Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara nû ya Kovara “Bernamegeh” derket

16:56 - 25 Çirriya pêşîn 2020

Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî ya “Bernamegeh” bi hejmara xwe ya duyemîn derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara nû ya Kovara “Bernamegeh”ê de gelek nivîskar bi gotar û helbestên xwe beşdar bûne û naveroka kovarê dewlemend kirine.

Konê Reş li ser êş û jiyana Celadet Bedirxan, Occo Mahabad bi nivîsa xwe ya ser helbestvan Qanî, Nîhat Gûltekîn behsa Salihê Biro, Ayhan Erkmen li pey Qedera Hevpar, Îkram Oguz ser Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê û Yaqûb Kurmanc qala Ola Zerdeştiyê dikin.

Naveroka vê hejmarê wiha ye:

- Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de / Konê Reş

- Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî / Occo Mahabad

- Şikeft / Omer Dilsoz

- Vê Sibehê Sivik Wekî Per im / Mervan Serhildan

- Rivîna Dilê Min / Laleş Qaso

- Şin, Işt, Gîn / Qendîl Şêyxbizînî

- Jiyana Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî

- Çîrokên Civakî û Toreyên Kevneşopî / Lokman Polat

-Boxê Gulan / Mihemed Hemkoçer

- Jiyana Zeynelabidîn Han

- Ola Zerdeştî / Yaqûb Kurmanc

- Ji Welatê Xwe Hiz Dikim / Têngîz Siyabendî

- Min Hest Kir, Name / Bawer Yekta

- Payîz / Eskerê Boyik

- Zimanê Standart Ango Kurdiya Akademîk / Îhsan Bîrgul

- Helbest / Şêro Dalînî

- Jiyana Behlûlê Mahî

- Ka Rola Întelecinsiya Kurdî? / Mihemed Hesko

- Newaya Rengîn / Mehmûd Badilî

- Kurdistan / Elind Mizûrî

- Heyîvokî ya me, Feminizma Cihanî û kapîska Swêdî / Nesrîn Rojkan

- Karîkatûrên Kurdî

- Çîroka Kerekî Mirarî / Yasemîn Elban

- Di Dîroka Kurdistanê De Bê Bextî û Bê Tifaqiyek - Remezan Bakur

- Helbest / Cîhan Hesen

- Kedîkirina Tirsê / Sedat Yurtdaş

- Tofana Dil / Bahadin Robar

- Pîr Şalyarê Zerdeştî Yan Pîr Şalyarê Yarsanî Yê Feylesof?

Soran Hemereş Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr

- Şevêdî / Melevanê Baranî

- Li Serhedê Rojên Zivistanê / Yucel Aslan ( Koçer)

-  Berawirdkirina Çîrokên Duh û Îroyê, li ser ên Qedrî Can û Mehmed Dîcleyî / Ahmed Kanî

- Qedera Hevpar / Ayhan Erkmen

- Helbest: George Trakl Wergera ji Elmanî: Ciwan Qado

- Salihê Biro behsa Gilîdaxê dike / Nihat Gültekin

- Biryar / Hecî Ehmed Bêrkiyatî

- Evîna Pîrê / Dilbirîn Dilo

- Li Xewlegehên Bajarê Min / Gernas Roderîn

- Serdûpişk / Metîn Arî

- Hemedê Qutikspî / Amed Çeko Jiyan

- Ceng , pêt û kena şervanekê / Sakar Kamil Osman

- Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê! / Ikram Oguz

- Cîgerxwîn û Dêrika Çiyayê Mazî / Eyyup Guven

- Subehî dê mirim / Kurteçîrok: Xwan Xusîh Miyas / Wergêr: Hesenê Silêvaneyî

 - Helbest / Zana Taş

- Silûka Sofî û Qerentînaya Civakê / Hejarê Farqînî

- Dengbêj Resoyê Gopalan / Dengbêj Evdirehîmê Mûşî

- Ey Balindo / Mehmûd Birîmce

- Payîzê Welatê Ma / Enwer Yilmaz- Helbest: Letîf Helmet Ji Soranî: Yasîn Hisên

Hûn xwînerên hêja jî dikarin bi dagirtina wê lînka jêrîn mifahê ji gotaran vergirin.