Têmûrê Xelîl
Hinek bûyer hene, ku meriv naxweze û nikare derheqa wan da binivîse.
Yek ji wan bûyeran ew e, ku berî 28 salan, van rojên payîzê ez li Kölnê çend rojan bûme mêvanê serekê KOMKAR a Merkezî Mehmet Şahîn. Rojekê jî, 16ê îlona sala 1992an M. Şahîn gote min, ku îro Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî, nûnerê partiya wî yê Ewropayê Fattah Abdolî, nûnerê partiyê yê Almanyayê Humayum Ardalan wê bên mala wî û şevekê bibine mêvanê wî.
Me êvara wê rojê hev dît, hev nas kir, dû ra min texmîn kir, ku karê wan yê rêxistinî bi hev ra heye, ez çûm mala hevalekî din razam.
Berî çûyînê M. Şahîn ji min ra got: -Sibê em hemû bi hev ra diçine Bêrlînê, eger dixwezî, tu jî bi me ra were. Min got na, ezê herime Fransayê, mêvanê Înstîtûya Kurdî ya Parîsê me.
Min nizanibû, ku piştî rojekê wê li Bêrlînê wan hersê mêrxasên gelê me bi destî rêjîma Îranê ya faşîst gullebaran bikin, û ezê piştî çend rojan dîsa wana ”bibînim” û xatirê xwe heta-hetayê ji wan bixwezim, vê carê li Înstîtûya Kurdî li Parîsê, ku xatirxwestin û binaxkirina wan hersê mêrxasan organîze kiribû.
Ruhê wan li buhuştê, li Goristana Parîsê a kesên di cihanê da binavûdeng Cimetière du Père-Lachaise ye. Ruhê wan şad be û Xwedê mezin behsa serxwebûna Kurdistana Mezin bi wan va eyan bike.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine