Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giringîdana Agirî bi mijarên civakî

20:01 - 26 Şibat 2013

Îlham Çayçî

Armanca sereke a PDKÎ ji avakirina duheftînameya Agirî gehandina siyaset û bîrûboçûnên PDKÎ bo vê para Kurdistanê ye ku Kurdên Kurmancîaxêv têde akincî ne. Zaravayê Kurmanciya jorîn zaravayê piraniya Kurdan e ku hewce ye PDKÎ siyasetên xwe bibe nav wan de jî.
Agirî ji yekem roja xwe de riyek diyar û xuya girtiye pêş û heya niha jî ji vê riyê derneketiye. Yek ji wan xalan giringîdana bi mijarên civakî û mijarên pêwendîdar bi pirsa jinan bûye, û berdewam nivîskarên Agirî mijarên roj û bi bandor di vî warî de bilav kirine.
Sedema serkevtina Agirî di vî warî de vedigere ser pênaseya rast û durust ya wê, ji kêşeyên civakî ên di nav civatgeha Kurdistanê de. Ew kêşeyên ku li encama xemsariya nawendên medenî û her weha siyasetên dijî mirovî ên deshilatê bi ser civakê de hatine sepandin, wek: bikarîanîna madeyên hişber, jinaên li ser kolanan, leşfiroşî, helatina jinan û herweha ciwanan ji mal, û revîna mejiyan û ...hwd.
Eşkerekirina wan rastiyan bi armanca zêdetir hişyarkirina xelkê Kurdistanê û nîşandana rûyê rastîn ê rejîmê û cînayetên wan derheq xelkê Kurdistanê gellek hewce ye. Niha karbidestên rejîma Îranê hewil didin ku civakek kavil û pirr ji fesad pişt serê xwe ve bihêlin. Ew erkê pîroz ku Agirî birêve dibe wek birina siyasetên PDKÎ bo nav civaka Kurdistanê yek ji hewcehiyên xebata vê serdemê ye, bi taybetî ku mijar bi zaravayekê bilav dibin ku li her çar parçeyên Kurdistanê de xwendevanên xwe hene. Lewra çalakên medenî, çalakên mafê jinan, mafê ciwanan û zarokan û ...hwd divêt erkê xwe bizanin ku alîkariya Agirî bikin û dengê xwe bigehînin her derê Kurdistanê.