Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşa Pêwendiyên Hizbê kombûnek digel ofîsa Wezareta Derve ya Ustraliyayê lidar xist

12:26 - 22 Çirriya pêşîn 2025

Roja Sêşemî 22ê Çiriya Pêşîn a 2025 a Zayînî, rêzdar “Selah Pûresed”, berpirsê Pêwendiyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Ustraliyayê, hevrê digel rêzdaran “Bawe Rizayî, Ronak Rad û Jîno Kardo” yên endamên Beşa Pêwendiyên Hizbê bi rêya vîdyokonferansê digel îdareya Karûbarên Rojhilata Navîn û berpirsê Dosya Îranê bi serperestiya xatûn “Elîsa Monro” li Wezareta Derve ya Ustraliyayê kombûnek lidar xistin.

Li vê kombûnên de beşa pêwendiyên Hizbê bi hûrî îşare bi kiryarên terorîstî yên rêjîma Îranê li derveyê Îranê û sazkirina fitneyan li cîhanê û kuştin û bidarvekirina xelkê navxwe bi taybet gelê Kurd kirin û li vê derheqê de bi piştrastbûn bi hejmarek belgeyan, kiryarên gemar û terorîstiyên rêjîmê anîne berbas û derxistina balyozê rêjîma Îranê li Ustraliyayê, wek bihêztirîn belgeya bîrhêner a birêveberên Wezareta Derve ya Îstraliyê dane xuya.

Herwisa li beşeke din a vê vîdyokonferansê de bi hûrî îşare bi xebata gelê Kurd li heyama deshilata rêjîma Îranê û pêşengiya gelê Kurd li serpêragirtina şoreşê bi taybet li şoreşa Jînayê û tevaviya lêkevt û paşhatên vê şoreşê û qurbanîdana netewên jêrdest bi taybet netewa Kurd kirin.

Li berdewamiya vê kombûnê de beşa Pêwendiyên Hizbê, îşare bo rola rêjîmê bo alozkirina rewşa Ustraliya û givaşxistin bi ser çalakvanên Kurd li wî welatî kirin û tekezî bi ser pêwendiyên zêdetir bo naskirina zêdetir a pirsa Kurd û herwisa nirxdana zêdetir a dewleta Ustraliyayê bi pirsa Kurd li civaka cîhanî de hate kirin.

Berpirsên Wezereta Derve ya Ustaliyayê tevî rêzgirtin û guhdana hûr ji hevrêyên Hizbî, ragihandin ku rola kurd li şoreşa Jînayê de bingehîn bûye û zêdetirîn qurbanî jî li 4 dehikên deshilta rêjîma paşvero ya Îranê de dane û hewceye bi qasa keda xwe li paşeroja Îranê de rol hebin û vê yekê licivaka cîêhanî de bi tekezî, pêdegiriyê bi ser de bikin û herwisa hejmarek pirsyar hebûn ku ji aliyê beşa Pêwendiyên vê Hizbê ve bi sersatî bersiva wan pirsyaran hate dan.

Herwisa li navbera her du aliyan de biryar hate dan ku pêwendiyên zêdetir li demên nêz de berdewam bin û her du aliyan soza berdewamkirina wan cure kombûnên hûr û bi naverok dan.