
Banka cîhanî li rapora xwe ya nû de ragihand ku geşeya aborî ya Îranê li sala 1404 a rojî de, -%1.7 û nirxa enfilasiyonê %49 e û karnasên aborî dane zanîn ku li berdewamiya vê rewşê, aboriya Îranê dê tûşî îflasa yekcarî bibe.
Herwisa Reutersê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku bi sedema gendeliya sîstematîk û siyasetên Elî Xamineyî, aboriya Îranê rû bi enfilasiyona serberedayî û şikesta dijwar ve diçe ku encama biryarên bi xerc û binbesta siyasî ya rêberê rêjîmê ye û berpirsên rêjîmê vê rewşê dêxin stuyê dorpêç û dujminatiya welatên din, li halekê de binyata hilveşîna aboriya Îranê li rant, gendelî û bikêrnehatina bernameyên navxweyî de ye.
Ji aliyê din ve pêka rapora nûçegihaniya Fars a rêjîmê, 20 milyard Dolar a diyarîkirî bo hawirdekirinan bêserûşûn bûye û ti alî an berpirsek xwe bi berpirsyar nizane û lîstek ji 10 kes û 10 şirketên ku pêwendîdar bi vê diziya eşkere ne belav bûye lê ti kesek xwe bi berpirsyar nizane û pêka raporan ev kes û şirket, ser bi rêjîmê ne û ti berpirsiyaretiyekê li vê derheqê de li stuyê xwe nagirin û bi eşkere û berçavên xelkê, 20 milyard Dolar ji dahata xelkê Îranê dizîn.
Ev dizî û gendelî li halekê de ye ku “Mecîd Gûderzî”, ku karnasekî aboriya rêjîmê ye ragihandiye %70 a dahate xelkê Îranê xercê îcareya xaniyan dibe û qasa hejariya îcarenişînan, li hinek parêzgehan de li navbera 80 heta %90 ye û êdî ti bûdceyek bo malbatan namîne ku bo perwerde, derman û hewcehiyên din ên jiyanê xerc bikin.