Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza şoreşger divê çawa be?

11:51 - 24 Çirriya pêşîn 2021

Nûredîn Sofîzade

Di nava hemî netewe û xelkekê de ku dema zilm û zor û qirkirin hebe, dema ku axa neteweyekê hate dagîrkirin, dema ku ji aliyê neteweyekî hakim û baladest ve hemî maf û azadî û kerameta xelk û netewa bin dest hate zevtkirin, bê guman komek ji kesên herî xwedan xîret û xwedî hest, nikarin bêdeng bin û serî hildidin û li dijî zalim û dagîrkeran disekînin, ew kesane ku bona berevanî ji gel û xelkê xwe serî hildane, li pêxema bidestveanîna maf û azadiya gelê xwe amade ne her nirxekê didin û canê xwe didanêne ser destê xwe û amade ne li wê rêyê de gorî bikin, ew kesane kesên şoreşgêr in.

Ger komek kesên şoreşvan serî hildan û hemû li pêxema armancekê de rabûne ser xwe, bona bihêzbûna xwe û şoreşa xwe dest didine destê hev û di dor bernameyekê de ku şiroveya armancekê dike, kom dibin û di wê rêyê de xebatê dikin.

Rêkxistin û hizbek dikare wan mirovên şoreşgêr di nava bazinekê de kom bike û ew hizb yan rêkxistin bi pêkhatina mirovên xebatkar û şoreşvan ku bo armanceke pîroz serî hildane, dibe hizb yan rêkxistinek şoreşvan û ji ber vê ku armanca xebata wan mirovan di nava wê partiyê de, armanca neteweyekê ye û bona rizgarî û bidestveanîna mafê netewa xwe xebatê dikin, rastevxwe dibe hizbeke şoreşgêr û bingeha wê partiyê nasyonalîzma netewî û xebat di pêxema rizgariyê de ye.

Di nav netewa Kurd de jî bi dirêjiya dîrokê ku Kurdistan hatiye dagîrkirin û mafê netewî yê Kurdan hatiye zevtkirin, mirovên şoreşvan ji bo parastina gelê Kurd li hember zilm, zor, êrîş û siyaseta qirkirina dijminan de serî hildane û şoreş kirine.

Di Niviya sed sala 20an de bo yekem car li ser bingeha hesta netewî li Rojhilatê Kurdistanê rêkxistinek ava bû û li jêr navê Civata Vejandina Kurd “Komeleyî Jiyaneweyî Kurd” (JK) pêk hat, piştre sala 1945an li ser wê bingehê Partiya Demokrat a Kurdistanê hate avakirin, yekemîn armanca wê partiyê rizgariya netewî bû.

Li vir û di wê gotarê de armanc nasandin û mehta PDKÎ nîne ku ew 76 sale bê sekînandin li pêxema armanca netewî de xebatê dike û tenê demekî kurt be jî sitratêjiya xwe ku pê tê pênasekirin neguheriye.

Belkî arimanc ji vê nivîsînê eva ye ku ez dixwazim vê yekê bigehînim ku hekî Part yan rêkxistinek di destpêkê de li ser armanc û stratêjiya netewî hate avakirin, baş tê fêmkirin ku bikirên wê diruşmê di nava gelê Kurd de zaf in, tenê bi armanca xweteyarkirinê xelkekî zêde dora xwe kom bike, basê rizgariya Kurd û Kurdistanê dike.

Partiyek ku bi bawer û îrada netewî hatibe avakirin, bê guman esalet û koka wê di nava gel de tête çandin ku êdî ew ji qalibê partiyekê diçe derve, belkî heya ser digel gelê xwe sadiq û rast e, lewma dibe rênîşander û pêşeng û alahilgirê xebata netewa xwe û ti caran gel wê partiyê yan rêkxistinê ji xwe cuda nizane û xebat û serkevtin û ketina wê ya xwe dizane.

Gelê me bin dest e, axa Kurdistanê niha jî di bin dagîrkariyê de ye, hemî maf û azadiyekî netewa Kurd niha jî jê hatiye zevtkirin, lewma divê partiyên şoreşvan ên Kurd ku li pêxema rizgariya netewî de xebatê dikin jî digel gelê Kurd sadiq û rastbêj bin.

Ne eva ku her girûpek li pêxema berjewendiya girûpa xwe de, tenê bi dirûşmên netewî bixwaze hêza madî, me`enewî û miroviya xwe ji gelê Kurd bistîne, lê bera xebatê bade aliyekê ku zêdetir bi qazancê dijminane.

Partiyek ku li ser bingeha nasyonalîzma netewî û bona bidestveanîna mafê gelê Kurd hatibe avakirin, bê hekî gorî berçavgirtina zirûf û qonaxên xebatê taktîka xwe jî biguhere, bê guman nabe armanc û stratêjiya xwe biguhere.

Hingê gel gelek baş dizane ku ew partiye tenê bo xwe û berjewendiya xwe û hin caran jî bi qazancê dijminan di meydanê de maye, lewma dûr ji vîjdanê ye ku hemî hêza xwe ji gel vergire û wê pitansiyel û hêzê bo armancên gel neyêxîne kar.

Erê gelo tu bêjî Partiyên wisa di nava Kurdan de hebin û gel heya niha nenasîbe?

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine