Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esed diçe û Kurd hêşta jî bi hisabên biçûk ve mijûl in

15:18 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Memo Şahîn
Dezgeha îstixbarata Almanyayê dezgehek kûr û bi quwet e. Bê deng, bê teşqele karê xwe dimeşîne. Destê wê hem li cem desthilatdaran in, hem jî li cem mûxalifan. Çi li hûndir, çi li derva pêk tê, serwext e.

Di dema êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li hember Seddam, di rojên krîtîk yên di buhara 2003\'an de agahiyên giring, kordînatên baregehên Seddam, îstîxbarata Almanyayê pêşkeşî Amerîkiyan kir û wisa jî Bexda ket û destpêka rûxandina rejima Seddam ket qonaxek nû de.

Destên îstîxbarata Almanyayê ne tenê li Îraqê xurt bûn, destê wê her wiha li Sûriye û Îranê jî heya qesr û parlamentên wan welatan jî dirêj dibû û dibe. Navê vê siyasetê jî mîna Diyaloga Kritîk dabûn.

Wan rojan îstîxbarata Almanyayê (BND) zengil lêda û îlan kir ku emr û jiyana rejima Esed ne dirêje û ber bi dawiyê ve diçe. Diyarde û nîşaneyên vê yekê jî ji çend hefteyên dawî de derket pêşberî raya giştî. Hewldanek navnetewî li Ewropa, Rojhilata Navîn, li Rûsya û Amerika rû da û nêrînên cûda nezikî hevûdu dibin.

Ger Rusya ji aliyê Amarika û Ewropa bê tatmînkirin, daxwaz û berjewendiyên Rusya li Sûriyeyê û hewza Derya Spî bên berbiçavgirtin, mesele temam e û pêvajo jî ber bi dawiyê wê biçe. Rûsya niyeta xwe eşkere kir û niha bazarî li ser daxwazên Rûsya tên meşandin. Di heman dem û wextê de jî muxelefeta Sûriyeyê ji nû ve hat şidandin û Koalisyona Netewî ya Sûriyê li Qeterê hat demazrandin. Her wiha li Antalyayê serkêşên Artêşa Azad a Sûriyê hatin ba hev û di bin sponsoriya, sîwana Tirkiye, Fransa, Îngîlîstan, Amerîka, Qeter û Erabistana Siûdî de navendek leşkerî damezrandin.


Muxalifên Ereb refên xwe qayimtir dikin û cûdahiyên xwe datînin aliyekî û xwe ji bo desthilatê amade dikin. Li ser dahatû û pêşeroja Kurd û Kurdistanê qet tiştek pozitîf nabêjin, ne dezentralizasyona Sûriyeyê qebûl dikin û ne jî bo statûyek nû bo rojavayê Kurdistanê hazir û amade ne. Bi ser de jî helwesta Kurdan hêşta ne yek e; hêzên Kurd ne yekdeng in, ne hemaheng in, ji hevûdu re ne vekirî ne.

Raya Kurd bi ragihandina Desteya Bilind a Kurd di navbera hemû hêzên siyasî ên rojavayê Kurdistanê de gelek dilşad û bextewar bû. Ev yekitî li hemû Kurdistanê bû sedema şahî û dilxweşiyê. Lê çend meh derbas nebûn, kes nizane, ma ev yekitî maye an na. ji ber ku her alî li têl û miqamek cûda dixe; yek govêndê ber bi aliyê rast ve dikşîne, yê din hewl dide ku govend ber bi aliyê çep ve here.

Biryarên hevbeş ên Desteya Bilind a Kurd li erdê man, ne di aliyê siyasî û leşkerî de, ne li aliyê dîplomasî û têkiliyên derva de gavek bi hevra hatin avêtin. Ev hemû li pêşberî raya giştî ya Kurdistan û cîhanê pêk tên. Lê dîsa jî dema ev hêz li Hewlêrê tên ba hev, behsa hemahengiyê dikin,û wêneyên bi rûken belavdikin.

