Nivisîn: Bêhzad Qadirî
Wergêr: Rojan Sofîzade
Her tiştek, ji komek tiştên piçûk pêk tê ku her yek ji wan rol û giringiyeke taybet a xwe heye. Ji laşê mirov û ajelan heya stêrka erdê, hemû xwedî taybetmendiyên xwe ne.
Gelo dibe em ji xwe hez bikin lê ji çavên xwe, ji piyên xwe û ji guhên xwe hez nekin?!
Nîştiman jî her bi vî awayî ye. Her wek Bextiyar Elî dibêje "niştîman ji komek tiştên piçûk pêk tê."
Hekî mirov ji wan tiştên biçûk hez neke, ji nîştimanê jî hez nake” Ew tiştên bçûk çi ne?!
“Bextiyar Elî” li cihekî din dibêje: zarok berî ku fêrî hezkirina nîştimanê bibin, dibe hînî hezkirina jiyanê bibin, dibe hîn bin ji pirpirokan hez bikin, ji dengê bilbilan hez bikin”. Dibe ku em di zarokatiya xwe de nehatibin hînkirin, lê nabe em heya mirinê li ser vê rêya şaş bimeşin û bi vî awayî bijîn.
Wê demê mirov nikare vê piroseyê weke jiyan binav bike. Lê belê ew tenê derbasiyeke xirab e.
Me got ku nîştiman ji çend tiştên biçûk pêk tê û heya em ji wan tiştên biçûk hez nekin, em nikarin ji nîştimanê jî hez bikin. Nabe kesek bêje kerbê min ji çiyayên welatê min vedibe, lê evîndarê nîştiman im! Bo mînak nabe tu bêjî kerbê min ji çavên yara min vedibe, lê evîndarê yara xwe me! Lewma jî ev paradoks in. Yan me evîndarî bi şaşî fêm kiriye, yan bê guman evîndarî wiha nîn e.
Nîştiman, ji çiya, av, hewa, xelk, ajel, daristan, mûzîk, çand û ziman pêk tê. Her yek ji wan taybetmendiya xwe heye. Dibe ku her yek ji van tiştan bi tiştên hevşêwe li nîştimana kesên din re cuda û ciyawaz be.
Di vê mijarê de ezê pişka jîngeyê cuda bikim ku çiya û av û ajel û daristanan lixwe digire û ezê bi kurtî li ser vê mijarê bisekinim.
Ez ji nîştimana xwe hez dikim lewma jî divê ji jînegeha xwe hez bikim. Madem xwe wek parêzerê welat binav dikim, divê parêzerê jîngeya vî welatî bim.
Divê ji cûcikan, ji ava kaniyan û ji ribêsên bin keviran hez bikim.
Ew hezkirin nabe tenê îdi’a be lê belê divê bi heman awayî bê bicîkirin. “Ji bilbilê xwe hez dikim, lê wî dixim nav qefesê; ji çiya û zozanan hez dikim, lê zibl û paşmayan davêjim wir; ev nayê wateya nîşandana hezkirinê. Wateya vê tenê dijatîiya nîştiman e.
Her kes bi awayekî hezkirina xwe ji bo jîngeyê nîşan dide:
“yek zibl û paşmayan li wir nahêle, yê din jîngeyê ji paşmayî û ziblan paqij dike, yekî din daristanê naşewitîne, yê din agirê daristanê ditemirîne, yek daran nabire, yê din nemamê diçîne, yek çalakiyên jîngeparêzî pêk tîne, yê din bi karê ragihandinî û çapemeniyê van çalakiyan belav dike, heta bigihe destê piraniya xelkê û zaniyariyên xelkê derbarê jîngeparêziyê zêde bibin û di encam de hejmara alîgirên vî warî zêde û berfireh bibin.
Ev heft meh in careke din “TISHK TV” dest bi weşanê kiriye. Vê dezgehê tevî hemû kêmasiyan, kariye di vî warî de gavên xurt bavêje. TISHK take dezgeha ragihandinê a Kurdî ye ku bernameyeke wê a taybet bi jîngeyê heye.
Ew bernama di bin navê “Stêrka Jiyanê” de li ser mijara jîngeya Kurdistana Rojhilat, Îran û cîhanê zanyariyên bi nirx dide temaşevanan.
TISHK TV bi terxankirina bernameyeke tayîbet a heftane derheq jîngeyê, nîşan dide ku çiqas ev pirs jê re girîng e û dixwaze weke çalakvanên jîngeparêziyê ên Kurdistanê, rolek bi bandor di mijara perwerdeya hezkirina jîngeyê de hebe. Herwisa dixwaze nîşan bide kesê ku ji jîngeya welatê xwe hez neke, nikare ji nîştimana xwe hez bike.
Bi vî awayî, wê bikare piraniya hewlên rejîma Îranê li dijî jînge û sirûştê Kurdistanê pûç bike. Van kiryarên rejîmê jî eşkere dike û bi vî rengî xelkê Kurdistanê haydarî girîngiya jîngeyê dibe.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine