Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ew bab mir!

14:54 - 9 Nîsan 2013

Selîm Zencîrî

Binav hilbijartina gera 11’mîn a serkomariya Îranê qirare du mehên din birêve biçe. Nimayîşek ku gelek medya û nawendên siyasî ên dever û cîhanê çav tê girtine û bi hûrî dişopînin.

Li vê navberê de bask û bandên cuda yên rejîmê jî serbarê hin dubendî û nakokiyên selîqeyî, ketine germkirina tendûra binav hilbijartinê û şerê zêringirî ê xwe kirine pêxora medyayan û dixwazin bi vê çendê dîsan raya giştî a Îran û cîhanê bixapînin û hêvîdar bi guhertinan û reformên siyasî bikin.
Bi taybetî ku niha rejîma komara Îslamî li asta navxweyî û derekî li xirabtirîn rewşa xwe de ye û rewatiya xwe ji dest daye.
Her ew rêkar û taktîkên ku sê dehsalin di qonaxên cuda de girtine pêşberî xwe û karîne temenê xwe pê dirêj û desthilata şûm a xwe jî berdewam bikin, niha jî di şeklên din de lê bi heman naverok û armancê ve didome.
Ya herî girîng ewe ku herdem qelşên selîqeyî ên ji ber deshilat û dizî û talana zêdetir li navbera eniyên rejîmê de kûrttir û berfirehtir bûne, şanogeriyên rejîmê jî berdewam kirine û bandekî xwe ê nermrewtir weke alternatîv dide nîşandan daku refên yekgirtî ên xelkê li dijî xwe têk bide û xwe ji hêrs û kîna pengurî a wan biparêze.

Cuda ji wê ku li civaka dîktatorlêdayî a Îranê de Weliyê Feqîh desthilatdarê mutleqe û gotina yekem û dawîn a welat dike û bi çarenivîsa 70 milyon xelkê Îranê dilîze, hilbijartin jî li bingeh de vala û bêwate ye û eva ku di bin navê hilbijartinê de tê encamdayîn, senaryo û şanogeriyek bêhempa û henek kirin bi demokrasiyê û dengê xelkê ye û heya Îran li nav çengên wî xwînmijê hov (rejîmê) de êxsîr be, demokrasî û piroseyek bi navê hilbijartina azad û dadperwerane bi xwe nabîne.

Vir de rol û lîstikvaniya bandên cuda yên rejîmê girînge ku êdî ji xelkê Îranê û raya giştî re eşkere bûne û nikarin çi din bi navê reformxwazî û fişqiyatên din xelkê bixapînin û tendûra hilbijartinê gor dilê pîregur û nîzama wî geş û germ bikin. Ji ber ku her ew binav reformxwaz bûn ku li xirabtirîn rewş û qonaxên jiyana rejîmê de gemiya wê li deryaya tofanî de rizgar kirine û gihandine devbehrê.
Bi taybetî di sala 1388’an de ku koşka dîktatoriya rejîmê ji hêrs û kerba xelkê ketibû lerzînê û şûşeya e’mrê wê li ber şikestinê bû, bi rûbenda reformxwaziyê sûîstifade ji hesta mafxwazî û azadîxwaziya xelkê kirin û bi kuntirolkirina neraziyan û têkdana refên wan, serbarê tomarkirina xiyanetek din li karnameya xwe de, dîsan rê bo afirandina cinayet û girtinan xweş kirin û carek din emegnasiya xwe bo Weliyê Feqîh û esla nîzamê nîşan dan.

Niha jî heman senaryo bi zêdebûna Ehmedînijad dubare bûye û dixwazin tendûra sare hilbijratinê bi lîstikvanên xwe germ bikin ku zehmete vê carê wan re biçe serî û bi qewlê kurdî ew bab mir!