Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevkarî û rêrewî

20:10 - 21 Hezîran 2022

Kerîm Perwîzî

Xebat çi bo guherînkariya di nav sîstemekê de û çi jî bo vêdebirina sîstemek û anîna sîstemeke din hinek taybetmendiyên xwe heye ku, di piroseya cîbicîbûna wan de yan xebat nagihîje bi encamê, yan ji rê derdikeve, yan bi mezaxteke gelek zêdetir û di mewdayeke demê ya gelek zêde de digihîje bi hinek mebestên xwe.

Di welatê bela lêdayî yê Îranê de ku sîstema faşîst û zêdexwaz li ser kursiyê desthilatê, xebat bo guhertina wê sîstemê û hiloşandina wê li gorê de ye û girûpên cuda bo vêdebirina wê  dixebitin. Lê, heta niha di hiloşandina rejîmê de serkevtî nebûne û girûpên dijber her li ser dijberiya xwe berdewam in û sîstema dirinde ya zal li desthilatê de tawanên zêdetir diafirîne.

Sedema mana wê sîstemê hem faktorên navxweyî û hem jî faktorên derekî hene û yek ji wan faktorên girîng bo hiloşandin û vêdebirina wê sîstema dirinde, pêk hatina hevpeywendî û hevkariyeke girûpên dijber ku bikarin xwe weke sîstemeke cihgîr pênase bikin.

Ew heyama salên zêde ye ku, di nav Opizisyona rejîma Îranê de behsa wê xalê tê kirin lê, hîn jî ew hebûna hevpeywendî û hevkariya berbilav ku bikare altirnatîva rejîmê pêk nehatiye! Bilî ji tev hûrgiliyên din û behsa wan arîşeyên li ser rê hene  dikin, yan vedigere li ser faktoreke sereke bo pêk hatina hevpeymaniyek wiha û hevkaryek bo pirsek sereke li ser navê fêmkirin ji hevkariyê.

Dema ku sîstemek dikare xwe weke altirnatîva sîstemek din nîşan bide ku pêştir gotarekê cihgîr bike û li derheq gotarê bikare xwe bi dîmen û gotareke bihêz û giştgîrtir di gotara dem li ser desrbasbûyî ya rejîmê de nîşan bide. Di dirustbûna gotarek wiha de, deriyê hevkarîkirina bo hêzan jî vedike û ew bixwe dikarin di bin siya hevpeywendiyek ku vê gotarê pênase dike cih bike.

Dirustbûna gotarek wiha giştigîr jî, girêdayî bi dîtingeha dirust bo hevkarîkirinê ku tev rûpel û çiqên di nav cembera giştî ya vê de wekhev û dîtina hemkof û dîtingeheke dîtinî hev ast bibe. Eger kes yan girûpek gelek kêm behsa bihevre bûnê bike, li dîtingehekê de xwe bi tiştên resen û stûnê dabinê û yên din bi çiq û ta ku dikarin li dewra vê kom bibin, di rastiyê de ev bangeşeya bihevre bûnê nake belkû bangeşeyê digel xwe hebûnê dike! Ew bangeşeya nikare gotara altirnatîvê berhev bîne belkû, berdewamkerê hemen gotara bidirêjahiya  sedsalên derbabûyî ku bixwe lêzanîneke pîroz didanê û yên din tenê rêrew û derwêşin!

Ji bo vê ku di bin siya çarçoveya dehkên derbasbûyî de derbas bin û girûpên di nav eniya rejîma Îslamî ya Tehranê de, bikare çembera komkirinê dirust bike, divê ji dîtingeha bingehê bo hevkariyê destpê bikin ku gelo em dixwazin hevkar bin û yektir weke hevpêngav bibînin, yan yek bixwe kiroka pîroz ya wê dizane û li ser xêr û dilovaniyê û aliyekê jî yên din dikarin îzinê pê bidin ku rêrewên wê bin! Çi neteweyên di bin zilm û çi her girûpeke din zilmlêkirî yên din nikarin û erê nakin ku rêrewên vê bin, belkû amadeyî hevpêngav û hevkar li bilindahiyek hev ast de ne.