Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistanê toreke terorîstî ya rejîma Îranê ji nav bir.

12:07 - 29 Îlon 2020

Girûpeke terorîstî ku ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve di padiganan de hatibûne perwerdekirin, ji aliyê hêzên Erebistanê ve hatine binçavkirin.

Roja Duşemî, 28ê Îlonê, Erebistanê ragihand ku girûpeke terorîstî ku perwerdeya leşkeriya xwe di binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst de derbaskiribûn, binçav kirine.

Pêka neçeyên mediyayî yên Erebistanê, endamên wê girûpê di dawiya sala 2017an de li binkeyên Spaha Pasdaran de perwerdeya leşkerî dîtine û yek ji wan perwerdeyan, perwerdeya çêkirina bomban bûye.

Berdevkê Dezgeha Ewlehî ya Erebistanê li ser wê mijarê gotiye, ku toreke terorîstî ku endamên wê perwerdehiya leşkerî û meydanî di binkeyên Spaha Pasdaran de dîtibûn, ji nav birîye.

Di wê operasiyonê de, 10 kes hatine binçavkirin û çendîn çek û teqemenî ku di 2 binkeyên wan de hatibûne veşartin, hatine peydakirin û zevtkirinê.

Siyaseta rejîma Îslamî ya Îranê li ser binyata ola Şîeye û rejîma Îranê ji berê ve hewla berfirehkirina “Hîlala Şîe” daye. Ji aliyekî din ve, Erebistan wek navendekî girîng ya bisilmanên Sunnî, ji berê ve pirsgirêk digel wê rejîmê hebûye wekî, şerê Yemenê ku rejîma Îranê di Rojhilata Navîn de afirandiye.