Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qehremanekî werzişî yê Kurd xelata xwe ya zêrîn pêşkêşî malbatên şehîdên Kurdistanê kir

11:44 - 1 Çirriya paşîn 2025

Ferşad Girdekane, werzişvanê Kurd li hunera “Cocîtso” yê, xelkê Kengawerê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku akinciyê Ewropayê ye, li kêbirkêya Cocîtso ya Ewropayê de pileya yekem û xelata zêrîn bi dest xist, û li dema serketinan û herwisa li dema vergirtina xelata zêrîn de Ala ya Kurdistanê bilind kir.

Wî werzişwanê qehreman ê Kurd li dema vegirtina vê xelatê de ev pêşkêş bi malbatên şehîdan bi taybet şehîdên 3 bajarên Kerkûk, Efrîn û Umiyê kir û ragihand ku ev bajar Kurdistanî ne û dê her dem Kurdistanî bimînin.

Navbirî li kêşa 91 kîlo de li beşa Graplîng a wan rikeberiyan de beşdarî kiriye, hevdem digel karê werzişvaniyê çalakvanekî siyasî û medeniyê Kurdistanê ye.