Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevbeṣiyên bizava neteweyî ya Kurdistan û hewcehiya yekîtiya netewî

16:08 - 23 Çirriya paşîn 2021

Mecîd Heqî

Gelek caran li dost û hevalên Kurdan ên biyanî tê bihîstin: “Em dixwazin alîkariya Kurdan bikin, lê Kurd bixwe nizanin çi dixwazin”! Eva rastiyeke li hemû beṣên bizava Kurdistanê tê dîtin. Li pêwendiyên navnetewî de ji bo ku pirsek xwecehî bigihe asta navnetewî hewce ye ew pirse siyasiye bandorê li ser berjewendiyên welatên pêwendîdar bi herêmê dabinêt û çareserkirin an çaresernemana wê bandordar be li ser berjewendiyên netewiya welatan.

Pirsa Kurd ji hemû aliyekê ve ger bê mêzekirin êdî tenê pirsa navxweyî ya welatên dagîrkerên Kurdistanê xasmanî Îran û Tirkiyê nîne. Em ji bo ku bikaribin bi xasmanî û balkêş û konsêntre ve biaxivin, tenê mijara Rojhelatê Kurdistanê wek mînak dixin ber basê:

1- Bihêzbûna pirsa Kurd li Rojhelatê Kurdistanê, bûye hander û motîvatorek bihêz ji bo neteweyên din ên bindeste Îranê wek Azerbaycan, Belûç, Ereb û Gîlekiyan. Doma erdnîgariya axa her yek ji wan netewane xasmanî Ereb, Azarî û Belûç dikeve nav welatên din û pirsên wan netewane her wek pirsa Kurd pirsa welatên cîran e. Cudahiya vê yekê eva ye ku di welatên din ên cîran de ji bilî gelê Kurd neteweyên din bindest û mafê wan nehatiye binpêkirin. Digel wê jî asta kûrbûna pirsa Kurd li her welatekê bandordar e li ser pêwendiyên wan welatana. Welatên dagîrkerê Kurdistanê tevî hemû dijhevî û pirsgirêkên di navbera xwe de li hember pirsa Kurd yekgirtinek stratêjîk hene.

2- Welatê Îranê bi hegera siyasetên xwe yên fitneçî û destêwerdan di karûbarên nawxweyê welatên herêma Rojhelata Navîn de, dostek micid di herêmê de nîne. Eva tevî bûna rejîmên dîktator li herêmê meydanek nû a dîplomatîkî ji bo tevgera Kurd li Rojhelatê vedike. Deriyek ku bikaribe berjewendiyên hewbeṣv ên wan welatane û tevgera Kurd li Rojhelatê bigehîne hev. Li xebata rizgarîxwazaneya netewa Kurd, diviya bingeh ne îdealisma îdyolojî be belkî berjewendiyên netewî û hevbeṣ di hemberî dujminê hevbeş de bin. Ji ber ku Kurd dînamîka guhartina herêmê ye.

3- Welatên Rojava xasmanî Ewropa û Amerîka bi hegera hebûna nirx û buhayên hevbeṣ digel bizava netewiya Kurd û herwisa bi hegera pirsgirêkên stratêjîk digel dewleta Îranê, aliyên baṣ in ji bo diyalog û diplomasiyek netewî, da ku li çarçoveyên zagonên navnetewî de dewleta Îran bikeve bin zexta navnetewî û herwisa sazkirina pirek diplomatîk li derveyê bazneya Rojhelata Navîn li ser pirsa Kurd li Îranê. Di vê çarçoveyê de hewce ye bizava Kurd xwedî bandor be ji bo lobîgerî û dîplomasiya çalakane û bi xasmanî li warê berjewendiyên stratêjik û nîvdem de.

4- Zilhêzên herêmî wek dewleta Federaliya Rûsiye, tevî hebûna pêwendiyên aborî, leṣkerî û hevpeymanî ji bo dijberiya Amrîka, Îranê ne wek dostê xwe yê stratêjîk dibîne. Li dîroka nizîk de Îran piṣtevaniya locîstîkî û siyasî daye hêzên cehadiyên Çêçênistanê û herwisa ji ber bûna pirsên netewî li Îranê, di dema referandoma 2016 a veqetandina herêma “Kirîme” ji Rûsiyayê, Îran bi awayek kiryarî dijî vê yekê bû û piṣtigîrî li “yekîtiya axa Ukraynê” dikir. Digel vê yekê jî dewleta Rûsiya hertim dixwaze kartên givaşî li hemberî rejîm Îranê de bi destê xwe hebe. Tevî vê yekê, Rûsiye welatek bi bandor û nizîktirîn zilhêzê cîhanê bi Kurdistanê ye û hebûna pêwendiyên dîplomatîk digel welatek ku endamê ṣêwra tenahiya nawnetewî ye, giringiyek stratêjîk bo tevgera Kurdan heye.

Gelô çima tevî hebûna diyasporayek bihêz a Rojhelatê Kurdistanê, tevgera Rojhelat xwediyê dîplomasiyek bihêz a xwe nîne?

Bersîvdana vê pirsyarê dikaribe bibe hegerê vekirina gelek girêyên pêwendîdar bi xebata me ya netewî li astê navnetewî de. Mixabin bi hegera nebûna stratêjiyek dîplomatîk li astê rêkxistinên siyasî û herwisa nebûna stratêjiya komkirina hêz û ṣiyanên hewbeṣ di bin armancek hewbeṣ de gelek ṣiyan, potênsiyal û ṣarezayiyên netewa me nehatine bikaranîn an jî bi awayek bê armanc tên bikaranîn. Lewma di rewṣa îroyî ya Rojhelatê Kurdistanê û arîṣeyên siyasî yên dever û navnetewî de hewce ye em Kurd bi piraktîk bibin xwediyê hevbendiyek netewî.

Bûna Navenda Partiyên siyasî yêpn Rojhelatê Kurdistanê, hewcehiyek bingehîn e, lê têra wê nake, nemaze ku li warê dîplomasiyê de kêmasiyên bizava netewî pir in: Nebûna armancên hewbeṣ û nivîskî ku hemû partî û saziyên siyasî yên Rojhelatê Kurdistanê bi armanca xwe bizanin. Nebûna bankeka zanyariyên dîplomatîk ku bikaribe bibe bingehek bo karê hevbeṣ û nebûna kesên pispor û ṣareza li astê kadrên pêwendiyên partiyan de.

Pirsa netewî tenê pirsa partiyên siyasî nîne, pirsa hemû takên Kurd e yên ku xebatê dikin ji bo gihîṣtin bi mafê çarenivîsa xwe. Li rapora kongireya 9 a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de hatiye: “Xebat di nav welat û dereveyê welat de, wek dû balên balindeyekê ne, ku ev dû balane bi hev re hev û dû tevav dikin.” Rêberê ṣehîd Dr. Sadiq Ṣerefkendî li axivtina xwe de daxwaz li xelkê dike ku her kes bi gor ṣiyana xwe beṣdarî ji xebata netewî bike.

Em li serdemekê de dijîn ku hewce bi rêkxistinên hîbrîdî (hybrid) dike, ew hewcehiye xasmanî li warê xebata dîplomatîk û hewbeṣ de hewce ye. Lewma ji bo ku tevgera netewî ya Rojhelatê Kurdistanê bikaribe bi bandor be, hewce ye hemû ṣiyanên netewî bi hev bên komkirin û armancên hewbeṣên bizavê bibin dînamîk û bingeha bi hev re karkirin û xebatkirin. Dema gotinên me yek bûn, û em bûn yek, cîhan wê dengê netewa me bibihîze.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine