Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firamerz K...

20:52 - 27 Tebax 2013

Hevpeyvîn: Faxir Mewlûdî

Firamerz Kaşifî kurê Mehmûd, sala 1322’an(1943) li bajarê Nodşê û di malbatek desteng de tê dinê. Firamerz dema ku tê dinê dayîka xwe ji dest dide, lewra dewrana zarokatiya xwe bê dayik derbaz dike.

Her weke piraniya zarokên wî çaxî ên Kurdistanê, Firamerz jî bi sedema destengî û hejariyê nikare here xwendingehêê û ji xwendinê bêpar dibe.

Firamerz Kaşifî li dor nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha diaxive: “ Di serdemê ku Ehmed Tofîq Sekreterê PDK Îranê bû, birayek min bi navê Sidîq Hewramî pêşmergê PDK Îranê bû. Rojekê Ehmed Tofîq weke sekreterê Partiya Demokrat hate “Tewêlê” û piştre ber bi bajarê Nodşê hat û li mala me sekinî. Ehmed Tofîq daxwaz kir ku xelkê Nodşê kom be û piştî axavtinek zaf, ji xelkê re got ku sibê gerek hûn hemû bên bo Tewêlê, roja din xelkê gund bi giştî çûne “Wezlê” ku dikeve pişta Tewêlê, li wir cardin Ehmed Tofîq ji xelkê re axivî û paşan em ber bi malên xwe vegeriyan. Tê bîra min ku wî çaxî 37 kes ji xelkê Nodşê di refên PDK Îranê de pêşmergên bûn”.
Firamerz Kaşifî tevlîbûna xwe bi refên PDK Îranê re weha tîne ziman: “ Tê bîra min ku rojekê Ehmed Tofîq ji min re got, PDK Îranê partiya xelkê Kurdistanê ye û tu carî ji nav naçe û hertim dimîne, ew gotina Ehmed Tofîq her di mêjiyê min de bû heya Sala 1357’an(1978). Hemese’îd Kalkal ku wî çaxî berpirsê binkeya Nodşê a PDK Îranê bû, çend kes şandne pey me da ku bona şer tevî rejîma paşatiyê, çek û teqemeniyan ji “Tewlêlê ve ber bi Nodşê bibin. Wî çaxî meşên nerazîbûn û şoreşê li dijî rejîma paşatiyê taze dest pêkiribûn, em çûn û me çek û teqemenî gehandin Nodşê. Eva ji aliyekê bû despêka şerê PDK Îranê tevî rejîma paşatiyê û ji aliyê din ve bû despêka pêşmergatiya min, ji berku ez ji roja barkirina wan çek û teqemeniyan ve bi awayek fermî bûme pêşmergê PDK Îranê.”

Firamerz roja herî ne xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî nexweş a jiyana min roja şehîdketina “Xwedayê nîştiman” wate Dr. Qasimloyê rêber e, ew roj bi qasekê rojek bi êş bû ku heya ez li ser erdê bimînim wî rojî ji bîr nakim. Tê bîra min ku em li “Qislanê” bûn dema nûçeya şehîdketina şehîd Qasimlo hat, gellek ji pêşmergan xwelî bi serê xwe de dikirin.”

Firamerz li dor roja herî xweş a jiyana xwe weha ji Agiriyê re diaxive:” Tu rojek xweş di jiyana min de nine, ew roj dibe roja herî xweş a jiyana min ku xwedayê mezin, “Xwedayê nîştiman”a min cardin zindî bike, eva dibe roja herî xweş a jiyana min di herdu cîhanan de, herçend dizanim ku cardin “Xwedayê nîşyiman” sax nabe, lê ez heya dimirim rêvîngê rêya wî me. Ez pir ji Dr. Qasimlo hez dikim, bawer bikin sê birayên min çûne ber rehmetê rondik ji çavên min nehatin xwar, lê ji boy Dr. Qasimlo min bi dilek şewitî pirr rondik barandin.”

Firamerz Kaşifî ne xwendewar e lê bi sedema pêşmergatî û geriyana di Îraqê de, zimanê Erebî bi başî dizane û qise dike.
Firamerz dibêje: “Jiber ku ez rêvîngê rêya “Xwedayê nîştiman” im, heya niha jî bo yek deqêyê jî bi dirêjahiya temenê pêşmergatiya xwe, min seh bi mandîbûn û sekinînê nekiriye û we xatircem dikim ku heya deqeya dawiya jiyana xwe jî ez vê rêbazê bernadim, lewma daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku piştevanê PDK Îranê bin û herweha hêvî dikim ku Partiya Demokrat her bimîne û em jî şehîdan ji bîr nekin û rê û rêbaza Dr. Qasimlo bilind ragirin.”
Firamerz Kaşifî bi vê gotinê hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “Ez ji tewahiya kadr û pêşmergên PDK Îranê razî me ji hemûyan hez dikim, lewma weke kadr û pêşmergên Partiya Demokrat daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku xwîna şehîdan jibîr nekin û herweha ji aliyê Komara Îslamî ve nehên xapandin, jiber ku mafê me ye ku weke tewahiya netewên din ên cîhanê xwediyê ziman û hikûmeta xwe bin.”