazê, rêkxistina dubare, modernîzekirin, demokratîzekirin û geşepêdana dubare a vê rêbazê di stûyê Dr. Qasimlo de bû. Ew bi raman, hizr, xebat û xwîna xwe heya hertim bû darê berûyê ê mayînde û li ser piyan ku ti bahozek nikare bandorê bike ser rihên wî darî.

Dr. Qasimlo bi awayekî av daye darê berûyê ê şoreşa nîştimana me Kurdistanê û dar heres kir û pişt re wî darî ajar veda, ku Kurd di bin siya wî darî de bêhna xwe vedidin. Herwisa ew dar bûye hêma û handerê neteweyên din li Îranê. Bi taybetî azadîxwazên rastîn li wî welatî, wî hertim weke çavkaniya perwerde û handanê dibînin.

Desthilata Komara Îslamî di Pûşpera xembar a sala 1368'an de dixwast bi teqekirin li mejiyê tevgera netewî û demokratîk a Kurdistanê, vê tevgerê tûşî feleca hizr û mejî bike. Rejîmê dixwast bi vî awayî laşê bê ser ê vê tevgerê bike sotemeniya xwestekên xwe ên gemar û kirêgirtiyên xwe ên destkird. Lê nedizanî ku Dr. Qasimlo, darê berûyê ê şoreşa Kurdistanê ye û êdî bi rihên dîroka Kurdistanê ve hatiye girêdan. Tenê hin kadir û pêşmerge li derdora Qasimlo nîn in, lê belê tev dar û kevirên Kurdistanê wê bibin neynûka rengvedan û tîrêja ronahiya hizr û manîfestoya Qasimlo.

Şoreşa nîştimanperwerî û karwanê avakerên bingeha nîştimana nû, gav bi gav û qonax li pey qonax, bi Rasan'ê serî li waneyên Qasimlo didin. Qasimlo ji wan dûr nîn e û di odeya kar û xebata wan de, di çepera parastinê de, bi mûzîka telefûnên wan, di naveroka pirtûkên zanîngeha wan de û bi medalya ser sîngên wan re ye.

Çiya, gelî, zozan, kolan, bazar, zanîngeh, kargeh, karwan, dar, kevir û dîwarên Kurdistanê bi navê Qasimlo û bi bîranîna wî hatine xemilandin û xweştirîn mûzîk piştî Ey Reqîbê li cem Kurdên welatê rojê û rojhilat, sirûda Xwedeyo Welat Ava Ke ye.

Piştî derbasbûna 30 salan di ser xedr û tawana li hemberî Kurdistanê û Kurdan re, hêviyên dujmin hê bicî nebûne û Qasimlo êdî tenê sekreterê partiyekê nîn e. Lê belê ew bûye nasnameya şoreşa neteweyekê û hêma û armanca pêşerojê ji bo avakerên nîştimanê.