Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo Kurd tenê bese ji Kurdbûna xwe xwedî derkevin?

16:58 - 21 Çirriya pêşîn 2020

Nûredîn Sofîzade

Di dîroka netewa Kurd de gelek mijar hene ku dema mirov jê dinêre û jê difikre, hemî dibine mînak û ders hem di warê bandora erênî û hem nerênî, mixabin şaşitiyên mezin ji aliyê Kurdan ve hatine kirin û hin ji wan şaştiyan bûne adet û rêbaz.

Bi dirêjiya dîroka Kurd û Kurdistanê, ku dijmin û neyaran cehd kirine ku wê netewê ji nav bibin û bihelînin û bikine parek ji xwe û Kurdbûnê ji bîra wan bibin, vê yekê wisa kiriye ku gelê Kurd ne tenê fikra rizgarî û serbestiya serxwebûnê û çêkirina dewletekê bo xwe neket, belkî tenê eva yeka zaniya  ku xebatek hewce ye ku bikare xwe di hember asîmilasyona li ser xwe bisekine û ji nav neçe.

Mixabin givaşa ji aliyê dujminan ve bo ser Kurdan wisa kiriye ku bo heyamekî dûr û dirêj tenê mijûlê xweparastinê bin da ku ji nav neçin, lewma dijminên wekî Tirk û Ereb û Farsan, gelek bi başî seh bi wê rastiyê kiribûn, lewma wekî stratêjî û pîlanekê di hember Kurdan de siyaseta asîmîlasyonê girtine bera xwe heta ku Kurdan bi şerê xweparastinê ve mijûl bikin da ku fikrê ji serbestî û bidestvegirtina mafê qedera xwe nekin, û wê siyasetê gelek bandor dana ser xebata Kurdan.

Herçiqas hekî heya niha jî gelê Kurd zindî maye û dixebite û serê xwe di hember dijminan de neçemandiye, renge di cihê xwe de gelek girîng û bi nirx be, lê eva bes nîne û gelê Kurd divê di cihê şerê xweparastinê, şerê gihîştina bi rizgariya netewî bikin.

Kurd divê bi awayekê taktîka xebata xwe biguherin ku ne tenê qina`etê bi şerê xweparastinê ku nav jê danane berevaniya rewa bike, belkî hewce ye her bi xwe xwedî sitratêjî û pilandarêj be da ku hem bersivek be bo pîlan û taktîka helandin û bêdengkirin û asîmîlasyona dijminan li ser xwe, hem jî bixebite û şerê avakirin û çêkirina kiyana netewî bike, bi curekê ku Kurd bikare dijminên xwe di rewşa êrîş û pîlanan, bêxe rewşeke berevaniyê.

Renge eva jî bibe pirsyar ku gelo Kurd çawa dikare karekî wiha bike?

Bo bersiv dana bi wê pirsyarê ku renge cem gelek kesan hatibe pêş, hewce ye Kurd wan çend rêkan bigre bera xwe, ku ezê di berdewamiya wê nivîsînê de amajê pê bikim ku ew in: Netewesazî- Nîştmansazî- dewletsazî.

Bi raya min ew 3 warane jî tiştek nîne ku Kurd nekarin bikin.

Netewesazî- Dema ku Kurdan di her çar perçên Kurdistanê de cehd kirin, yekîtiyekê di nav xwe de çê bikin û hêla xebata netewesaziyê bi çêkirina yek gotariya siyasî û çêkirina Tioriyekî netewî bona bidestveanîna mafê qedera xwe di awayek ji awayên mafê çarenivîsa netewî, wekî serbixweyî, fîdralîzm, xudmoxtarî, otonomî, xwebirêveberî, mafê çandî û…hwd ne, eva ku her part û rêkxistinekî Kurdan cure rêbazek û tioriyek û siloganek girtibe bera xwe ku digel hev di dijberiyê de bin, bê guman nebûna yek gotariya Kurdan li ser mafê qederê, gelek xizmet bi pîlanên dijminan kiriye. Dema ku Kurdan cehd kirin ku bi parastina ziman û çanda xwe bi pîroz zanîna nîşanên netewî wekî ala û sembolên xwe xwedî derkeve û li ser bête cihab, bê guman eva jî hesta netewî dibe serê û dibêjne wê yekê “Netewesazî”.

Nîştimansazî- Dema ku gelê Kurd karî li ser axa Kurdistanê li hev bikin, dema ku cugrafiyaya Kurdistanê diyarî kirin, herçiqas ku di serdemê dagîkariyê de be jî, dibe Kurd bizanin û sax bin ku Kurdistan kîderê heya kîderê ye, dema ku Kurd di xema axa xwe de bûn, xema jîngeha Kurdistanê de bûn, dema ku cihwarên dîrokî yên xwe biparêze, dema ku hemî akinciyên Kurdistanê hevniştîmaniya xwe bizane û kêmaniyên xeyrîKurd jî ku di Kurdistanê de ne bêxe nava xebata xwe, bê guman ev “Nîştimansazî” ye.

Dewletsazî- Dema ku Kurdan seh bi wê yekê kirin ku dibe dewleta xwe hebin, dema ku Kurdan bi hemî cudahiyên cugrafiyayî û çandî û devokî hevdu qebûl kirin û amade bûn digel hevdu kar bikin, dema di her cihekê de derfet hebe Kurdan karîn sazî û damezrawên birêveberî û karê fermanberî bikin, dema ku her dîplomatekî Kurd xwe westand û her deriyek kuta da ku piştevaniya navdewletî û bîhaniyan bo netewa kurd rabikêşe, bê guman eva pêngava ceribandina “dewletsaziyê” ye û dijim jê dibe`ecin.

Gelê me yê Kurd heya niha gelek bi başî kariye şerê xweparastinê bike, her lewma ye jî heya niha wekî neteweyekî zindî maye û berdewam e, lê êdî eva têrê nake û hewce ye gelê me cehda avêtina pêngav bi pêngavan be bona gihîştina bi wan 3 xalên serve an ku Netewsazî, Nîştimansazî û Dewletsaziyê .

Bê guman hingê ye ku em dikarin bêjin gelê Kurd stratêjiya xwe bona gihîştina bi daxwazên netewiye xwe guheriye û hivîdar bin ku dê ji derbasbûyî baştir bibe.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine