Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina Cellad

13:15 - 8 Kanûna pêşîn 2019

 Kerîm Perwîzî

Dema ku seranên rejîma koloniyalîst a hakim li Tehranê fermana girankirina benzînê dan, wisa dizanîn ku di dema nîveşevê de xelk kom nabe û roja Înê de jî hindek nerazîbûnên sade  bi rê ve diçin û bo Şemiyê ew rewş bi dawî tê û hekî kesek jî nerazî bû bi awayê herî tund wê lê bidin, û hemû ên din jî çavtirsandî dibin û biryara wan cih digre.

Lê dema ku di zêdetir ji 500 bajar û cihan li raserî Îranê de xelk daketin kolanan û meş û xwenîşandanan sertaserî parêzgehan bi xwe ve girt, matmayî man, û wê demê zanîn ku çi şaşiyeke mezin û kujer kirin, û bona derbazbûna ji vê kirîzê, Xamineyî ê cellad fermana kuştina bikom ragehand û bona veşartina tawanên xwe înternet daxistin û li cem xwe ve bi bêdengî û bi bê agehdariya cîhanê dest bi desrêja li ser xelkê bi armanca kuştinê kirin li raserî Îranê de.

Tawana Xamineyî û bandên wê di meha Xezelwera sala 1398-an de bi qasekê mezin e ku çi navek ji bilî kuştara bikom tu nikarî li ser danêy. Kar ji serkutê derbaz bûye. Di rojên dawiyê de ku înternet hêdî-hêdî hate vekirin û nûçe û rapor û vîdyo di asta cîhanê de belav bûn, kûrahiya hovîtiya rijîmeke milhor û tawanbar derdikeve, ku bi tank û doşke û çekên giran ên eniyên şer berbirûyê xelkê asayî bûne, û heta zarok û nûciwan jî di nava xwînê de vegewizandin.

Ew vîdyo û wêne tenê renge di şerên navxweyî ên Kongo û Zeîr li Afrîqayê yan di dema êrîşa Muxulan bo herêmê de hatibe dîtin.

Kuştara bikom ya Xezelwera 1398-an dawiya xebata gelên Îranê nebû, belku destpêkek e bo qonaxeke din ya xebatê ku tê de tewahiya civaka çendnetewe ya Îranê berbirûyê rejîma hov ya hakim li Tehranê de dibin.

Tirs di weha qonaxekê de ye ku Xamineyî û bandên ser bi wê, ber xwe winda kirine û her carê bi awayekî daxivin. Yek dibêje ku min hay lê nebûye, û yek dibêje ku tenê Xwedê em rizgar kirin. Yek ji wan dibêje ku eva şerekî cîhanî bû bo me! Di van rojan de jî Xamineyî dibêje ku ewên ku di van bûyeran de hatin kuştin, wê efû bike û wê xwînbehayê bidin malbatên wan!

Wek vê ku tu bêjî dilovaniyeke mezin dike ku kuştar kiriye û kuştiyan dibexşe! Yanî ger Xamineyî wan nebexşe, naçin biheştê!! Bo derbazkirina vê rewşê rejîm cardin dixwaze ku maşkanêya hilbijartina meclisê bi rê ve bibe, û bi vî rengî du armancan dipêke:

Yekem, kuştarê bike bi meseleyeka asayî, ku civaka Îranê bi vê kuştar adet bike û bêje her demekê ku min hez kir ezê we komkuj bikim û jiyana we di bindestiyê de wê berdewam be.  

Duyem, bêje ku we tu hêviyek ji bilî dengdana bi celladên xwe nine. Xelkê Îranê jî dikarin li ser sinduqê rengûrûyê celladê xwe hilbijêrin ku hez dikin bi destê kîjanî bêne kuştin.

Lê ew pîlanên rejîmê wekî hemû pîlanên din bi helwesta xelkê têne pûçkirin û cardin Xamineyî û bandên wê, wê heyrîmayî bimînin.