Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ên rêjîmê malbatek kirine armanc û zarokek wan kuştin

11:02 - 22 Çirriya pêşîn 2025

Demjimêrên şeva 18ê Çiriya Pêşîn, hêzên hov ên wêzgeheke nû ya lêkolînê li nêzî gundê “Bît Kuwar”ê ser bi devera Howêyzê, bê agehdarkirina berê û xoserane û bi awayê rasterast teqe li maşîna hevwelatiyekî Ereb ê bi navê “Nebî Şerîfî” kirin ku li encamê de zarokek bi navê “Zulfeqar Şerîfî, kurê Nebî hatiye kuştin û bira, dayîka û bavê wî zarokî bi dijwarî birîndar bûne.

Pêka raporên belavbûyî maşîna vê malbatê ku mijûlê derbasbûn ji vê wêzgeha nû ya lêkolînê bûye, wan hêzên hov bê ti agehdarkirinek ku bisekine, maşîna wan dane ber desrêja gulleyan.

Tevî ku berpirsê hêza tepeserker a întizamî ya Hovêyzê ragihandiye ku dosyeyek bo tawanbarên vê teqeyê hatiye çêkirin, lê çavkaniyeke nêzî malbata Şerîfî ragihandiye ku heta niha ti bikerekî vê cinayetê nehatiye binçavkirin û rêjîmê gef li wan kiriye ku xwe ji hevpeyvîn digel ragihandinan biparêzin neku dê wan siza bikin.