Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartinê guhertin pêk anîban, rejîmê nedikir

14:16 - 9 Hezîran 2013

Selîm Zencîrî

Nimayîş û şanoya ku her çar salan carekê ji aliyê Komara Îslamî ve tê birêvebirin, wa dîsan amade ye bikeve ser dikê. Maşkanêyek ku li du beş û perdeyan de birêve diçe. Perdeya yekemîn û sereke ku li civînên nepenî û li pişt perdeyan ji aliyê hakimiyetê bi seroktaiya weliyê Feqîh ve birêve çû û Konseya Nobedar a rejîmê 8 kes li parzînka xwe de derbas kirin û hilbijartinek li nav binav hilbijartinê de kir.

Perdeya duyemîn û girîng jî ku qirare çend rojên din bê lîstin pêwendî bi raya giştî a Îran û cîhanê ve heye ku carek din jî bên xapandin û wusa nîşan bidin ku rejîma Îranê, sîstemek demokratîk e û hikûmetek xelkî ye û rewatî û meşrûîyeta xwe ji xelkê werdigre!.
Li rastî de ceribîna 34 salên derbasbûyî, him xelkê Îranê û him jî raya giştî a cîhanê û rojava re eşkere kiriye ku îdeolojiya kevneşopxwaz û paremayî a rejîmê roj bi rojê çirtir û tîrtir dibe û nikare çi hizr, ayîn, meseb û regezên cuda ji xwe bipejirîne û heta rehmê bi hevçeperên xwe jî nake.
Lewma ew kirasê demokratîk ku çar salan carekê li xwe dike û rewatiyê ji xwe re pê misoger dike, li bejna wê nayê û gelek jêre fireh e. Wate ew gurê ku hetanî niha hewil daye xwe li kewilê pez de veşêre, bi kiryarên hovane rûyê rastîn ê xwe eşkere kir.
Lewma niha ku Weliyê Feqîh û lîstikvanên perdeya duyemîn bi gef, girtin û ewlehîkirin û herweha lahî û dalahiyan ketine canê xelkê da ku bi beşdariya xwe ‘’Hemaseya Siyasî’’a Xamineyî û nimayîşa wî bidawî bînin. Bêhay ji vê ku şanoya wan bê temaşavan e û xelkê Îranê bi lîstikên wan hesiyane û nabine alîkar bo serxistina maşkanêyekê ku li pêxem dirêjkirina temenê rejîmê de ye.

Gelên Îranê heta eger hafize û bîrdanka dîrokî a xwe jî ku tejî ye ji cinayet, neheqî û bêbextiyên rejîmê derheq wan, nexînin kar, lê mentiq û hişyariya siyasî a wan bi qasekê ye ku êdî bi xwe çarenivîsa xwe diyarî bikin û naçine nav lîstikekê ku dizanin dê her dorandî bin.

Ew bi tehrîmkirin û neçûna ser sindoqan, dê keramet û kesatiya tehqîrkirî a xwe ku 34 sal in ji aliyê rejîmê ve tê pêpeskirin bidest bixin û nabine alavek bo serxistina pîlanên rejîmê û dirêjbûna temenê wê.
Çûnku 8 berbijarên serkomariyê, kesên helandî li nav mekteb û îdeolojiya wilayeta feqîh de ne û tu yek ji wan derheq xizmet bi xelkê û pêşeroja Îranê de nafikirin û pilan û bername jî ji bo vê yekê nînin, xincî parastina nîzamê û temendirêjiya wê. Ku waye ew gotina Mark Tuwayn li ser Îranê tam li cihê xwe de ku li sîstemên nedemokratîk û dîktatorî de ku azadî nine, ger helbijartinê û dengê xelkê karîba guhertinekê pêk bîne, eslen îzna birêveçûna wê nedihat dayîn.
Lewma êdî dema wê hatiye ku bi neçûna ser sindoqan‘’NA’’yek mezin bibêjne rejîmê û bibine destpêkek bo xebatek bihêz a medenî bo azadî û demokrasiyê re bi her nirxa heyî, ku bêşik çax û zeman û raya giştî bi wan re ye.