Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîna \"Agırî\" li gel Elî Recebî û Elî Xefûrî du pêşmergên berxweder ên PDK Îranê

21:06 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Li kuncê vê carêye şervanên rojê û qehremanên azadiyê de, du pêşmergên berxweder bi navên Elî Xefûrî û Elî Recebî rûpelên jiyana xwe weha bo Agiriyê hildan.

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî


Elî Xefûrî kurê Mubarek, sala 1331’an li gundê Derehecîc a ser bi Bajaroka Nodşê hatiye dinê.

Wî li zarokatiya xwe anku li temenê 12 saliyê de dest pê kir, ji ber ku destpêka jiyanek bi kovane jêre. Li wî temenî de diya wî diçe ber dilovaniyê û neçar dimîne ku biçe mala xaltîka xwe li Helebçê (başûrê Kurdistanê). Heya temenê 18 saliyê li wir dimîne û sala 1356’an cardin vedigere gundê xwe.

Kek Elî Ii dor jiyana xwe ya hevpar weha domand; Piştî vegera xwe ji başûr bo bakûr, ez tevlî Exter Fetahî hevnas bûm û me jiyana hevpar pêk anî û berhemê jiyana me 6 zarok in ku mixabin 5 ji wan zarokan seba nesaxî û bêîmkanatiya wê demê canê xwe ji dest dan, lewra min niha bi tenê kurek bi nave Şoreş heye ku dersa xwe qedandiye û niha karmende.
Derheq nasîna PDK Îranê bo cara yekem axaftina xwe bi vî awayî domand. Dema ku şoreşa gelên Îranê li sala 1979’an de bi encam gihîşt, ez li bajarê Tehranê de mijûlê karkirinê bûm. Lewma di piraniya xwenîşandanên vî bajarî de beşdar dibûm, paşan ez hatim Kurdistanê. Bo cara yekem PDKÎ li devera Hewramanê û li Bajarokê Nodşê Komîtek ava kir û Kak Seîd KalKal wekî berpirsê komîtê hat diyarîkirin.

Têkiliya malbatî a me û wan hebû. Min wekî endam di komîtê de nave xwe nivîsand. Piştî salekê ez û Mihemedê birayê xwe bihevre bi awayek fermî hatin nava refên PDKÎ û bûne pêşmerge. Lê salekê şûndatir (1981) li gundê Kanî Hisên Beg a ser bi bajarê Merîwanê şer li navbera hêzên Komara Îslamî û pêşmergan de rûda û mixabin Mihemedê birayê min di wî şerî de şehîd ket.

Kek Elî paşan dest bi vegêrana serhat û bîreweriyên xweş û nexweş ên jiyana pêşmergatiya xwe kir û yek ji wan ew e ku Sala 1991’an dema ku Kurdistan ji destê Rejîma Sedam rizgar bû ku hevdem bû digel şeva newroz û sersala nû. Ji ber wê ku Dr. Sadiq tu caran teqe nekiribû, ji keyfxweşiyan de çeka pêşmergeyekê hilgirt û teqeyek dirêj dirêj kir, dûre hemû meqer û baregehên partiyê dest dane teqekirinê û cejnane jî bi pêşmergan re hat dayîn.

Kek Elî Xefûrî axaftina xwe bi vê gotinê bi davî anî ku min tu daxwaz û çavnihêrî ji partiya xwe ninin û hekî pêdvî be ezê taqane kurê xwe jî gorî bikim, herweha ez hêvî dikim ku xort û ciwanên netewa me, riya şehîdan bidomînin.


Elî Recebî kurê Ebas, sala 1334’an li gundê Bêsaran a ser bi Bajarê Merîvanê hatiye dinê. Zarokatî heya temenê ciwaniya xwe bi malbata xwe re mijûlê karê cotyariyê dibe. Di zivistana sala 1356’an jiyana hevpar bi Meisûme Elîremayî pêk aniye û berhema jiyana wan jî du kur û du keç in.

Çawaniya nasîna xwe bi partiyê re weha da zanîn: Piştî wê ku Partiyê komîteya xwe li gundê me ava kir, ez û çend hevalên xwe û hindek ji xelkê gund ku nêzîk bi 40 kesan bû, di despêkê de em di Yekîtiya ciwanên partiyê de bo heyamê salekê xebitîn. Paşan di sala 1359’ê de bi awayek fermî min çeka pêşmergatiyê li nav refên PDKÎ de hilgirt û heya niha jî li ser xebata xwe berdewamim.