Raya Kurd jî dizane ku mesele, problem, pirsgirêk di navbera hêzên mezin û sereke de ye. Raya Kurd li parçên din li ser konsepteke hevbeş li hev nakin. Ser de jî di şerê mezhebî ku niha li Sûriyeyê pêk tê, ji hev cuda difikirin. Yek piştgiriyek şermok dide cepheya Suniyan, alîgirên xwe bê dawet dişîne Stanbol û Doheyê, yek bi awayek sergirtî mil dide eniya Şîiyan. Aliyekî cepheyê Tirkiyeyê dikşîne, serkeşiya aliyê din jî Îran dike û hevşîrikên wê jî Sûriye û Iraq in. Ev hemû jî rejîmên dîktator in; Kurdistan di bin nîrê wan de dinale.

Tirkiye li alîkî, Îran, Îraq û Sûriyê jî li aliyê din şerek mezhebî dijî hev dimeşînin. Nakokiyên mezhebî hezar sal in berdewam in. Lê dema pirsa Kurd hat holê, ev dubendî, neyartî û dijminatî di nav wan hêzan de namîne û hemû bi hevra li hemberê Kurdan disekinin û dibin yek.

Seddam çû, lê Sçeddamek nû di nav civata Ereban de bejn davêje. Malikî haziriya sefera Kurdistanê û şerê Kurdan dike. Sibê jî wê Esedek nû di nava wan hêzên nû li Sûriyeyê de wê bejn bavêje û rewşa Kurdan ji îro xirabtir be.

Kes nabêje ku ev hêzên sereke li Kurdistanê di hemû pirsgirêkan de, di hemû beşên siyasî de wek hev bifikirin. Lê qet nebe di hinek mijarên bingehîn de frekansên xwe bikin yek û bi hevre bişewirin, bidin û bistînin.

Pirsên ku bersiv tên xwestin ev in: Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûrî, an jî çend hêzên vê yekîtiyê dikarin rojavayê Kurdistanê birê ve bibin, gelê Kurd li hemberî êrîşên neyaran biparêzin û dahatûya Kurdistanek bi statûyek nû, çi otonomî, çi federasyon bidestxînin? Civîn û hewldanên li Stanbol û Antalyayê, li Qahîre û Qeterê jî nîşan dan ku ji bo wan guhertinan Tirkiye û muxelefeta Sûriyê ne amade ne û naxwazin jî.

Tirkiye dixwaze dubendî di navbera hêzên Kurd de derxe û wext qezenc bike, da ku hêzên Îslamî bi serkevin. Paşê çi dibe, em hemû jî dizanin.

Yekitî bi lihevkirinan, pêk tê û pêvajoyeke diyalogê, dayîn û standinê ye. Dem tê, digire; dem tê, dide. Lê di dawiyê de hemû bi hevra bi qezenc derdikevin û digêhêjin armancên xwe.

Dem nema û wext jî nêzîk bû. Îro nebe, sibê; ev meh nebe, çend mehên din Rûsya jî destên xwe ji pişta rejima Beis bikşîne û Esed ji Şamê wê derkeve. Bona ku sibê em li pêşberî zarokên xwe şermzar nebin, pêwîste em niha de destên xwe bidin hev.

Rojhilata Navîn serûbin dibe; sînor, xet û hidûd ji nû ve tên qişandin; sîstemên dîktatoran sist dibin û ji hêzê dikevin, lê dîsa jî em Kurd nikarin ji wan gûhertinên bingehîn de mifahê werbigrin. Em hêla bi hisabên biçûk mijûl in.

Qedera rojavayê Kurdistanê ne li Enqerê, û ne jî li Tehran û Bexdayê wê bê nivîsandin, lê li Qamîşlo û di destê aktorên Kurd de ye. Sozên ku Bexda, Tehran û Enqerê dayine Kurdan û aqûbet û encamên wan eşkere û diyar in. Tehemûla Kurdan ji şaşiyek nû re nemaye û wext jî dereng e!