Îdareya Gumrik a Erebistanê li roja Înê 31ê Çiriya Pêşîn, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 5.3 milyon hebên “Amphetamine” naskirî bi hebên hişber ên Captagon ku li nav rijî yê de hatibû veşartin, li qiraxava Melîk Ebdulezîz a Erebistanê de hatiye peydakirin û dest bi ser de hatiye girtin, û herwisa 3 kesên li Erebistanê ku vergirê vê madeya hişber bûne hatine girtin
Hebên Kaptagon ku berherma Hizbulla Lubnan û spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst li Rojhilata navîn bi taybet li Sûriye û li vê dawiyê li Yemenê li jêr kontrola spaha pasdaran a terorîst û Hûsiyan de tê berhemanîn, ji aliyê qaçaxçiyên madên hişber ên ser bi wan aliyan ve li welatên Rojhilata Navîn û herwisa Ewropayê belav dikin ku tevî qazancek zêde bo Hizbullah û spaha pasdaran a terorîst, bi awayekê dabînkerê beşek ji xercê wan milîsên ser bi rêjîma Îranê ye jî.