Kerîm Perwîzî
Li roja 11`ê Reşeme ya 1357`an a Rojî, çend meh piştî vegerîna beşek ji rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo navxweyê welat û çalakiya nihênî û rêkxistina wê di nav civatgehê de, piştî vê ku serhildana gelên Îranê bi ser desthilata Paşayetî de serkevt, di kombûneke berfireh a cemawerî de, rêberê netewa Kurd Dr. “Qasimlo”yê nemir, mizgîniya berdewamiya xebata gel bo gihîştin bi mafên wê da û ragihand; Li vir şûnda ev çalakiye û têkoşan û cangoriye bi eşkere bi rê ve diçe û roja 11`ê Reşeme bû bi roja peymannûkirina PDKÎ û xelkê Kurdistanê heta gihîştin bi azadiyê.
Di wê rojê de bi dehan kes li meydanek Mihabadê, wate heman cihê ku Komara Kurdistanê tê de hatibû avakirin, kom bûn. Desthilata zordar a Paşayetî ku serdemekê radigihand ku artêşa wê li Rojhilata Navîn de “jandirme”yê deverê ye û nezim û ewlehiya destçêkiriya xwe bi ser deverê de disepînin, ji hev hate hilûşandin û Şah reviya! Li Mihabadê jî, kombûna sed hezar kesî bo pêşwazî ji berdewamiya rêbaza Komarê bi rê ve çû!
Di wan rojan de, artêşa Rûsiyayê bi hemû cure çekek balistîk, balafir, diron û ya heye û nîne êrîş kiriye ser Ukrayna cîranê xwe! Di wî şerê naberanberî de, Rûsiya duhemîn artêşa bihêz a cîhanê wisa hesab dikir ku dê di heyama 24 demjimêran de paytexta Ukraynê bigire, lê zêdetir ji deh roj e her ji dûr ve mêzeyê paytextê dike, û bi avêtina mûşek û bombe bi ser Ukraynê de rojreşiyê dibarîne, ji aliyê dinê jî, artêşa Ukraynê bi kêmtirîn îmkanat û hin caran jî bi destê vala li hember tankên Rûsiyê derdikeve.
Di wî şerê naberanberî de, belkî Rûsiye bikare bi hêza leşkerî ve derbasî nav “Kiev”a paytextê be, lê bo heta hetayî di dil û hundirê xelkê Ukraynayê de hatiye derkirin û dujminayetiyek heta hetayî bo xwe kirî.
Eva ku xweragiriyê li Ukraynê bihêz dike, ne mûşeka balistîk an navkî ye, belkî îradeya netewa wê ye bo berxwedanê û her ev îradeya netewî ye bo derbasbûn ji bindestî û çav ji destê Rûsiyabûnê ku Rûsiya nigeran kir û êrîşa leşkerî li dijî wê kir.
Ukraynek ku di warê kultûrî û dîrokî de gelek ji Rûsiyayê nêzîk û têkel bû, ew gihîşt bi wê qinaetê ku xwe ji Rûsiyayê derbas bike û serxwebûna wê ya siyasî li rûniştin li cem Rûsiyayê pê baştir bû. Derbasbûn ji bindestiyê îradeya netewî dixwast û xweragirî li hember duyemîn artêşa mezin a cîhanê, bi wê îradeyê bi rê ve diçe.
Ku em çav ji wê serpêhatiyê dikin, cardin dizivirine meydana Mihabadê û kombûna Dr. “Qasimlo” digel netewa Kurd ku hem dixwast ji bindestiyê rizgar be û hem çend meh piştî hingê li hember fermana cîhadî ya Xumeynî xweragiriyek bêhempa kir. Dîrok îsbat kiriye û îsbat dike, herçiqas çek ji bo parsatin û berevanî ji xwe hewce ye, lê ya ku şeran û demsalên dîrokî yekalî dike, îradeya netewî ye bo xwenîşandan û rijdbûn li ser hebûn û kirameta mirovî û netewî.