Kek Elî Recebî bi dilek pir ji hêvî, hesreta azadiyê û serxwebûna nîştiman biserhatê xwe bi coşek mezin ve vedigêran. Ew gelek xweşbêj bû. Wî qala pevçûnekê bi hêzên rejîmê re kir ku sala 1360’î li gundê Şiwêşe ya ser bi bajarê Merîvanê çêbibû. Herweha di şerek din li sala 1363’an de bo cara duyem birîndar bûye û her du caran jî bi xweşî ve di nexweşxaneya partiyê de biriîna wî hatiye çareserkirin û cardin vegeriyaye nav refên pêşmergan û eniya şer.

Kek Elî bîranîna xwe ya herî xweş weha vegêrand: Di sala 1364’an de, em li çiyayê Koreya Miyanê bûn û me dixwast ku şevê biçine nava gundê Koreya Miyanê, lê berî ku em herin nava gund, zaniyarî hat ku hêzek zaf ya Komara Îslamî li boseya we de ye û haydare ku hêza pêşmerge dixwaze şevê li gund bimîne û qirar e di nîva şevê de êrîşek mezin bikine ser me. Em neçûne nava gund û her li çiyayê Koreya Miyane de man û me bose bo hêzên Komara Îslamî dana, di nîva şevê de êrîş hat, lê şer û berxwedana pêşmerge karek weha kir ku hêzên Komara Îslamî bi ser nekeve û piştî gorî û xesarek mezin neçar ma ku paşde vekişînin. Ev şerê hêza pêşmerge bi qasekê mezin bû ku RDK Îranê weke operasiyona ‘’serinc biden’’ bas jê kir.

Demsala Payîzê hat û em zivirîn baregehên partiyê li Deftera Siyasî. Dr.Qasimlo hat û civînek bo me girt û di civînê de şehîd Şapûr Fîrûzî ku fermanderê şerê Koreya Miyanê bû ceza da. Em man heyrî, çima li cihê xelat kirinê ew ceza da!!!! Her di civînê de me ji kak Dr.Qasimlo pirsî ku çima we Şapûr ceza da? Di bersivê de got: em bi navê caş û Komara Îslamî jî bi navê pêşmerge xelkê kurd dikuje, gelo ma wusa dibe? Hekî ji herdu aliyan re bihên kuştin çima û bi kê re em xebatê dikin?

Tûrikê heval Elî tejî bû ji bîranîn û rojên nexweş ên jiyana pêşmergatiyê. Got di sipêdeya roja 22’ê pûşpera 1368’an de, min rêdîna xwe ditiraşî ku Kak Mensûr Fetahî hat û got; ezê xeberek pir nexweş û giran bidim we! Min jê pirsî çi bûye? Got terorîstên Komara Îslamî Kak Dr.Qasimlo şehîd xistine. Dest û pêyê min sist bûn, hema can di bedena min nema û yekser di cih de rûniştim, ew roj, rojekî gelekî tal bû di jiyana min de.

Herweha di sala 1375’an, Hêzên Sipaha Pasdarên Komara Îslamî hatin ser çiyayê Heybet Sultan û baregehên partiyê dane ber topan. Di vê topbaranê de mala min bi tawahî şevitî û midehê 15 rojan jin û zarokên min bi tenê li ser petûyekê dirazan û jiyan dikirin. Dema êwar dihat û ez vedigeriyam û min jin û zarokên xwe weha didîtin, birastî dilê min pirr dişewitî.

Xebatkar Elî Recebî bi vê gotinê malavayî û destxweşî ji Agiriyê kir ku; heya hêz di cesteya min de bimîne, heya dilê min ji lêdanê nesekine, ezê pêşmergê PDK Îranê bimînim û di pêxema armanc û heviyên şehîdên xwe bi hemû awayekê fîdakariyê bikim. Herweha daxwaza ji kadir û pêşmergên PDK Îranê kir ku îxanetê nekin û heya gihîştin bi serkevtina yekcarî dirêjederê riya Dr.Qasimlo û şehîdên din bimînin.