Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Evîn berdewam dike

21:13 - 8 Gulan 2013

Eskender Ceiferî

Ho lo lo dujminno! Evîn berdewam dike. Ew, gotina evîndarekî bû ku hez ji keçekê dikir. Ew çîrok a rast, wusta pêk hat ku rojekê, hevalê xortê me, ew ji bo mala xwe gazî kir. Mêvandarî bû. Xortê lawik nedizanî çawa serê xwe rake û danî. Dirabû û dirûnşit, şerim dikir. Şerimî, ji çavên wî dibarî. Dema xwîşka hevalê wî dihat nava odê de, xortê me yê delal şerimgîn dima, û serê xwe berdida xwar. Lê diya keçikê dihat û diçû, û jiber wê jî ku kurik, zaf hez ji dayîka hevalê xwe dikir, silav jê kir. Helbet dîsa bi şerim. Roja mêvandariyê bidawî bû û xortoyê me ji mêvandariyê vegeriya. Tu nebêje keçik dema ku kurik ji mêvaniyê diçe mala xwe, ji dayîk û bavên xwe re dibêje: “Gelo wî çima wusa kir?! Ew qasî şerimgîn û birûmet bû, ku xwarina xwe jî bi başî nexwarî ye. Kurik hêdî hêdî dikete nava dilan de.

Kurik, yek ji dijberên padişa bû û piştî heyamekê ku karên wî li djî hakim, bo zîmamdaran derket kifşê, ji axa xwe reviya. Derbazî cihekê bû ku têde bijî û di heman demê de, ji destên padişa di eman de be. Wisa jî kir. Lê heyameke zaf jî bi ser de neçû ku rojgar hat û keçik jî kete nava astengiyê de, û şûna jiyana xwe terikand. Îdî hêdî hêdî keçik û kurik, dikarîn hev bibînin. Tu nebêje cara yekemîn, çawan kurik ji xwe re gotiye ku gihîştim miraza dilê xwe, û ezê daxwazê jê bikim ka gelo wê min bi qabîl bizanibe ku em zewacê pêk bînin?! Hevdem keçik jî di dilê xwe de wusa dibêje û ew jî li bal xwe hez ji kurik dike, û kurik jî li bal xwe hez ji keçik dike, lê çi yek ji wan ne haydar in. Dem derbaz dibe û malbata keçik dizanin ku kurik hez ji keçikê dike. Lê Xwedê kavil bike mala îxanetê. Wan ji keçik re negot û ji bal xwe fikirîn ku emê kum bixin serê kurik. Lewre jî, ji kurik re gotin: “Keça me hez ji te nake”.

Ew jî çû. Lê evîn, neqediya. Evîn, proseyek a berdewam e û dom dike. Dûmahîka wê çîrokê jî hêj çê nebû, jiber ku hezlêkeriya wan, dualî bû. Kurik, dilê xwe ji giravê xist, tev geriya heta fersend peyda bibe û ji keçikê re bibêje. Derfeteka baş, ji nişkî ve jê re peyda bû û xortê evîndar, ji keçikê re got. Tu nebê keçik jî, jêre dimire her mîna ku xort, ji keçikê re dimire. Gelo tiştek ji wê pîroztir heye ku keçik û kurikek ji hev hez bikin û hazir bin ji tev tiştên xwe û malbata xwe derbaz bibin, heta bigihin hev?! Keçik û kurik sûnd ji boy hev xwarin ku ewê bigihin hev, eger bi zordestiya wan jî bûye û çi karê wan pê neketiye ka gelo malbat, razî dibin an na. Soza wan a dawî ew bû ku razî dibin bila bibin, eger nabin, em, xwe razî ne, û emê herin bi hev re derkevin û ji jiyana xwe re xwedî derkevin. Wisa bû ku evîn dom kir û evîndar, bi hev re şad bûn û gihiştin hev.