Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo li Bakurê Kurdistanê heya çi qasekê gelê me agehdarê Xebata Hizba Demokrat?

18:24 - 17 Gulan 2021

Zaniyar Amedî

Kurdê bakurê Kurdistanê, bi awayên cuda bi komikên partî û rêxistinan hatine polîtîzekirin. Ew tesîra jihevkirina polîtîzekirinê, azadîya ramanên kesane di wan de hatîye  windakirin. Wan hizra xwe bi rêxistinan dahine girêdan. Jiber vê yekê, qet cuda nafikirin û gelek caran rastîyên derdora xwe nabînin. Carna bûyerên ku ber çavên wan jî werin encamdan jî, ew rastîya wê bûyerê ber çavan nanirxînin. Bêguman ew pirsgrêkek psîkolojîk a bê derman e di nav part û aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê de. Di wî warî de, gelek nivîskarên Kurd hene ku mixabin gorî hizra xwe û bi bê berçavgirtina pirsa netewî mijaran gorî hizra xwe dinirxînin. Gelek caran ev nivîskar bi kirasê bîrdozîyên dijminan jî, erkên xwe bicî tînin, bi bê vê ku bizanin nivîsîna wan çiqas derbê ji hizra netewî dide. Rastî dîyar e ku li Bakur pirsgrêka nivîskarî/rewşenbîrî heye.

Bêguman hemberî wê sîyaseta han, Kurdên neteweperwer û nivîskar û rewşenbîr ên paqij jî, rastîyan tînin ziman. Rexne û teşhirkirina me ji bo wan kesa ye ku hizr kiryarên wan ne di xizmeta doza gelê wan de ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji damezrandina Komara Kurdistanê ve heta niha, bi şoreş û şer li hemberî dewleta Îranê tekoşîna demokrasî dimeşîne û mafê netewa Kurd diparêze, wek mînak demokrat bi pêşmerge hebûye û heye.  Li ser wê xebata dûr û bi şanaz de, bi qahremanî û fedakarî jî hemû Kurdan û deskevtîyên Kurdistanê, gel û axê re xwe kirîye cangorî. Bandora şoreşa Hizba Demokrat ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê ye, bi gelek fedakarî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî erkdar bûye û erkdar e. Li Bakur hertim piştevaniya xebata netewî kirîye. Herweha li Rojavayê Kurdistanê jî dîyar e. Parastina deskevtîyên Başûrê Kurdistanê, wek xebata xwe dîtîye û parastîye. Ji bo evê ku şerê wê bi dijî rejîma Îranê re nebe derfet û hêncet ku, Îran têkeve nava axa Başûrê Kurdistanê şerê xwe yê çekdarî li Rojhilatê Kurdistanê bo heyamê nêzî 20 salan rawestandin. Li çîyayan, pêşmerge neman daketine kûratiya başûrê Kurdistanê, di wê biryara hest bi berpirsayetî û xwedî derkevtin ji deskevtên gelê Kurd li Başûr, Hizba Demokrat rola xwe ya fedakarî lehîst û divê hertim gelê me vê yekê pê bizane.

Valahîya hebûna Pêşmerge li Rojhilat, ji dewleta Îranê re bû propaganda derewîn û vala. Hevdem propaganda dewleta Îranê ev bû ku li piştî terora rêberên Hizba Demokrat, Dr. Qasimlo û Şerefkendî, pêşmerge hemberê hêzên Îranê têk çû, hizib nemaye. Bi salan hemberî xelkê Kurdistanê ev propagande dikir. Dixwest parêzvanên Kurdistan û hêvîyên gel an ku pêşmerge di nav hişê gel de derxe û ji doza netewî dûr bixe.

Piştî ku alozîya Rojhilata Navîn kûr bû, ew alozî ber bi Îranê ve jî çû, û ji bo pirsgrêka Kurd derfet çêbû. Di wê qonaxê de “Rasan” hate ragihandin û xebata çekdarî/medenî careke dinê ji nû ve hizûra Pêşmerge di Rojhilatê Kurdistanê de dom kir û wê qonaxa xebata PDKÎ li Rojhilatê gelek bandor hebû û careke dinê îrada xebata rizgarîxwazane û netewî di nava gel de zindî kir û li hemî cîhanê de jî deng weda û bandor hebû.

Di wê qonaxa xebatê de, çawa xebat li “şax û şar” des pê kir. Dewleta Îranê jî dev ji propaganda derewîn û vala berda û hemî gotin û siyaseta wê ya çend sale bûne bilqên ser avê. Careke din tirs kevte nava rejîmê. Dewlet bi hemû hêza xwe ve, xwest hemberî xebata pêşmerge derkeve. Hêza xwe ya çekdarî li Rojhilat bi hêz kir.

Di wê qonaxê de gel û pêşmerge bûn yek. Gel li bajar û gundan de dilê xwe ji pêşmerge re vekir. Pêşmerge bi îradeyekî polayîn derkete nava gel û her cihekê hewce bû şerê xweparastinê û rewa kir û carekî dinê çalakiya pêşmerge bû rojeva sîyasî. Li minasibetên weke Newroz û bîranînên taybet, gel da xuyakirin ku bi hemî rengî digel Pêşmerge ye. Herweha digel despêka wê qonaxa xebatê bi tevlîbûna ciwanên şoreşger, pêşmerge bihêz bû. Bi kurtî em bêjin xebata hizbê, têrî bingeha desthiladarîya gel û Kurdistanê ye. Niha jî bi Hêza Pêşmerge û îrada gel bi awayê cuda-cuda ew qonaxa nû ya xebata Rojhilat bi pêşengiya PDKÎ dimeşe û roj bi rojê xort dibe.

Lê eva ku bêtir mirov dêşîne eva ye ku li perçên din ên Kurdistanê û bi taybet li Bakur de giringî bi xebata Rojhilat û PDKÎ nehatiye danê û bi awayê hewce nayê dîtin. Her çawan gelê me li Bakur wisa difikre ku hewce ye gelê Kurd li perçên dinê ji xebata wê xwedî derkevin, bê guman xebata Rojhilat jî ew çavnihêriye ji Bakuriyan heye. Li Bakur ew kesên ku ji xwe re dibêjin nivîskar, ne tenê xebata Rojhilat û parên dinê yên Kurdistanê nabînin û basê jê nakin, belkî mixabin gelek caran hin kesên binav Kurd peyda dibin ku hemen peyvan li ser xebata Kurd li Rojhilat dibêjin û dinivîsin ku tenê dijmin wan gotinan bi dijî gelê me û xebata berheq a wê bikar tîne. Gelek caran dibêjin: Hizba Demokrat lawaz bûye, nikare bikeve çîya, bi şehîtkirina Dr. Qasimlo û Şerefkendî Hizib nema parçe bû, nikare çalekî bike, gel xwe ji hizbê dûr digre, di bin bandora Başûr de ye, nikare tiştek bike... Ev kesên ku rejîma Îranê dinasin, bê guman dizanin ew gotin bi dijî tevgera Kurd li Rojhilatê hemî gotin û pirûpagenda rejîmê ne û ez bawer im her Kurdek jî wan gotinan bike bila kesê şik çinebe ku girêdayê rejîma Îranê ye.

Emê ji wan nivîskar û rewşenbîrên ku kevtine ser wê hêla şaş û li dijî xebata gelê xwe derkevtine pirs bikin, erê gelo başe ger Kurdek eva dujmin li ser we dibêje, wê gotina dujmin ducarî bikî?

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine